• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me

Enqere / AW

4 KANÛN 2025 - 20:11
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kurtegirtekên hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan redi civîna Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî hatin aşkerakirin. Abdullah Ocalan got, ew li pişt gotinên xwe ye û ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldana de ye û di çarçoveya derfetan de wê hewldanên xwe bidomîne.

Komîsyona Demokrasî Xwişk-Biratî û Hevgirtina Mîllî, bi rojeva hevdîtina heyeta komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku di 24ê mijdarê de li Girava Îmraliyê pêkhat civîna xwe ya 19emîn li dar xist. Di rûniştina yekem a civînê de endamên komîsyonê yên partiyên siyasî li ser rapora amadekirinê pêşniyar û fikrên xwe anîn ziman.  Civîna komîsyonê di rûniştina 2emîn de endamên komîsyonê Serokwekîla Koma Meclîsê ya DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit, Cigirê Serokê MHPê Fetî Yildiz û Cigirê Serokê AKPê Huseyîn Yayman ku çûbûn Îmraliyê hurguliyên hevdîtinê di civînê de endamên komîsyonê re parve bikin berdewam kir.

Numan Kurtulmuş diyar kir ku ev girtekên hevdîtinê parve nakin û şûna wê dê kurteya girtekên hevdîtinê parve bikin. Partiyên siyasî jî bi dorê mafê axaftinê girtin û bertek nîşanî vê rewşê dan. Endamê komîsyonê yê CHPê Murat Bakan axivî û destnîşan kir ku pirsigirêka Kurd ne tenê pirsgirêka ewlehiyê ji demokrasiyê ve çareser dibe û got ku divê komar bê demokratîk kirin û girtekên hevdîtinê ji raya giştî re bên parvekirin.

Endamê komîsyonê yê DEVA’yê Mehmet Emîn Ekmen jî xwest girtekên hevdîtina Îmraliyê ji raya giştî re bê parvekirin.

‘Tişta ku ji gel tê veşartin rewa dibe?’

Endamê komîsyonê yê TÎPê Ahmet Şik jî bertek nîşanî parvenekirina girtekên hevdîtina li Îmraliyê da û wiha axivî: “Divê aştî civakî bibe. Komîsyona meclîsê ku îddîa dike ku dê pirsgirêkeke dîrokî ya Kurd çareser bike. Lê dibêjin em girtekên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve nakin. Ev yek nayê qebûl kirin. Hûn tenê dixwazin desthilatdariya xwe bidomînin û vê yekê netenê gel ji endamên meclîsê ku hûn berpirsyarin jî vedişêrin. Ma îradeya çareseriyê ev e? Tiştekî ku ji gel hat veşartin rewa dibe? Dema pêvajo destpê kir hemû qala provokatoran dike. Lê provokatorên serekê dadgeha ji xizmeta desthilat de ye. Çareserî demokratîkbûyin e. Bi van sepanan tiştek nayê çareserkirin. Ji ber wê jî girtekan parvebikin û dadgehê jî xweser bikin. Weke TÎPê heke girtekên hevdîtinê neyên parvekirin em ê di vê rûniştinê de derkevin.”

Endamê komîsyonê yê CHPê Mehmet Sezgîn Tanrikulu jî xwest girtekên hevdîtinê bên parvekirin û got ku heke girtekên hevdîtinê neyên parvekirin deste hezên li dijî pêvajoyê ne dê xurt bibe û ji bo pêvajoyê baş nabe.

Piştî axaftinan ji aliyê peywirdarê TBMMê Ahmet Bozkurt ve kurtegirteka hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat xwendin. Kurtê girtek wiha ye: “Endamên komîsyonê li ser biryara komîsyonê çûn Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîn. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan li ser têkiliya Kurd û Tirkan, gava bi wêrekî ya ji aliyê Devlet Bahçelî ve hatiye avêtin û spas ji Devlet Bahçelî û Serokkomar Tayyîp Erdoğan re kiriye.

Piştî axaftinan ji aliyê pêywirdarê TBMMê Ahmet Bozkurt ve kurtegirteka hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hat xwendin. Kurtê girtek wiha ye: “Endamên komîsyonê li ser biryara komîsyonê çûn Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîn. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan li ser têkiliya Kurd û Tirkan, gava bi wêrekî ya ji aliyê Devlet Bahçelî ve hatiye avêtin û spas ji Devlet Bahçelî û Serokkomar Tayyîp Erdoğan re kiriye.

Abdullah Ocalan diyar kir ku ew li pişt sozên ku di destpêka pêvajoyê de da ye û dema şert û merc pêk werin derfetên teorîk û pratik ji bo pêkanî ne guncav in. Abdullah Ocalan li ser tekiliyên biratiya Tirk û Kurd û bingeha wê ya dîrokî rawestiyaye. Abdullah Ocalan gotiye wî dev jî rêbaza çekan berdaye û ew rêbaza siyasî hildibijêre. Her wiha Abdullah Ocalan gotiye di çerçoveya banga 27ê Sibatê de divê hemû beşên rêxistinê çekên xwe berdin û vê biryarê jî ji aliyê gel vê bi erênî hatiye pêşwazîkirin. Abdullah Ocalan aniye ziman ku bandora wî li Sûriye û Iraqê jî heye.

Abdullah Ocalan got ew li pişt gotinên xwe yên dema destê Devlet Bahçelî li hewan nehiştiye ye. Dema ku Huseyîn Yayman diyar kir ku ew bi hesasiyeta malbatên şehîdan hatine vir, Abdullah Ocalan bi lêv kir ku her mirina leşkerekî ji bo wî trajediyek e ku divê ev ciwan bi vî rengî nemirin. Divê em teqez li Tirkiye û herêmê çareseriyek bibinin û xemgîniya xwe ji çalakiya TUSAŞê anî ziman.

Her wiha dema jê re hat gotin bikaranîna zimanê beriya Lozanê û makezagona 1924an pêvajoyê jêhrî dike. Her wiha jê re hatiye gotin ku herî dawî dema endamên PKKê ji Zapê vekişiyanê çek di deste wan de bûne û vê yekê di raya giştî de înfîal çêkiriye û li gor bangê tevnegeriyane. Her wiha jê re hatiye gotin ku divê HSDê li gor mutabakata 10ê Adarê tevbigere û divê ev jî ji bo Sûriyeyê bangeke nû bikin. Çek berdan hemû beşên PKKê eleqedar dike û her wiha hatiye gotin ku çavderî hene ku PKKê hezên xwe yên ji Iraqê vedikişînê dişînê Rojava. Jê re hatiye gotin ku ev yek ji banga wî ve nakok e. Li ser vê yekê Abdullah Ocalan gotiye PKK ne tenê çekên di destê de ne divê di hişmendiya xwe de jî çekan dayne.

Abdullah Ocalan got ew li pişt gotina xwe ye û heke şert û merc pêk werin derfetên tekiliyan zêde bibin bi awayekî teorîk û pratîk dikare vê yekê pêk bînê.

Abdullah Ocalan derbarê daxuyaniya 27ê Sibatê de, diyar kir ku wî sala borî wekî serkeftinek dîtiye û diyar kir ku di vê heyamê de tu şehîdek nehatiye windakirin û pevçûn çênebûne. Wî zêde kir ku destpêşxeriyek siyasî ya mezin hatiye bidestxistin, di vê çarçoveyê de piştgiriya raya giştî zêde bûye û ew bawer dike ku di heyama pêş de hin pirsên mayî dê werin çareserkirin.

Li ser gotina weke heyetek ku rastiya dîrokê dizane heke Tirkiyeyek bêteror pêk were, li benda gavên pratîkî û şênber e, Abdullah Ocalan anî ziman ku ew li pey gavan û pêngavên pozîtîf e.

Li ser gotina di mijara gavên şênber de dijderketinek heye, ji ber ku rêxistinê navenda xwe ji Qendîlê biriye qada Sûriyeyê pirsgirêkê çareser nake divê ew bi xwe (Abdullah Ocalan) wekî serokê rêxistinê, ji bo her qadê talîmatên teqez bide û dema ku ev gav pêk werin dê rewşeke nû derkeve holê.

Abdullah Ocalan her wiha diyar kir ku we ev pirs dubare pirsî, ew li pişt gotinên xwe ye û ji bo serkeftina pêvajoyê  di nava hewldana de ye û di çarçoveya derfetan de wê hewldanên xwe bidomîne.

Huseyîn Yayman jî Abdullah Ocalan pirsî; HSDê di 10ê Adarê de hevpeymanek îmze kir. Hevpeyman 8 xalan pêk tê û ev vê esas digirin û di serî de Sûriyê û ji bo tevahî herême divê li dijî hamleyên Îsraîlê baldar bin û ji bo Sûriyê ev pergaleke uniter (navendî) û demokrasiya herêmî dixwazin. Her wiha pirsiye; Hezên parastinê herêmî dê hebin an na jî bersiv da ye û gotiyê na hezên parastinê tune ne tenê asayiş dê hebin. Her wiha Abdullah Ocalan gotiye li vê erdnîgariyê ji bilî Kurd Tirk nabe, ji bilî Tirk Kurd nabe û qala bingeha dîrokî kiriye û ji Sultan Sancar mînak da ne.

Abdullah Ocalan diyar kiriye ku wî fikra Sosyalîzma Real di 1995an de terk kiriye û veguherandina heşmendî bi zahmet bûye û wî xwestiye PKK di sala 1993yan de xwe fesih bike. Abdullah Ocalan gotiyê hertim destekî ew hewldanên wî sabotê kiriye û ew sabotaj jî weke mekanizmaya darbeyê pênase kiriye. Her wiha Abdullah Ocalan bi lêv kiriye ku di sala 1993tan de bi Turgut Ozal, Necmedîn Erbakan û Suleyman Demîrel re bi awayekî di nava dan û standinê de bûye û sedema encam negirtina vê yekê jî bandora mekanizmaya darbe bûye.

Ji Abdullah Ocalan hatiye pirsîn, “Ferhat Abdî Şahîn (Mazlûm Kobanê) guh dide wê yan na?” Abdullah Ocalan jî gotiye ew yek jî kesên ji nêzî wî ye û giredayî wî ye. Abdullah Ocalan gotiye divê ew tu car li dijî Tirkiyeyê îdîayên ku nikaribe bi cih bîne, bi kar neyne û ev yek pêvajoyê sabotê dike. Gulistan Kiliç Koçyîgît jî pirsa ji bo Tevgera Jinan tiştek dibêjie yan na? li ser vê pirsê Abdullah Ocalan gotiye silavên min bêjin.

Piştî xwendina kurtegirtekên hevdîtinê Fetî Yildiz rabû ser xwe û got, ‘Li ser vê yekê heke em tiştek neyê gotin.’ Piştî Fetî Yildiz, Numan Kurtulmuş got tu rast dibêjî û civîn bi dawî kir.

Etîket: Abdullah OcalanHevditinkurtegirtekMeclîs
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne