• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Abdullah Ocalan: Ez ji bo gavavêtina çareseriyê amade me

Navenda Nûçeyan /AW

29 KANÛN 2024 - 11:52
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Heyeta DEM Partiyê ku ji Wekîlê Serokê Koma DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Parlamentera DEM Partiyê Pervun Buldan pêk tê, di 28ê Kanûnê de çûn li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin û vegeriyan. Heyetê têkildarî hevdîtina duh daxuyanî dan û gotin: “Abdullah Ocalan diyar kir ku ji bo çareseriyê amade ye ku gavên erênî bavêje û got, ‘Ev hewldanên me tev ji bo welat bigîne asta ku heq dike ye. Ev hewldanên me dê di heman demê de ji bo guhertinek demokratik bibe rêberek giranbuha.”

Heyetê têkildarî naveroka hevdîtine ev agahî parve kirin: “Me di 28ê Kanûnê de li Girava Îmraliyê bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek berfreh pêk anî. Tenduristiya wî û moralê wî pir baş bû. Nirxandinên wî yên der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de pir bi qîmet û jiyanî bûn. Di hevdîtine de geşedanên li Rojhalat Navîn û Tirkiyeyê peşketin hatin nirxandin. Birêz Abdullah Ocalan, li dijî spartina listikên qirêj û tarî, pêşniyarên erênî yên çareseriyê pêşkêş kiriye.

Fikrên wî û nirxandinên wî wekî çarçoveya jêr e:

*Bi hêzkirina yekîtî û wekheviya gelê Kurd û Tirk berpirsiyariyek dîrokî ye. Bi qasî vê girîngiya dîrokî ew qas jî ji bo siberoja hemû gelan diyarker û lezgîn e.

* Ji bo serkeftina pêvajoyê divê hemû derdorên siyasî yên Tirkiyeyê, hesabên xwe yên biçûk û demkî dînin aliyekî û bibin xwedî înîsiyatif. Divê erêni tev bigerin û piştgiriyek erênî bidin pêvajoyê. Yek ji vê bingeha piştgiriyê bide jî Meclisa Millet a Tirkiyeyê (TBMM) ye.

* Geşedanên li Gazze û Suriyeyê nîşan daye ku bi mudaxaleyên derve yên ku dixwazin pirsgirêkan bikin pençeşer, pirsgirêk çareser nabe. Çareseriya vê pirsgirêkê êdî nayê taloqkirin. Divê bi vê zanîn û cîddîyetê bi xebatek rast û hevsengî, piştgiriya muxalefetê ji bo çareseriyê girîn e.

* Ez jî xwedî wê zanebûn û biryardariyê me ku ji hêla erênî ve piştgiriyê bidim paradîgmaya ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêz didinê.

* Heyet dê vê nêzîkatiya min bi dewlet û derdorên siyasî re parve bike. Di vê çarçoveyê de ez amade me ku gavên erênî û pozitif bavêjim. Ez amade me ku bang bikim.

* Ev hemû hewldanên me, ew e ku em welêt bigînin asta ku tê xwestin. Di heman demê de ji bo guhertinek demokratîk dê bibe rêberek bi qîmet.

*Dem ji bo Tirkiye û herêmê dema aştî, demokrasî, wekhevî û xwişk û biratiyê ye.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne