• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan bendên pêşiya siyasetê rûxandin

Onder Akbulut /AW

4 ADAR 2025 - 11:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevserokê MEBYA-DERê M. Emin Kiliç banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Her çiqas di siyasetê de niha xitimandinek hebe jî Birêz Abdullah Ocalan bi vê banga xwe bendên pêşiya siyasetê hemû rûxandin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê sibatê de bi rêya şandeya DEM Partiyê bangewaziyeke dîrokî bi raya gişti ya cihanê re parve kir. Ev bang û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema bi raya giştî re hat parvekirin, bi sed hezaran welatî daketin qadan û li peyama Rêber Abdullah Ocalan guhdar kirin. Peyamên piştevaniyê yên ji bo peyama Abdullah Ocalan dewam dikin. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevserokê Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Amedê Mehmet Emîn Kiliç ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

PKK ji ber tundiya dewletê derket holê

Mehmet Emin Kiliç anî ziman ku dewletê hebûna gelê kurd qebûl nedikir û dixwest gelê kurd tunebike û got: “Birêz Abdullah Ocalan jî di peyama xwe de anîbû ziman. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di encama polîtikayên înkar, îmha û bişaftina gele kurd de, di encama tundiya li ser gelê kurd de derket holê. Dewletê derfeta xwe îfadekirinê, siyasetê nedida gelê kurd. Ji ber vê jî PKKê neçarî serî li şidetê da. Vê şidetê heta astekî zemina siyaset û xwe îfadekirinê vekir. Niha mirov dikare bibêje ku zemînê ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratik bê çareserkirin heye.”

‘Abdullah Ocalan erka xwe pêkanî dor a dewletê ye’

Mehmet Emîn Kiliç di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku hişmendiya Dewleta Tirk a antî demokratîk di pêşiya siyaseta demokratîk de asteng e û wiha got: “Her çiqas di siyasetê de niha xitimandinek hebe jî Birêz Ocalan bi vê banga xwe ew benda pêşiya siyasetê hemû rûxandin. Ev bangeke dîrokî ye. Li vî welatî û Rojhilata Navîn ev bang dê bibe pêvajoyeke nû, gaveke nû ji çareserkirina pirsgirêka kurd û gelek pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Heke gel, partiyên siyasî, rêveber bi rola xwe rabin, bi awayekî demokratik ev pirsgirêk dikarin bên çareserkirin. Birêz Abdullah Ocalan bi vê banga xwe erka xwe pêk anî, êdî gog li saha dewlet û meclisê ye. Gere dewlet êdî gavên ku vê xitimandina di siyasetê de tê jiyîn ji holê rakin bavêje. Dewletê bi hişmendiya xwe, bi polîtîkayên xwe siyaseta demokratik asteng kiriye. Birêz Abdullah Ocalan bi vê banga xwe ji xwe ev xitimandin ji holê rakir, lê divê dewlet jî vêya bipejirîne. Hemû partiyên siyasî, meclis deste xwe bixin bin kevir, vê zemînê xurt bikin, bar bidin ser xwe. Carek din em nebin şahide tundiyê. Heke aliyek serî li şidetê bide aliye din jî neçar e bi şidetê bersiv bide, ev qanûneke xwazayî ye.”

‘PKKê her tim xwest pirsgirêk bi rêyên diyalogê çareser bike’

Mehmet Emîn Kiliç bal kişand ser daxuyaniya PKKê û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “ Daxuyaniya PKKê dilsoziya PKKê ya bi Birêz Abdullah Ocalan re nişan dide. Dema mirov li dîroka PKKê dinêre mirov dibine ku gelek caran agirbest ragihandiye, her tim xwestiye pirsgirêk bi rêyên diyalog û muzakereyan bê çareserkirin. Ev daxuyaniya wan jî dilsozî û girêdana wan bi Rêber Abdullah Ocalan re nişan dide. Ev jî gaveke erênî û baş e. Tişta em dibînin niha qismekî gel hinekî di fikar û gumanan de ye. Divê tu kes nebêje êdî pêvajoya şer qediya. Her tişt çareser bû. Tiştekî wisa tuneye. Tenê şeklê têkoşînê tê guhertin. Di vir de barê gel, siyasetmedaran girantir dibe. Erk û berpirsyariya gel xurtir dibe. Divê herkes bi aqlekî selîm, di pencereyeke berfireh de li vê pêvajoyê binere û hewl bide baştir fêhm bike û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.”

Etîket: Abdullah OcalanMehmet Emîn Kiliçpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne