• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Demîrbaş: Têkoşîn û berxwedan polîtîkayên dewletê pûç dike

Onder Akbulut / AW

2 ÇILE 2025 - 08:08
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Siyasetmedarê Kurd Abdullah Demîrbaş peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxand û got: “Têkoşîn û berxwedan polîtîkayên dewletê pûç dike, wate û giringiya herî mezin a vê hevdîtinê ev e.”

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê di 28ê Kanûnê de çû Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê û bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Şandeyê piştî hevdîtinê di 29ê Kanûnê de fikir û nêrînên Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê bi raya giştî re parve kir. Peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê û Kurdistanê bûn rojev û ji aliyê gelek kesayet û saziyan ve tên nirxandin û nîqaşkirin.

Siyasetmedarê Kurd Abdullah Demîrbaş têkildarî peyama Ocalan ji Ajansa Welat re axivî.

Abdullah Demîrbaş bal kişand ser rola têkoşîn û berxwadanê û got: “Vê hevdîtinê nîşan da ku têkoşîn û berxwedan dikare polîtîkayên dewletê pûç bike. Wate û girîngiya vê hevdîtinê ya herî mezin ev e, berxwedana gelê Kurd van polîtîkayan pûç derdixe. Têkoşîn û berxwedana gelê Kurd têkçûna polîtîkayên hilweşînê yên ku dewletê bi tecrîdê dimeşandin îspat kir. Di heman demê de nîşan dide ku israra di vê polîtîkaya înkar û îmhayê de ji gel û baweriyan re tu qezancê nayîne. Ev nîşaneya herî zelal e ku hewldana birêvebirina Rojhilata Navîn bi statukoya siyasî ya kevnar îflas e. Ev serkeftina gelê Kurd û dostên gelê Kurdistanê ye.”

‘Peyama Birêz Abdullah Ocalan li ser esasê wekhevî û azadiyê ye’

Abdullah Demîrbaş diyar kir ku behsa pêvajoyê tê kirin, bi Abdullah Oclan re hevdîtin tên kirin lê di heman demê de êrişên li ser Kurdan didomînin û got: “Êrişî Rojava dikin, qadên sivîlan bombebaran dikin, rêxistinên cîhadî destek dikin, dixwazin îradeya azad a Rojava tune bikin. Ev jî nakokiye. Xalên ku birêz Abdullah Ocalan di hevdîtinê de diyar kirin di vî warî de xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Nîşan dide ku israra van polîtîkayên nakok tu feydeyê nade gelan. Daxuyaniya birêz Abdullah Ocalan li ser îradeya çareseriya li ser esasê wekhevî û azadiyê. Ji bo aştiya bi rûmet derfeteke girîng e. Eşkere dike ku divê ev derfet ji aliyê desthilatdariya dewletê, mûxalefetê, beşên sivîl û hemû beşên civakê ve bê nirxandin. Helbet parlamento jî cihê çareseriyê ye divê parlemento jî însiyatîf bigire û gav biavêje. Heke ji vê derfetê sûd neyê girtin dê encamên giran derkevin holê. Divê em ji bo vê bi berpirsyar tevbigerin.”

‘Divê her kes berpirsyariyê bigire ser xwe’

Abdullah Demîrbaş behsa giringiya rol mîsyona hukumet, partiyên siyasî û tevgerên sivîl kir û got: “Ji bo ku ev pêvajo û ev derfeta dîrokî bi ser bikeve, dewlet, hikûmet, mûxalefet, tevgerên sivîl, derdorên hiqûqî, karker, sendîka, komên alîgirê azadî û edaletê, komên baweriyan û çapemenî însiyatîfê bigire ser milê xwe û berpirsyariyên xwe bînin cih. Divê îradeya xwe ya aştiya bi rûmet bînin ziman û çareseriyan pêşkêş bikin. Hemû saziyên çapemeniyê divê dev ji zimanê dubendî û dijminatiyê berdin. Ji bo ji nû ve avakirina civakê li ser esasê wekhevî, azadî û edaletê divê zimanekî erênî bi kar bînin. Bi taybetî jî divê çapemeniya muxalîf zêdetir girîngiyê bide vê rewşê. Divê ew zanibin ku xemsar bimînin û firsendeke dîrokî ji dest bidin dê encamên giran bi xwe re bîne. Divê berpirsyariya xwe ya ji bo vê yekê zanibin. Helwesta wekhevî, azadî û aştiya bi rûmet dê ji her kesî re feydeyên mezin bi xwe re bîne.”

‘Divê em yekitiya neteweyî xurt bikin’

Abdullah Demîrbaş bi bîr xist ku ji bo serkeftinê yekitiya gelê Kurd û parastina destketiyên Kurdistanê pirr girîng in û wiha pê de çû: “Banga birêz Abdullah Ocalan nîşan dide ku em Kurd û Kurdistanî jî xwedî berpirsyariyeke mezin in. Bi dîtina min pêwîste di avakirina aştiya birûmet û pêkanîna paradîgmayê de em xebatên xwe zêde bikin. Divê hemû herêmên Kurdistanê bi taybetî Rojava bi çalakiyên sivîl û demokratîk bên parastin. Di vê serdemê de divê em yekîtiya xwe ya netewî xurt bikin, cudahiyên xwe yên eşîrî û olî yên qismî ji partiyê deynin aliyekî, ji bo serkeftina vê paradîgmayê hewl bidin. Dîrokê ev firsenda girîng pêşkêşî me kiriye. Em nêzî serketinê ne. Divê em jî ji vê derfeta dîrokî sûd werbigirin.”

Zîhniyetên li Rojhilata Navîn

Abdullah Demîrbaş herî dawiyê diyar kir ku dê paradîgmaya Abdullah Ocalan şiklê bide sedsala 21an û got: “Ez bawerim li Rojhilata Navîn dê îstiqrar, nirxên demokratîk, azadî, wekhevî, azadiya jinê û aştiya bi rûmet bi ser bikevin. Bi vî awayî encax li Rojhilata Navîn îstiqrar, dewlemendî û ewlekariya bawerî û gelên cuda pêk were. Nexwê dê zîhniyeta bingehînparêz, cîhadî û dîktator dê bi ser bikeve. Ev jî windabûna mirovahiyê ye. Divê destûr neyê dayîn ku ev zihniyet biserkeve. Ji ber vê yekê ev bang girîng e. Hewldana me ya herî bingehîn divê yekitiya Kurd û Kurdistanê be, erka me ya herî bingehîn a îstiqrara Rojhilata Navîn têkoşîna wekhevî û azadiya Kurd û Kurdistanê ye.”

 

Etîket: Abdullah DemîrbaşAbdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne