• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Abdulkadîr Guleç: Çêkirina qanûnên nû dê pevajoyê xurt bike

Omer Demîr /AW

28 COTMEH 2025 - 08:53
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç diyar kir ku gavên gerîlayên Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtine dîrokî ne û got: “PKKê gelek gav avêtin divê ji niha şûnde dewlet bersiv bide van gavan û qanûnên nû çêbike.”

Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di çarçoveya biryarên 12emîn Kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de di 26ê Cotmehê de li Qendîlê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji Tirkiyeyê dest bi vekişîna hêzên xwe kiriye. Piştî daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurdistanê geşedanên girîng dest pê kir. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç têkildarî biryara Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Bila zemîna hiqûqî bê avakirin’

Abdulkadîr Guleç diyar kir ku di rojên dîrokî re derbas dibin û wiha got: “PKKê daxuyanî da û diyar kir ku ew ji Tirkiyeyê vekişiyane. Pêvajo di 1ê Cotmeha 2024an de dest pê kiribû. Gava vekişandinê pêvajo anî qonaxeke nû. Di 27ê Sibatê de birêz Abdullah Ocalan ji bo aştî û civaka demokratîk bangawazî kir. PKKê jî xwe fesix kir û di 11ê Tirmehê de çekên xwe şewitandin. Paşê li Meclisê komîsyon hat avakirin ew jî gaveke girîng bû lê gava herî girîng vekişindina PKKê bû. Ew gav hem ji bo aştiyê hem jî ji bo civakeke demokratîk pêk hat. Ev jî divê destê desthilatê xurt bike. Lê tenê ev gav ne bes e. Kesên ku çekên xwe şewitandine dê di pêşerojê de rewşa wan çawa bibe, ew ê çawa tev li siyaseta demokratîk bibin, qanûnên çawa dê werin derxistin? Hewceye ji niha şûnde desthilat, dewlet bersiva van pirsan bide. Bila zemîna hiqûqî bê avakirin. Lê hê jî tu gav nehatiye avêtin. Qanûnên nû dê pevajoyê xurt bike.”

‘Bila qanûna teror û înfazê bê rakirin û zagonên nû werin derxistin’

Abdulkadîr Guleç anî ziman ku hewcehî bi gav û qanûnên taybet heye û ev tişt anî ziman: “Kesên ku çêk berdane divê der heqê wan de doz neyê vekirin. Ji bona vê jî hewcedarî bi zagonên nû heye. Bi hezaran kes îro di girtîgehan de ne û derveyî welat dijîn. Ew kes bi pirsgirêka Kurd re rû bi rû man û paşê jî derketin derveyî welat. Ji bona wan jî divê zagonên nû werin derxistin. Em jî wekî Baroya Amedê dixwazin ku ‘qanûna teror û înfazê’ bê rakirin. Ev 9 meh in, ji aliyê PKKê ve gelek gav hatin avêtin, divê bersiva vê jî desthilat, meclis û dewlet bide.”

‘Bi gotin û siyaseta berê pêvajo nameşe’

Abdulkadîr Guleç destnîşan kir ku bi gotina “teslimbûyîn” pêvajo nameşê û axaftina xwe wiha dawî kir: “Ev 41 sal in bangawaziya teslimbûyînê tê kirin. Lê vê bangê tu encam negirt. Ji xwe kesên vekişiyanê jî banga teslîmbûyînê qebûl nakin. Ev ne tişteke rast e. Heke pêvajo heye, ji gel û vî welatî re aştî pêwîst e bi gotin û siyaseta berê pêvajo nameşe. Bi înkarê û politîkayên ewlehiyê nameşe. Divê rayêdarên devletê dest ji van gotinan berdin. Çapemenî jî bi zimanekî baş xizmeta aştiyê bike.”

Etîket: Abdulkadîr GuleçBaroya AmedêpêvajopkkTevgera Azadiyê ya Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Hêza ku aştiyê pêk bîne têkoşîna me ya hevpar e

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Hêza ku aştiyê pêk bîne têkoşîna me ya hevpar e

14 TEBAX 2026
‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

‘Divê êdî deriyên Îmraliyê ji rojnamegeran re bên vekirin’

14 TEBAX 2026
Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

Mazlûm Dînç: Pêkhatina qanûnê girêdayî şertên Serok Apo ne

13 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Kurtulmuş: Divê bi zimanê xwişk-biratiyê bê axaftin

Kurtulmuş: Divê bi zimanê xwişk-biratiyê bê axaftin

12 TEBAX 2026
‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne