• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Azad Bedran: Kurdan mohra xwe li cîhanê xist

Abdullah Esen / AW

18 TEBAX 2025 - 09:10
Kategorî: MANŞET
A A
Amed – Hunermend Azad Bedran derbarê pêvajoyê de anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga xwe şer daye rawestandin û got: “Divê em li hev rûnên û pirsgirêkan di nava xwe de çareser bikin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Vê bangê li cîhanê deng veda. Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan PKKê kongreya xwe pêk anî û di 11ê Tîrmehê de 30 endamên PKKê li Şikefta Casenayê ya Silêymanyê bi merasîmeke heybet çekên xwe şawitandin. Hunermend Azad Bedran ku bi salan e xizmeta çand û hunera Kurdî dike, li ser pêvajoyê nirxandin kir.  Azad Bedran diyar kir ku li gorî ew qas gengeşiyên ku di Rojhilata Navîn de têne jiyîn, dîsa jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû kes bêdeng kir û wiha axivî: “Li gorî ku di nava tecrîdeke giran de ye jî dîsa hemû kes da sakinandin. Ev hêz gelekî bi wate û bi qîmet e. Hemû kes da sekinandin. Bang li herkesî kir got, ‘Werin em rûnên vê pirsgirêka heyî di nava xwe de çareser bikin. Şer ne bê dawî ye, dê tim berdewam bike.’ Dengê bombe, çek û reqtan her tim li Rojhilata Navîn hebûye û kêm nebûye. Lê birêz Ocalan vê carê nêzîkatiyek cuda nîşan da. Beriya niha jî gelek caran pêvajo hatine ceribandin. Lê hinek destên qirêj nehiştin. Êdî dunya ne dunya berê ye. Kunjektor hatine guhertin û her tişt weke ku kesên dest qirêj dixwazin nîne. Tişta ku em kêfxweş kirin hêza me ye herî mezin e. Dîsa heviya me ew e ku em ê xwe xurt bikin. Kurd êdî di aliyê çand, huner, zanistî û pêşketine li cîhanê navûdeng dane û mezin bûne. Vê hêzê ji bo me rê vekir. Ev rê bi saya Rêber Apo û bi saya Tevgera Azadiyê gihîşte armanca xwe. Dê Kurd di sedsala 21emîn de roleke gelek girîng bilîzin. Lewre Kurd li her aliye cîhanê hene.”

‘Aştî karekî cidî ye’

Azad Bedran di berdewamê de anî ziman ku Kurd ne feqtorin û got: “Kurd li kudera cîhanê hebin, di dilê her Kurdekî de Kurdistanek heye Ev me li ser piya dihêle. Kurd di sedsala 21emîn de li her dera cîhanê bûne navûdeng. Vê pêvajoyê jî bi vî awayî dest pê kir. 50 sal in ku şerekî giran didome. Lê dîsa jî kesên ku em bi wan re şer dikin mirov pir. Em baweriyê bi kesên li dijî pêvajoyê dertên naynin. Ez tim di nava civakê de diğerim. Bi dayîkekên 50-60 salî re jî û ciwanekî 20 salî re jî rûdinêm û fikrên wan distînim. Kes ji dewletê bawer nake. Gel ji Birêz Ocalan û kesên ku bedel dane bawer dike. Çima? Gelek caran pêvajo hatine destpêkirin û hatine xerabkirin. Ji ber wê jî bawer nakin. Hem li maseyê rûdinên û hem jî êrişê cenazeyan dikin. Aştî karekî cidî ye. Êdî êrişî cenazeyan jî dikin. Ev êriş û qedexe baweriya civakê dişkîne. Ger ku pergal cidî be aştî jî karekî cidî ye. Tişta ku me li ser piyan digire ew e. Sedsala 21emîn sedsala Kurdan e.”

‘Kurdan mohra xwe li cîhanê xist’

Azad Bedran bal kişand ser gotinên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan ên salên 90î û got: “Ji 90î heta niha 35 sal derbas bûn. Dema ku ez ji dayik bûm, bavê min di zindanê de bû. Ji ber ku li kasetên Kurdî guhdar kir hat girtin. Lê ez bixwe jî niha xebata hunera Kurdî dikim. Ka çi guherî? Dema ku bavê min ket zindanê ew jî û em jî netirsiyan. Em dîsa di nav de bûn. Çiqas bê qedexekirin ew qas jî tê xurtkirin. Em çiqas bên kuştin ew qas zêde dibin. Me gelek tişt bi dest xistin. Heta 20 saliya xwe jî min bi Kurdî nizanibû. Lê niha ez Kurdî baş diaxivim. Çanda me winda nebû. Êdî cîhan Kurdan qebûl dike. Êdî Kurdan mohra xwe li cîhanê xistin. Divê em pêşî yekîtiya Kurdan ava bikin. Di cîhanê de em lobiyan ava bikin. Divê Kurd li her derê cîhanê xwe bi rêxistin bikin. Ev mafekî rewa ye. Divê êdî em bêtir hêza xwe bidin çand, ziman u siyasetê. Divê em bêtir qada siyaset û dîplomasiyê pêş bixin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne