• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

5 partiyên Rojhilatê: Tu ferqa Pehlewî û rejîmên zordar nîn e

Navendan Nûçeyan/ AW

26 SIBAT 2026 - 14:58
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevpeymana Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ya Îranê bersiv dan êriş û gefên kurê şahê yê Îranê Reza Pehlewî. Di bersivê de hat diyarkirin ku peymana wan dê hemû mafên neteweya kurd, têkoşer û azadîxwazên Îranê biparêze.

 

Di 22yê Sibatê de 5 partiyên siyasî yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ên ji Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK), Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK), Partiya Demokratîk ya Kurdistanê-Îranê, Sazmanî Xebatê ya Kurdistan yê-Îranê û Komeleya Zehmetkêşan ya Kurdistanê pêk tê yekgirtineke siyasî û bernameyeke hevpar ya karê siberojê ya ji bo Îranê ava kirin.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya Îranê, di derbarê daxuyaniya dijber a kurê şahê berê yê Îranê Şah Îsmaîl Reza Pehlawî duh daxuyaniyek parve kir.

Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku “Piştî ragihandina ‘Hevpeymana Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îranê’, pêleke şahî, coş û xuruşê ya şoreşgerî di nava gelê Kurd, neteweyên bindest û azadîxwazên Îranê de bilind bû û wiha got: “Rejîma Îranê û komek dijberên mafên neteweyên bindest û azadîxwaz ku xwe di bin kirasê muxalefetê de vedişêrin bertek û nefrete nîşan dan.”

‘Rastiya dîrokî ji bîr kiriye’

Hevpeymaniya Rojhilatê Kurdistanê di berdewamê de got ku duh Reza Pehlewî, bi weşandina daxuyaniya li ser medya dijîtal Xê zimaneke êrişkar û tohmetên bê bingeh li neteweya mezin ya Kurd û partiyên siyasî yên têkoşer ên Kurdistanê kir û wiha pê de çû: “Dê piştî hilweşandina rejîma Îranê artêş têkoşîna azadîxwaz ya gelê kurd û Kurdistanê bitepisîne. Reza Pehlewî rastiya dîrokî ji bîr kiriye ku bav û bapîrê wî çawa Ararata Biçûk, Behreyn û çavkaniyên çemê Hirmend de dudilî nekirin û firotin. Bi rastî, tenê cihê bav û bapîrê wî xwe nîşan daye qada komkujiya welatiyên sivîl û tepeserkirina azadiya demokrasîxwazên gelê Îranê bûye.”

‘Kevneperest her têk çûne’

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Reza Pehlewî rastiya dîrokî ji bîr kiriye û ev tişt gotin: “Her gava ku îradeyek rastîn ji bo parçekirina Îranê hebû, kesî destûr ji bav û bapîrê wî yê tacgirtî negirt û toza wan neşikand. Çawa ku wan di bexşîna Ararata Biçûk, Behreyn û çavkaniyên çemê Hirmend de dudilî nekirin, di firotin yan jî radestkirina beşên cuda yên xaka Îranê de jî dudilî nekirine. Bi rastî, tenê cihê ku karîne xwe lê nîşan bidin, qada komkujiya welatiyên sivîl û tepeserkirina azadiya demokrasîxwazên gelê Îranê, bi taybetî jî neteweyên bindest ên vî welatî bûye.”

‘Ferqa Pehlewî û rejîmên zordar nîn e’

Hevpeymanê da zanîn ku gefên berdewam dikin li dijî daxwazên siyasî yên neteweyan, bikaranîna artêşê ye û wiha pê de çû: “Ti ferqek bingehîn di navbera rejîma wî ya siyasî ya îdeal û rejîmên zordar ên Îranê yên berê û niha de tune ye. Li gel vê, çima ew difikirin ku xelkê ji aliyê dîktatoriya Komara Îslamî ve zilm lê hatî kirin, dê amade bin ku wekî beşek ji alternatîfek ji bo Îrana pêşerojê, li ber wî û kesên hemfikirên wî serî bitewînin. Diyar e agahiya wî ji dîrok û ernîgariyê nîne, têgihiştinek rast a roja îroyî jî tuneye. Ew di sedsala borî de qet ji Kurdistanê dûr nebûye. Ti mekanîzmayeke zilm û zordariyê nîne ku li Kurdistanê nehatibe ceribandin û têk neçûbe.”

‘Roja înkarê ya Pehlewî nayê bîrkirin’

Hevpeymanê bel kişand ser helwesta Pehlevî ya li dijî daxwazên gelan û wiha got: “Pehlewî rolek ku nayê înkarkirin di dabeşbûna tevgera Jîna (Jin, Jiyan, Azadî) de lîstiye. Herwiha her kes dizane Pehlewî bi alîkariya komên gumanbar ên li dora xwe, roleke nayê înkarkirin di afirandina dubendiya di navbera gel û dijberên rejîmê de lîstiye. Dost û dijmin dizanin ku neteweya Kurd û partiyên siyasî yên têkoşer, di tevahiya jiyana zordar a komara Îslamî de, hertim dijî zilma Xumeynî bûn û her tim piştevaniya rast ya azadîxwazên neteweyên Îranê bûn.”

‘Dê peymanên dijminane negihin encamê’

Hevpeymana Hêzên Siyasî yên Kurdistanî ya li Îranê, tevî şermezarkirina daxuyaniyên wiha yên Reza Pehlewî, li ser helwesta xwe ya bingehîn bi israr e û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Dê ev peyamên dijminane dawî negihin tu armancekê. Berovajî vê, wê îradeya neteweyên azadîxwaz û têkoşerên Îranê ya ji bo bidestxistina armancên azadîxwaz ên gel xurtir bike. Lewma em carek din bang li hemû hêzên Kurdî yên ku azadiyê dixwazin, maf û neteweya xwe diparêzin dikin ku tevlî Hevpeymana Hêzên Siyasî yên Kurdistanî ya li Îranê bibin.”

Etîket: Bersivdana Reza PehlewîHevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistanê ya ÎranêÎran
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

20 ÎLON 2026
Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

16 ÎLON 2026
Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne