• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Dikandarên sanayiya Wanê: Krîz û bacê pişta me şikand

Daristan Pala / AW

26 SIBAT 2026 - 08:36
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Wan – Li Herêma Pîşesaziyê ya Wesayîtan ku di bin bandora krîza aborî de ye, ji ber bihabûna parçeyên wesayîtan, hem ew hem jî xwediyên wesayîtan bi pirsgirêkan re rû bi rû ne.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê ev bi salan e krîzeke aboriyê heye û ev krîz li ser rewşa welatiyan û gelek beşên kedê bandoreke neyînî dike. Zem û bacên tên dayîn, rewşa aboriya dikandar û welatiyan her ku diçe xerabtir dike. Dikandarên li Sanayiya Wanê jî ji ber rewşa aboriyê û bacên zêde nerazî ne û dixwazin demildest ji vê krîzê re çareseriyek bê dîtin. Dikandar û kedkarên li sanayîy3e dixebitin derbarê mijarê de gilî û gazinên xwe anîn ziman.

‘Esnaf nikare debara xwe bike’

Dikandar Murat Çelîk bal kişand ser bihabûna parçeyên wesayîtan û got: “Parçeyek berê 100 lîreyan bû, lê niha 150 – 180 lîreyan e. Em jî neçar in ku bidin 300-350 lîreyan. Kirê gelek zêde ne, bac gelek zêde ne, esnaf nikare debara xwe bike, lewma parçe biha ne. Parçeyên ku em li vir difiroşin yekser ji Çînê û welatên derve tên û bi hêza dolarê me dikirin. Bacên gumrikê pişta me şikand.”

‘Parçeyên wesayîtan pir biha bûne’

Kedkar Remezan Çîftçî diyar kir ku li herêma Wanê, karker û xelkê herêmê qezenc nakin û wiha got: “Pereyê me nîne ku em parçeyan jî bikirin. Xwediyên wesayitan ji ber bûhayê parçeyan nikarin wesayîtên xwe tamîr bikin. Çi motor, şanziman, debriyaj be, çi her parçeyek din a ku arîze dide be, ji ber bihabûnê nikarin wan biguherînin an tamîr bikin. Rewşa welatiyan nebaş e. Ji ber vê yekê li herêmê ne fabrîka heye, ne jî tiştekî din ku kar peyda bikin. Wesayît jî ji bo wan pêdiviyek mezin e, neçar in ku wesayîtan bikar bînin. Ji gundan tên ku li kar bigerin an jî karê rojane bikin. Lê ji ber ku wesayîtên wan pir caran arîze didin û arîzeyên wan jî nikarin tamîr bikin, rewşa wan her ku diçe dijwartir dibe.”

‘Bac û KDV pir zêde ye’

Dikandar Mazlum Gulmez anî ziman ku ew ked dide, parçeyan berhev dike û belav dike û wiha axivî: “Ev parçeyan difiroşin û fatûraya wan digirin. Bacên van parçeyan pir zêde ne, em fatûrayê dibin maliyeyê. Ev rewş ji bo hemû tamîrkaran û xwediyên wesayîtan gelekî zehmet e. Em ked didin, lê bihayê parçeyan, bac û KDV pir zêde ye, qezencê kêm dike û rewşa aborî ya herêmê hin dijwartir dike.”

‘Bazar nîne’

Dikandar Fatî Zorkul desnîşan kir ku kirayên li sanayiyê gelekî zêde ne û ew mehê 40 hezar lîre didin. Fatî Zorkul li ser vê mijarê got: “Bac gelek in, melzemeyên me gelek in, lê bazara wê gelek zêde nine. Xwediyên wesayîtan ku ji bo her parçeyekê tên sanayiyê, mesrefeke mezin dikin û weke mînak tamîrkirina tamponekê gelek pere dixwaze.”

‘Destheqê hostayan kêm e’

Xebatkarê sanayîyê Kadîr Onat jî nerazîbûna xwe li dijî kirayan anî ziman û ev tişt got: “Heqê kirê, heqdest û heqê parçeyan gelek zêde ye. Heqê kirê vê gavê ji bo 300 metrekare 40 hezar lîre ye û ji bo 2 dikanan 80 hezar lîre ye. Heqê sigortayê, nanê hwd. hewce ye. Ji ber ku heqê sîgorta, xwarin û hwd gelek e, heqdestê hostayan kêm e. Lewma karê sanayiyê gelek zehmet e.”

Etîket: BACkrîza aborîSanayiya Wanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dikandarên Êlihê: Rewşa aboriyê bandoreke nebaş li me dike

Dikandarên Êlihê: Rewşa aboriyê bandoreke nebaş li me dike

12 TEBAX 2026
Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

Krîza aboriyê bandorê li ser çandinî û sewalkariyê dike

12 TÎRMEH 2026
Pisporê Îstîhdamê: Krîza aborî dê bi aştiyê bi dawî be

Pisporê Îstîhdamê: Krîza aborî dê bi aştiyê bi dawî be

7 TÎRMEH 2026
‘Heya pergal negûhere rewşa teqawîtan baş nabe’

‘Heya pergal negûhere rewşa teqawîtan baş nabe’

3 TÎRMEH 2026
Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

Dikandarên Hala Sêrtê: Krîza aborî bandoreke neyînî li me dike

25 HEZÎRAN 2026
Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

24 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne