• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Wanê jinan bertek nîşanî kuştina jinan dan

Wan/ AW

25 SIBAT 2026 - 15:26
Kategorî: DARAZ, JIN, MANŞET
A A
Platforma Jinan a Wanê ji bo 6 jinên ku di rojekê de hatine kuştin daxûyaniyek da û xwest Qanûna bi hejmar 6284an û Peymana Stenbolê bikeve meriyetê.

Platforma Jinan a Wanê ji bo 6 jinên ku di rojekê de hatine kuştin li Kolana Hunerê ya Wanê daxuayanî da. Hevseroka DEM partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, Dayikên Aştiyê, endam û nunerên saziyên sivîl ên civakî tev li daxûyaniyê bûn. Di daxûyaniyê de pankarta “Kuştina jinan polîtîk e” hate vekirin. Hevseroka OHDê Hatîce Bagciyê metna daxuyaniyê xwend.

‘Ddewlet erka parastinê pêk nayne’

Hatîce Bagciyê da zanîn ku di demên dawî de li Tirkiyeyê di rojekê de 6 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û wiha got: “Di van kuştinan de; Li Arnavutkoya Stenbolê Fîlîz Şagbangul li ber çavên sê zarokên xwe ji aliyê Giyasettîn Şagbangulê ku di pêvajoya cudabûnê de bû, bi alaveke tûj ve hat kuştin. Li Gebzeyê Aylîn Polat Dag ê ku der barê wê de biryara qedexeya derketina derve hebû, li cihekî vekirî bi çekê hat qetilkirin. Li Wanê Gonul Alkan bi şev ji aliyê Kemalettîn Alkan ê ku derheqê wî de biryara dûrxistinê hatibû dayîn ve hat qetilkirin. Li Osmaniyeyê Îlknur Kor ji aliyê Semîh Oner ê ku jê veqetiyabû bi çekê hat kuştin. Li Aksarayê Kubra Kiliç û xizma wê Zeynep Ayaz ji aliyê Tolga Kuş ê ku Kubra Kiliç jê veqetiyabû, bi çekê hatin qetilkirin. Ev kuştin nîşan dide ku tevî biryara astengkirinê ya li kiryaran dewletê erka xwe ya parastinê pêk naîne.”

‘Divê Peymana Stenbolê ji nû ve bê îmzekirin’

Hatîce Bagci Qanûna bi hejmara 6284an bi bîr xist û wiha axivî: “Qanûna bi hejmara 6284an a ‘Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tundiya li Dijî Jinê’ ku di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de yek ji bingehên qanûnî ye, ji bo parastina jinan mekanîzmayek bû. Divê Peymana Stenbolê ji nû ve bê îmzekirin. Qanûna bi hejmara 6284 bi temamî û bi rêk û pêk bê bicihanîn, biryarên astengkirinê bi awayekî bi bandor bên şopandin, li hember memûrên cemaweriyê yên ku di pêkanîna qanûnê de xemsarî dikin, tedbîrên dadwerî û îdarî bên girtin, ji ti rêziknameyên ku sûcdaran diparêzin re, destûr neyê dayîn, polîtîkayên ku newekheviya zayendî xurt dikin divê bên astengkirin.”

Daxûyani bi berzkirina dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” bi dawî bû.

Etîket: Gulşen KurtHatîce BagciPlatforma Jinan a Wanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li navçeyên Ebex û Bêgiriyê yên Wanê agirê Newrozê hat pêxistin

Li navçeyên Ebex û Bêgiriyê yên Wanê agirê Newrozê hat pêxistin

11 ADAR 2026
Keskîn Bayindir: Keziyên jinan dê HTŞê jî têk bibe

Keskîn Bayindir: Keziyên jinan dê HTŞê jî têk bibe

29 ÇILE 2026
‘Dinya bêdeng e, em ê bêdeng nemînin’

‘Dinya bêdeng e, em ê bêdeng nemînin’

13 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne