• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cengîz Altûn ê 34 sal berê hatibû kuştin hat bibîranîn

Êlih / AW

24 SIBAT 2026 - 19:00
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnamevan Cengîz Altûn ê 34 sal berê hatibû kuştin li Êlihê ji aliyê gelek rojnavenan ve li ser gora xwe hat bibîranîn û gotin: “Em ê têkoşîna wî berdewam bikin û ew ê neyê jibîrkirin.”

Rojnamevan Cengiz Altûn ê ku di 24ê sibata 1992an de li Êlihê di êrîşeke çekdarî de hatibû qetilkirin, li ser gora xwe ya li taxa Çamlıcayê hate bîranîn. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û malbata Cengîz Altûn beşdarî bîranînê bûn.

Endamê MEBYA-DERê Şafî Aratemûr di bîranînê de axivî û diyar kir ku Cengîz Altûn rojnamevanek bû û got: “Wî li ser muameleya xerab a li Kurdistanê dît û nivîsand. Dewletê rojnamevanên ku dibûn dengê gel dikirin hedef û dikuştin. Wan ev yek bi alîkariya çete û rêxistinên mîna Hizbullahê dikir. Ji ber vê yekê, em ê tu carî hevalê xwe Cengîz Altûn ji bîr nekin.”

‘Em ê şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr bînin’

Birayê Cengîz Altûn Azad Altun jî anî ziman ku her kes li vê herêmê bi awayek giran li ber xwe dida û got: “Lê ew rojnamevan û pêşengên berxwedana îro bûn. Wan bi canê xwe bedel dan. Lê bi hişmendiya ku wan eşkere kir, wan barekî giran jî li ser me hiştin. Bê guman rewşenbîr û rojnamevanên Kurd demên xirab derbas kirin e û her tim wisa bûye. Kurd bi kuştinê nayên qedandin. Cengîz hate kuştin, lê bi hezaran kesên weke wî têkoşîn domandin. Bi gihandina hewldanên wan ji bo qonaxek pêşkeftîtir, em ê şehîdên xwe bi rêzdarî bibîr bînin.”

‘Hê jî kujer nehatine darizandin’

Rojnamevan Bîlal Gundem jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku sûcdarên rojnamevanên hatine kuştine ji hêla dewletê ve têne zanîn û got: “Heta niha hê jî kujer nehatine darizandin û naxwazin sûcdarên kuştinên Çapemeniya Azad werin aşkerekirin.”

‘Wan mîrateyek rojnamevaniya bi rûmet li pey xwe hiştin’

Herî dawî Hevseroka DFGê Kesîra Onel jî axivî û got: “Hevalê me Cengîz 34 sal berê ji hêla Hîzbulkontrayê ve hate qetilkirin. Hevalên me yên ku di lêgerîna rastiyê de bedel dan, rêya me ronî kirin. Wan mîrateyek rojnamegeriya bi rûmet li pey xwe hiştin. Em ê bi vê hişmendiyê rojnamegeriya xwe bidomînin.”

Piştre girseyê 34 qurnefîl li ser gora Cengîz Altûn danîn.

 

Etîket: BîranînCengîz AltunÊlihgor
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

Komkujiya Vartînîsê hat şermezarkirin: Divê kujer bên cezakirin

3 COTMEH 2026
‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

‘Ew ji bo jiyaneke wekhev bûn cangoriyên azadiyê’

3 COTMEH 2026
Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

Li Êlihê jî welatiyan dest bi çinîna tutunê kiriye

25 ÎLON 2026
‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

16 ÎLON 2026
Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne