• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ÎHD: Li girtîgehan sala 2025an bi îşkence û binpêkirinan derbas bû

Stenbol / AW

24 SIBAT 2026 - 14:57
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Komîsyona Girtîgehan ya Şaxa ÎHDê ya Stenbolê di rapora girtîgehan de diyar kir ku sala 2025an bi îşkence û binpêkirina mafan derbas bûye û di encama van pêkanînan de 18 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Komîsyona Girtîgehan ya Şaxa Komaleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li avahiya xwe Rapora Girtîgehan a 2025an aşkere kir. Endam û rêveberên Şaxa ÎHDê ya Stenbolê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Komîsyona Girtîgehan ya Şaxê Semîray Yilmaz ve hate xwendin.

Ji girtîgeha 161 serlêdan hatin’

Semîray Yilmaz îstatîstîkên derbarê girtî û girtîgehan de dan û ev agahî hatin parvekirin: “Berî 2yê Çileyê di girtîgehan de 402 hezar 14 girtî hebûn, kapasîteya girtîgehan 305 hezar 286 e. 96 hezar 728 girtî zêdeyî kapasîteyê girtîgehan tên girtin. Bi giştî di sala 2025an de ji 18 girtîgehên herêma Marmarayê, bi giştî jî 40 girtîgehan serlêdan ji ÎHDê çê bûn. Di sala 2025an de meha Çile 13, Sibat 15, Adar 8, Nîsan 15, Gulan 18, Hezîran 19, Tirmeh 18, Tebax 15, Îlon 26, Cotmeh 13 Mijdar 18 û Kanûnê 16 bi giştî jî 161 serlêdan çêbûne.”

‘Di salekê de 5 hezar 270 binpêkirin hatin tespîtkirin’

Têkildarî binpêkirinên mafan jî Semîray Yilmaz ev xal destnîşan kirin: “Meha Çile 335, Sibat 438, Adar 59, Nîsan 292, Gulan 390, Hezîran 373, Tirmeh 379, Tebax 297, Îlon 506, Cotmeh 115, Mijdar 341 û Kanûnê de 557 îhlal hatin tespîtkirin. Di sala 2025an de bi giştî 4 hezar 086 îhlal li herêma Marmarayê pêk hatin. Wekî din lêkolîna li ser çapemeniyê û girtîgehên din jî di sala 2025an de 5 hezar 270 binpêkirinên mafan çêbûn. Her ku diçe rewşa girtîgehan dijwartir dibe.”

‘Di girtîgehan de 18 kesan jiyana xwe ji dest da’

Semîray Yilmaz balkişand ser xeteriya li girtîgehan tê jiyîn û ev agahî parvekirin: “Di girtîgehan de rewşa xeternak di sala 2025an de jî berdewam kir. Gelek binpêkirinên mafan derketin holê. Girtiyan nekarîn xwe bigihînin mafên xwe yên herî rewa û gelek girtiyan di girtîhan de jiyana xwe ji dest dan. Mafê jiyanê yê girtiyan hate binpêkirin. 2 kes ji herêma Marmara 16 kes jî ji derveyî Marmarayê bi giştî 18 kesan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan.”

‘Hejmara girtiyan di 2029an de zêde bû’

Li ser zêdebûna hejmara girtiyan jî Semîray Yilmaz axivî û got ku hejmara girtiyan di sala 2026an de dîsa zêde bûye. Semîray Yilmaz ev tişt gotin: “Ji 2yê Sibatê şûnde hejmara kesên girtî bûye 407 hezar 266 kes. Kapasîteya girtîgehan bi giştî 305 hezar 286 e. 102 hezar 310 girtî îro zêdeyî kapasîteyê girtîgehan tên girtin.”

Etîket: binpêkirina mafangritîgehÎHDSemîray Yilmaz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

Rûniştina Fyê: Nexweşê penceşêrê Hamdullah Aydemîr berdin

8 TEBAX 2026
Aqûbeta windayan hat pirsîn

Aqûbeta windayan hat pirsîn

1 TEBAX 2026
Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

Kerem Canpolat: Li dijî girtiyên nexweş nêzîkatiyeke dijminane heye

29 TÎRMEH 2026
Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

Heyeta ÎHDê serdana çar girtîgehan kir: Tecrîd û binpêkirinên cidî hene

27 TÎRMEH 2026
ÎHDya Îzmîrê: Demildest Kazim Avci berdin

ÎHDya Îzmîrê: Demildest Kazim Avci berdin

25 TÎRMEH 2026
Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

Nobeta Aştiyê didome: Aştî bi gavên hiqûqî mîsoger dibe

24 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne