• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

NRLS: Hikumet li herêmên Rêveberiya Xweser sûcên şer pêk tîne

Wan / AW

23 SIBAT 2026 - 21:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS), derbarê êrişên hêzên çekdar ên Hikumeta Demkî ya Şamê yên li ser Bakur û Rojhiatê Sûriyeyê, raporek aşkere kir. Di raporê de hat diyarkirin ku ji serê sala 2026an ve, li dijî sivîlan pegala qirkirin, revandin û birçîhiştinê tê meşandin.

Hêzên çekdar ên Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê di 6ê çileyê de êrişî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê kiribû. Piştî çend rojan heman hêzan êrişî bajarên Reqa, Tebqa û Deyrazor kiribûn. Hêzên Sûriya Demokratîk di demeke kin de ji bo ku di navbera gelê Kurd û gelê Ereb de şerekî giran dernekeve biryara ji van bajaran paş ve vekişe dabû. Lê hêzên HTŞê jin û zar jî di nav de êrişî sivîlan kiribû. Di encama xwedî li Rojava derketina gelê Kurd û berxwedana hêzên HSDê de, di 29ê çileyê de, di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hikumeta Demkî ya Şamê de peymenek hatibû îmzekirin. Ruxmê vê peymanê jî dorpoêça li ser Kobaniyê hê jî didome.

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava (NRLS), derbarê êrişên hêzên çekdar ên Hikumeta Demkî ya Şamê yên li ser Bakûr û Rojhiatê Sûriyeyê, raporek aşkere kir.

Bîlançoya mirinê: 1.200 kesî jiyana xwe ji dest da

Li gorî raporê, êrişên ku bi awayekî sîstematîk tên meşandin, bîlançoyeke giran a mirovî li pey xwe hiştiye. Hat ragihandin ku heta niha herî kêm 1.200 kes hatine kuştin ku piraniya wan jin û zarok in. NRLS balê dikişîne ku ev êriş ne tenê leşkerî ne, lê rasterast vîna gelê herêmê dikin armanc.

Wendayî û êşkenceya li girtîgehan

Daneyên raporê binpêkirina mafan wiha radixe ber çavan. Li gorî van daneyan Zêdetirî 2.000 sivîl ji aliyê çekdarên rejîmê ve hatine revandin. Çarenûsa 526 kesan nayê zanîn û malbatên wan di nava fikarên mezin de ne. Rejîm cenazeyên 270 qurbaniyan nade malbatên wan. Hat piştrastkirin ku li girtîgehên Şeqîf û Helebê li 1.000 girtiyan êşkenceyên giran tên kirin.

Pêleke nû ya koçberiyê

Rapor balê dikişîne li ser rewşa koçberiyiyê jî û van agahiyan dide: “Ji ber şer û zextên hêzên hikûmetê, bi sed hezaran mirov neçar man ku malên xwe biterikînin. Tenê ji Helebê bêtirî 160 hezar kes koçber bûne. Ji herêmên Reqa û Tebqayê jî zêdetirî 100 hezar kesî berê xwe dane herêmên ewle yên Rêveberiya Xweser.”

Dorpêç û birçîhiştin wekî çek tên bikaranîn

NRLS radigihîne ku artêşa Sûriyeyê bajarên Rojava dorpêç kiriye û di derbarê dorpêçê ee jî van agahiyan dide: “Dorpêça li ser Kobanê ji mehekê derbas kir; derman û pêdiviyên jiyanî nakevin bajêr. Li dijî Hesekê jî polîtîkayeke “birçîhiştinê” ya bi zanebûn tê meşandin da ku gel serî bitewîne.” NRLSê herî dawî diyar kir ku ev tablo ne tenê binpêkirina mafan e, lê belê hewildana têkbirina pergala demokratîk a herêmê ye.

Etîket: BîlançoNRLSşerSûcê şerSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pezeşkiyan îdîa kir ku wan êrişî herêmên cîran nekirine

Pezeşkiyan: Qedandina şer girêdayî DYAyê ye

25 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

12 ÎLON 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

12 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne