• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê Kurdî ji pêşdibistanan heta zanîngehan bibe zimanê perwerdehiyê’

Îzmîr / AW

21 SIBAT 2026 - 16:47
Kategorî: CIVAK
A A
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê li Îzmîrê bi boneya 21ê Sibatê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku zimanê Kurdî rûmet û nasnameya gel e û divê Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê.

Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avesta ya Îzmîrê, bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li avahiya komeleya xwe çalakiyek li dar xist. Di çalakiya de ku bi beşdariya gelek kesan pêk hat, piştî axaftinên hevserokan, hunermendan bi stranên Kurdî reng da bernameyê.

Di çalakiyê de pankarta “21ê Sibatê roja zimanê dayikê ya cîhanî piroz be” hate vekirin û gelek caran dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” hate berzkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Komeleyê Ramazan Kaygisiz ve hat xwendin.

‘Bila astengiyên li ser Kurdî bên rakirin”

Ramazan Kaygisiz di daxuyaniya xwe de bal kişand ser pêvajoyên aşitî civaka demokratîk û bang li rayedarên dewletê kir û got: “Ji Cotmeha 2024an û vir ve hevdîtinên têne kirin girîng in. Daxwaza me ew e ku hemû astengiyên li ber çand, ziman û nasnameya Kurdî bêne rakirin. Divê statuya gelê Kurd û daxwaza perwerdehiya bi Kurdî bikeve meriyetê. Zimanê kurdî; hebûn, rûmet û nasnameya gelê Kurd e. Heya ku Kurdî li vê welatî nebe zimanê fermî û ji pêşdibistanê heta zanîngehê nebe zimanê perwerdehiyê, têkoşîna me ya parastina nirxên neteweyî dê berdewam bike. Zimanê me rûmeta me ye, zimanê me hebûna me ye.”

‘Eger ziman neyê axaftin dimire’

Piştî daxuyaniyê, Hevseroka Komeleya Avestayê Kurdiye Irgat jî axivî û bal kişand ser xetereya li ser Kurdî. Kurdiye Irgat destnîşan kir ku ziman mîna mirovan zindî ye û got: “Heke ziman neyê axaftin, dimire. Li gorî lêkolînên UNESCOyê, li cîhanê 7 hezar ziman hene û ji van 2 hezar û 500 ziman li ber windabûnê ne. Ji sala 1950yî ve 250 ziman tune bûne. Ev nîşan dide ku heke zimanê gelekî neyê naskirin, ew ziman winda dibe. Em wekî Avesta daxwaz dikin ku zimanê me bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê.”

Çalakî piştî şahiya stranan bi dawî bû.

Etîket: 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya CîhanêKomeleya Lêkolînên Çand û Ziman Avesta ya ÎzmîrêStatuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026
Mamosteyên ANKAyê: Divê malbat zarokên xwe ji bo zimanê xwe bînin vir

Mamosteyên ANKAyê: Divê malbat zarokên xwe ji bo zimanê xwe bînin vir

10 ÎLON 2026
Saziyên ziman dê li Stenbolê ji bo Kurdî dakevin qadan

Saziyên ziman dê li Stenbolê ji bo Kurdî dakevin qadan

9 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

4 TEBAX 2026
Biryara Konferansa Zimanê Kurdî: Ji bo Kirmanckî wê sazî û televîzyonek werin avakirin

Biryara Konferansa Zimanê Kurdî: Ji bo Kirmanckî wê sazî û televîzyonek werin avakirin

13 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne