• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Polîtîkayên navendîbûnê yên Hikûmeta Demkî pevçûnan kûr dike

Navenda Nûçe / AW

21 SIBAT 2026 - 11:16
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Israra Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ya avakirina netew dewletek navendî piştî hewildanên komkujiyê yên li dijî Durzî, Elewî, Xiristiyan û Kurdan niha jî dibe sedema pevçûnên bi eşîrên Ereb re û kaosê kûr dike. Piştî Reqa û Dêrezorê niha jî li Derayê di navbera gel û komên rejîma Şamê de pevçûnan des pê kir.

Hikûmeta Demkî ya Sûriyê bi aqildanetiya Tirkiyeyê hewil dide rejîmek despotîk a li ser esabê netew dewletek navendî ava bike. Lê rejîm çiqas hewil dide polîtîkayên navendî û yekperestiyê bi cih bîne ew qas bi netew, bawerî û eşîran re pervçûn û qeyranê kûr dike. Piştî êrişên li di jî Elewî, Durzî, Xiristiyan û Kurdan rejîm niha jî hewil dide yekperestiyê li ser eşîr û komên sekûler ên Ereb ferz bike. Polîtîkayên navendîbûnê ji hemû beşên civakê berdekek mezin dibîne.

Li Reqa û Dêrezorê pevçûn berfireh dibin

Piştî vekişiyana Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) komên Hikûmeta Demkî li van bajaran bi cih bûn û hewildan hemû beşên civakê bigirin bin bandora xwe. Ligel eşirên di bin serweriya HSDê de hînî rêveberiya xweser bûyîn bi awayek tund li dijî vê polîtîkayê derdikevin. Dubendiya li ser vê mijarê dibin sedema pevçûn û şerên di navbera eşîran û komên Hikûmeta Demkî. Pevçûnên bi taybetî li ser kontrolkirin û pay girtina kanên petrolê û deriyên sînor derdikeve holê hindî diçe kûr dibin. Heta niha hikûmeta destdaniye ser gelek kanên petrolê û eşîr jî wekî bersivdayînê van kanan dişewitînin û li dijî rejîma Şamê çalakiyên çekdarî û sivîl pêk tînin.

Li Darayê pevçûnan dest pê kir

Piştî Dêrezor û Reqayê niha jî pevçûn li parêzgeha dikeve başûrê Sûriyê dest pê kirin. Li parêzgeha Derayê ku dikeve başûrê Sûriyeyê, di navbera hêzên Hikûmeta Demkî ku piraniya wan HTŞyî ne û milîsên herêmî yên tê gotin bi Ehmed el-Awda re girêdayî ne de pevçûn derket. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku li hin deveran pevçûnên demdirêj pêk hatine.

Li gorî çavkaniyên herêmî yên li bajarokên Busra el-Şam û el-Hirakê pevçûnan piştî hewldanekî suîqestê ya li dijî Ehmed el-Awda dest pê kirine. Lê ev îdîa hêj ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatiye piştrastkirin.

Çalakiyên hevdem hatin kirin

Çavkaniyan ragihand ku li dijî sengerên hêzên Hikûmeta Demkî yên li Derayê û bi taybetî yên li bajaroka el-Hirakê bi awayek hevdem êrişên mûşekên RPG pêk hatine. Hate zanîn ku di dema pevçûnan de li Busra el-Şamê çend erebeyên hêzên Hikûmeta Demkî hatine şewitandin.

Hikûmeta Demkî qedexe ragihand lê agahî neda

Ji aliyê din ve konvoyeke leşkerî ya girêdayî Hikûmeta Demkî bi boneya pevçûnan ber bi Derayê ve hatiye şandin. Çavkaniyan ragihand ku piştî ku hêzên Şamê gihîştin herêmê li gelek bajarokên gundewarê Derayê qedexeya derketina kolanan ragihandine.

Hate zanîn ku rewşa ewlehiyê li herêmê hêj nezelal e û tê gotin ku carinan dengên çekan hîn jî tên bihîstin. Heta niha ji aliyê Hikûmeta Demkî ve daxuyaniyeke berfireh li ser bûyeran nehatiye dayîn.

Etîket: Durzî û XiristiyananElewîêrişên li ser KurdHikûmeta Demkî ya Sûriyêşerê eşîran û rejîma Şamê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

Ji bo Elewiyên li Sûriyeyê kampanyaya îmzayan hat destpêkirin

10 HEZÎRAN 2026
Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

Li dijî Elewî û Durziyên li Sûriyeyê kampanyaya nefretê

2 HEZÎRAN 2026
Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

Ji DEM Partiyê peyama Komkujiya Çorûmê

29 GULAN 2026
‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

‘Demildest Betul Alluş ji destê HTŞê rizgar bikin’

14 GULAN 2026
Ji rêxistinên jinan kampanyaya piştgiriya YPJê: Divê wekî hêzek fermî bê nasîn

Ji rêxistinên jinan kampanyaya piştgiriya YPJê: Divê wekî hêzek fermî bê nasîn

26 NÎSAN 2026
Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

Gultan Kişanak di çarçoveya ‘civînên baweriyan’ de bi jinan re civiya

7 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne