• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Baroya Amedê: Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin

Amed / AW

18 SIBAT 2026 - 12:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Baroya Amedê rapora xwe ya bi navê “Pêşniyar û Nêrînên Hiqûqî yên Têkildarî Pêvajoya Aştiya Civakî û Entegrasyonê” bi civîna çapemeniyê li avahiya xwe eşkere kir. Baroyê di rapora xwe de xwest ku Komîsyona Meclisê fesixkirina PKKê tespît bike û PKK ji lîsteya terorê bê derxistin.

Baroya Amedê rapora xwe ya bi navê “Pêşniyar û Nêrînên Hiqûqî yên Têkildarî Pêvajoya Aştiya Civakî û Entegrasyonê” bi civîna çapemeniyê li avahiya xwe eşkere kir. Beriya rapor bê aşkerekirin Cîgira Serokê Baroyê Amedê Şîlan Çelîk daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de Şîlan Çelîk got ku ev rapor ji encamên lêkolînên dirêj û nirxandinên hiqûqî yên berfireh pêk hatiye û armanca wê avakirina bingehên hiqûqî yên aştiyeke domdar e. Şîlan Çelîk di axaftina xwe de got: “Em bawer dikin ku pêvajoya aştiya civakî bê edalet û bê pejirandina rastiyê pêk nayê. Aştiya rast tenê bi naskirina êş û ziyanên borî û bi berpirsyariyê dikare were avakirin.”

Şîlan Çelîk hevdîtinên ku Komîsyona Meclisê bi partiyên siyasî û sazî û dezgehên civakî re pêk anî bi bîr xist û wiha got: “Di vê qonaxê de, pêdiviya herî bingehîn ji bo pêşveçûna pêvajoyê ber bi aştiyeke mayînde ev e; Avakirina çarçoveyeke hiqûqî ya taybet e ku bidawîbûna pevçûnên çekdarî bi garantiyên qanûnî ve girê dide, entegrasyona civakî derdixe holê û bi prensîbên dewleta hiqûqê ya demokratîk re lihevhatî ye.”

‘Divê dewlet rola xwe ya bingehîn bilîze’

Şîlan Çelîk bi lêv kir ku di nav lêkolîna wan de nêrîn û pêşniyarên wan ên berfireh hene ku pêvajoya entegrasyonê divê li ser bingeha mafên mirovan, serweriya hiqûqê û prensîbên demokratîkbûnê were meşandin. Şîlan Çelîkê anî ziman ku divê dewlet di vê pêvajoyê de rola xwe ya bingehîn bilîze û şertên hiqûqî û siyasî yên pêwîst biafirîne. Şîlan Çelîk bang kir ku hemû aliyên civakî û dewletî bi berpirsiyarî tev li vê pêvajoyê bibin û got: “Ev rapor ne tenê belgeyek hiqûqî ye, her wiha bangek e ji bo avakirina aştiyeke domdar, adil û li ser bingehên rastiyê.”

Baroyê pêşniyarên xwe rêz kirine

Şîlan Çelîk pişt re rapora ku ji pênc beşan pêk tê ji rayagiştî re aşkere kir. Di van beşan de rewşa hiqûqî ya heyî, encamên pevçûnên borî, berpirsyariya dewletê, mekanîzmayên edaletê û rêyên entegrasyona civakî hatine nirxandin. Di raporê de her wiha hatiye destnîşan kirin ku pêvajoya aştiyê divê bi beşdariya aktîf a civakê, rêxistinên sivîl û şertên demokratîk were meşandin. Baroya Amedê di dawiya raporê de pêşniyarên xwe rêz kirine. Pêşniyarên Baroyê wiha ne: “Divê pêvajoya entegrasyonê bi awayekî hiqûqî bê garantîkirin. Divê ‘Qanûna Têkoşîna bi Terorê re’ bê betalkirin. Divê ji aliyê Komîsyona Meclisê ve fesixkirina PKKê bê tespîtkirin û ji ber PKKê çek danîne divê ji lîsteya terorê bê derxistin. Ji bo entegrasyona jin û ciwanan divê polîtîkayeke taybet bê diyarkirin. Ji bo ku demokratîkbûn û reformên hiqûqî û pêvajoya entegrasyonê mayînde be, divê prensîbên hiqûqa demokratîk ên Tirkiyeyê werin xurtkirin. Divê komîsyonên heqîqet, selihîn û hafizaya civakî bên avakirin. Divê hevkariya navneteweyî were misogerkirin.”

 

Etîket: Baroya AmedêRapora têkildarî pêvajoyêŞîlan Çelîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Baroya Amedê bi merasîmeke girseyî avahiya xwe ya nû vekir

Baroya Amedê bi merasîmeke girseyî avahiya xwe ya nû vekir

5 COTMEH 2026
Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

2 COTMEH 2026
Baroya Amedê: Em ê heqîqetê derxin holê û li ber neheqiyan rabin

Baroya Amedê: Em ê heqîqetê derxin holê û li ber neheqiyan rabin

1 ÎLON 2026
Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

20 HEZÎRAN 2026
‘Mafê gelê Rojava di bin temînata hiqûqa navneteweyî de ye’

‘Mafê gelê Rojava di bin temînata hiqûqa navneteweyî de ye’

21 ÇILE 2026
Ahmet Turk: Di şexsê Leyla Zana de heqaret li Kurdan hat kirin

Ahmet Turk: Di şexsê Leyla Zana de heqaret li Kurdan hat kirin

18 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne