• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Aktivîstên TJAyê: Em ê ji bo azadiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin

Fexredîn Kiliç - Gulîzar Turkoz / AW

18 SIBAT 2026 - 08:31
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – TJAyê duh li Amedê deklarasyona 8ê Adarê eşkere kir. Aktivîstên TJAyê Harîka Peker û Arzû Karaman bang li hemû jinan kirin ku xwe bi rêxistin bikin û gotin: “Em ê di vê 8ê Adarê de hem ji bo aştiyeke mayînde, hem jî ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe bilindtir bikin.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) duh bi dirûşma “Em bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnin” li Qonaxa Cemîl Paşa ya li navçeya Sûrê ya Amedê deklerasyona 8ê Adarê aşkere kir. TJAyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku 8ê Adarê ji bo wan êdî ne tenê rojeke berxwedanê ye di heman demê de pîrozkirina roja avakirina jiyaneke nû ye jî û ev bang li jinan kir: “Ji bo ku em îrade, deng û jiyana xwe bilind bikin, em hemû jinan vedixwînin ku di hefteya 8ê Adarê de tev li berxwedan û avakirinê bibin.”

Aktivîstên TJAyê Harîka Peker û Arzû Karaman têkildarî deklarasyona xwe ya 8ê Adarê û xebatên xwe yên derbarê 8ê Adarê de axivîn.

‘Azadiya jinan bi rêxistinkirina jinan ve girêdayî ye’

Harîka Peker anî ziman ku esasê deklarasyona wan a bingehîn berxwedana Rojava ye û wiha got: “Di nav vê berxwedanê de êrişî paradîgmaya Serokatiyê û êrişî azadiya jinan kirin. Li ser vê yekê em ê di vê 8ê Adarê de têkoşîna li ser vê esasê bigirin dest. Hem yekîtiya jinên Kurd û jinên cîhanê û hem jî yekîtiya gelê Kurd, têkoşîneke pir mezin derket holê. Heke aştiyek hebe, ev aştî bi azadiya jinan ve girêdayî ye. Ji ber wê jî di vê 8ê Adarê de em ê hem ji bo aştiyeke mayînde, hem jî ji bo azadiya jinan têkoşîna xwe bilindtir bikin. Hem di nav civakê de, bi civînên jinan, bi mîtîngên jinan, em ê bi hev re rêxistina xwe mezintir bikin. Tişta herî mezin azadiya jinan bi rêxistinkirina jinan ve girêdayî ye. Her çiqas em rêxistina xwe mezintir bikin, azadiya jinan jî bi wê re mezintir bibe.”

‘Werin em civakeke azad ava bikin’

Harîka Peker bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û wiha got: “Ev pêvajo bi pêşengiya birêz Ocalan dimeşe. Ji bo ku ev pêvajo bi encam bibe, em ê weke jin her tim li pişt vê pêvajoyê bin ku ev pêvajo bi encam bibe. Em ê têkoşîna xwe li ser esasê neteweya demokratîk bimeşînin. Hemû gel û jin bi hev re em ê jiyaneke azad û bêtundî ava bikin. Me ji xwe gotibû ‘em ê bi berxwedanê azad bibin, civakeke demokratîk ava bikin.’ Em ê 8ê Adarê hem li kolanan, hem li qadan û bajaran bi vî rengî pêşwazî bikin û em ê rêxistina xwe mezintir bikin. Banga me ji bo 8ê Adarê, ji bo hemû jinan e ku derkevin qadan, pîroz bikin û xwe bi rêxistin bikin. Tundiya li ser jinan çiqas zêde bibe, li hemberî wê tiştê herî girîng ku em bikin rêxistinbûneke xurt e. Em bang li hemû jinan dikin ku hem xwe bi rêxistin bikin hem jî werin em 8ê Adarê bi hev re pîroz bikin û civakeke azad ava bikin.”

‘Em weke jinên azad xwedî li paradîgmaya birêz Ocalan derdikevin’

Arzû Karaman jî diyar kir ku dixwazin di kesayeta jinan de li hemû cîhanê civakeke kolektîf û exlaqî ava bikin û wiha got: “Em jî weke jinên azad xwedî li paradîgmaya birêz Ocalan derdikevin ku azadiya jinan û civakê digire dest. Bang li hemû jinên cîhanê jî dikin; pêwîste jin xwedî li vê paradîgmayê derbikevin û azadiyê esas bigirin. Zîhnîyeta ku êrişî Rojava kir xwest ku ew şoreşa bi destê jinan hatiye avakirin têk bibin. Naxwazin dengê jinan derkeve. Dema jin di civakê de cih bigirin dê li wê derê wekhevî çêbibe. Di kesayeta paradîgmaya birêz Ocalan de êrişî hemû civakê û azadiya jinan dikin. Êrişî hebûna hemû gelan dikin û naxwazin li Rojhilata Navîn xwişk û biratiya gelan, wekheviya gelan bê avakirin. Ji ber wê jî em weke Tevgera Jinên Azad di serî de li jinên Kurd bang li hemû jinên cîhanê dikin ku xwedî li vê paradîgmayê derbikevin. Em bi vê paradîgmayê dikarin li Rojhilata Navîn pêşengtiyê bikin, azadî û civakeke demokratîk ava bikin.”

‘Banga me li jinan e ku têkoşîna xwe bilind bikin’

Arzû Karaman 8ê Adarê li hemû jinên têkoşer pîroz kir û ev tişt got: “Em careke din heştê adarê li hemû jinên ku îro di çeperên Rojava de li dijî wê zîhniyeta qirêj şer dikin pîroz dikin, em ji hemû hevalên xwe re serkeftinê dixwazin. Banga me li hemû jinan e, em li hevdû xwedî derbikevin, rêxistina xwe mezin bikin, têkoşîna xwe bilind bikin û em civaka demokratîk bidin avakirin. Dema ku civaka demokratîk bê avakirin wê azadî û aştî bê avakirin. Ew ê xwişk û biratiya gelan bê avakirin û di şexsê Rojhilata Navîn de li hemû cîhanê ew ê jin bibin pêşeng, pêşengiya vê azadiyê vê berxwedaniyê bikin. Em xwe bi rêxistin bikin, bila hemû cîhan binêre ku Tevgera Jinên Azad pêşengiya civakeke demokratîk dike.”

Etîket: 8ê Adarê Roja Jinan a CîhanêTevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Li Êlihê şermezarkirina îşkenceyê: Ev bûyer birînek civakî ye

Li Êlihê şermezarkirina îşkenceyê: Ev bûyer birînek civakî ye

27 HEZÎRAN 2026
Li Stenbolê starta ‘Mitînga Azadiyê’: Em ê ji bo Rêbertiya azad li qadan bin

Li Stenbolê starta ‘Mitînga Azadiyê’: Em ê ji bo Rêbertiya azad li qadan bin

16 HEZÎRAN 2026
Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

Di 5 mehan de 118 jin hatine kuştin: Divê jin komunên xwe ava bikin

13 HEZÎRAN 2026
TJA: Divê Rahmî Koç demildest lêborînê ji jinên Kurd bixwaze

TJA: Divê Rahmî Koç demildest lêborînê ji jinên Kurd bixwaze

6 HEZÎRAN 2026
‘Bûka Kurdistanê’ ya berxwedêr: Leyla Qasim

TJAyê Leyla Qasim bi bîr anî: Ew ê di berxwedana me de her bijî

12 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne