• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dayikên Şemiyê li faîlên Ridvan Karakoç pirsîn

Stenbol / AW

14 SIBAT 2026 - 13:41
Kategorî: DARAZ, MANŞET
A A
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya 1090emîn de aqûbeta Ridvan Karakoç ê di sala 1994an de hatiye windakirin û qetilkirin pirsîn.

 

Mirov-Dayikên Şemiyê bi daxwaza winda werin dîtin, kujer bên darizandin di hefteya 1090emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane domandin. Dayikên Şemiyê, rêveberên ÎHDa Stenbolê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan.

Mirov-Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta Ridvan Karakoç pirsîn. Metna daxuyaniyê Mirova Şemiyê Besna Tosun xwend.

‘Qedexeya li ser Qada Galatasarayê bi dawî bikin’

Besna Tosun diyar kir ku ew di çalakiya hefteya 1090an bi bang Wezareta Karên Navxweyî yê nû Murat Çîftçî kir û wiha axivî: “Karê wezaretê, pêkanîna rêk û pêkiya giştî ye û ev jî bi parastina mafên bingehîn û azadiyan pêkan e. Divê demildest qedexeya li ser Qada Galatasarayê bi dawî bibe. Pêywira dewletê ne bêdengkirina xizmên windayan e, parastina mafê peydakirina windayan e.”

Polîs: Ridvan bînin nexwe em ê wî bikujin

Di berdewama axaftina xwe de Besna Tosun anî ziman ku Ridvan Korakoç ê 31salî li Stenbolê dijiya derbarê windakirina wî de ev tişt gotin: “Di nava rêxistinên çand û partiyên siyasî de cih digirt. Di sala 1994an de bi îfadeya kesekî ji bo Ridvan Koç biryara binçavkirinê hatibû dayîn. Polîs li pey Ridvan bû û ji malbata wî re gotibû ku ‘Ridvan ji me re bînin nexwe em wî li ku bibînin dê bikujin.’ Têkiliya Ridvan heta 15ê Sibata 1995an bi malbatê re berdewam kir. Lê piştî 15ê Sibatê malbata wî êdî tu agahî jê negirtin.”

‘Ev 31 sal in lêpirsînek baş nehat li dar xistin’

Besna Tosun destnîşan kir ku malbata Karakoç ji bo aqûbeta Ridvan bibîne serî li her derê da û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Lê di serdana malbatê de tu encam derneketin. Her kes heman tiştê ji malbata rê got, ‘ne li gel me ye.’ Piştî lêgerîna 110 rojan cenazeya Ridvan Karakoç ê ku îşkence lê hatiye kirin li Goristana Bêkesan ya Altinşehîrê hat dîtin. Tevî ku malbatê Ridvan Karakoç digeriya jî, saziyên fermî cinazeya wî li Tiba Edlî rawestandin û wekî ‘nasname ne diyar e’ veşartibûn. Ev 31 sal in lêpirsînek bibandor nehat meşandin. Em di hefteya 1090an de bang berpirsiyaran dikin ku divê demildest di dosyaya Ridvan Karakoç de lêpirsînek baş were kirin. Çend sal derbas bibe jî em ê li aqûbeta tevahî windayan bipirisin.”

‘Em dest ji têkoşîna xwe bernadin’

Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç axivî û diyar kir ku ev 31 sal in birayê wî winda yê û wiha got: “Ne tenê em, bi deh hezaran kes îro aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Lê dengê me nehat bihîstin. Dosya jî piştî 30 salan tê girtin. Hezar sal jî derbas bibe dê têkoşîna me berdewam bike. Em ji dest têkoşîna xwe bernadin.”

‘Aqûbeta windakiriyan tê veşartin’

Di dawiya çalakiyê de parezara Ridvan Karakoç Eren Keskîn axivî û ev tişt gotin: “Ridvan her dem li cem gelê xwe bû. Rojekî got ‘li pey min in, hekê ez te negerim bizane ku min birine.’ Rojekî negeriya me fêm kir Ridvan birine. Pergalek heye û bi vê pergalê aqûbeta kesên di binçav de tên ragirtin û hatine windakirin vedişêrin. Aqûbeta Ridvan jî wîsa bû.”

Beşdaran çalakiya piştî qûrnefîl danîn li Qada Galatasarayê çalakiya xwe bi dawî kirin.

Etîket: Mirov-Dayikên ŞemiyêRidvan KarakoçWindakirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

‘Atîlla Ugur kujerê windayan e’

19 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

5 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Îbrahîm Kartay pirsîn: 32 sal in xeber jê nîn e

27 HEZÎRAN 2026
‘Ji sedî 60ê cangoriyan bê mezel in’

‘Ji sedî 60ê cangoriyan bê mezel in’

24 GULAN 2026
Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

Pervîn Buldan: Windayek hebe faîl jî heye

23 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne