• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Jinan a Îzmirê: Çi hat serê Bahar Taşê?

Îzmîr /AW

13 SIBAT 2026 - 19:21
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Platforma Jinan a Îzmirê (ÎKP) têkildarî mirina biguman a Bahar Taşê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew ê bibin şopdarê doza Bahar Taşê.

Bahar Taş, 9ê Sibatê li navçeya Mîlasê ya Muglayê dema bi hevalên xwe re derketibû gera keştiyê, bi şêweyekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Platforma Jinan a Îzmirê (ÎKP) têkildarî mirina biguman a Bahar Taşê daxuyanî da. ÎKPê di daxuyaniya xwe de pirsa Bahar Taş kir û got: “Piştî kuştina jinan tişta herî talûke daxuyaniyên ku bi niyeta berhêlîkirinê têne weşandin in.”

‘Di mirina Bahar Taşê de gumanên pir mezin hene’

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hê raporên fermî nehatine temamkirin lê daxuyaniyên mîna ‘tu rewşeke gumanbar nîne’ hatine belavkirin. Hat diyarkirin ku nûçeyên wekî ‘krîza dil’ an ‘jehrîbûna karbonmonoksîtê’ wekî rastiyekê hatine pêşkêşkirin, lê ev agahî ne piştrastkirî ne. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hê rapora mirinê nehatibû aşkere kirin, patronê şirketa Oto55ê T.T., mirina Bahar Taşê wekî ‘krîza dil’ da nîşandan. Malbat û parêzerên Baharê dibêjin ku di îfadeyan de nakokî hene û ne ji Saziya Tipa Edlî ne jî ji Serdozgeriyê tu daxuyaniyeke fermî an raporek nehatiye parve kirin. Tevî ku îhtîmala reşkirina delîlan heye jî, patron û xwediyê keştiyê serbest hatine berdan.”

‘Em ê dev ji şopandina vê dozê bernedin’

ÎKPê diyar kir ku di mirina gumanbar a jinan de xetera herî mezin ev daxuyaniyên ‘berhêlîkirin’ in ku hê lêpirsîn bi dawî nebûyî têne parvekirin û gotin: “Divê delîl bi hûrgulî werin komkirin û îfadeyên şahidan ne kêm bin. Lê em gelek caran dibînin ku dixwazin dosyayan bi lez bigirin. Em ji ber polîtîkayên ‘bêcezahiştinê’ qebûl nakin mirina Bahar Taşê ‘bûyereke asayî’ yan jî mirineke ‘sirûştî’ ye. Her sal bi dehan jin bi guman canê xwe ji dest didin; dibêjin ‘ji balkonê ket’, ‘xwe kuşt’ an ‘krîza dil derbas kir’ Lê pirsên malbat û jinan bêbersiv dimînin.”

ÎKPê di dawiya daxuyaniyê de wiha bang li rayedaran kir:

“-Lêpirsîn divê bi şêweyekî şefaf û bêalî bimeşe.

-Hemû daxwazên parêzeran ên wekî qeydên HTS, dîmenên kamerayan û peyamên dîjîtal li ser lêkolîn bêne kirin.

-Divê raporên edlî bi raya giştî re bên parvekirin.”

Platformê daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Heta ku pirsa ‘Çi hat serê Bahar Taşê?’ bê dayîn û rastî derkeve holê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Etîket: Bahar TaşdaxuyanîİzmirJin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne