• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Heke pêvajo bi ser bikeve wê jin civakek rêxistinkirî bi rê ve bibin’

Besna Edîş / AW

13 SIBAT 2026 - 09:03
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Wan – Siyasetmedarên jin ên Wanê derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de diyar kirin ku civak bi destê jinan bi ruh û zindî dibe û gotin: “Heke ev pêvajo bi ser keve dê jin bi hêz, vîn, deng û rengê xwe, civaka xwe bi rê ve bibin.”

Bi banga Serokê MHPê Devlet Bahçelî û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibata 2025an de pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” dest pê kir. Taybetî li Kurdistanê gelek beşên civakê piştgiriyek xurt dan vê pêvajoyê. Siyasetmedarên jin ên Wanê ku xwe bi paradîgmaya azadiya jinan bi rêxistin dikin derbarê pêvajoyê ji ajanse me re axivîn.

‘Hişmendiya netewdewletan wê ji holê rabe’

Hevşaredara Elbakê Şengûl Polat derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de da zanîn ku heke civakeke demokratîk pêk were wê jin li her qadê bi gotina xwe, dengê xwe û zimanê xwe bikaribin her tiştî bikin û got: “Rolên ku hişmendiya netewdewletan ji bo jinan ava kirine wê di civaka demokratîk de ev rol ji holê rabin. Ji derveyî vîna jinê tu kes nikare ji bo jinê rolekê an jî qadekê diyar bike. Bi her awayekî wê jin bi xwe biryara xwe bide, qada xwe diyar bike û helwesta xwe nîşan bide.”

‘Civak bi destê jinan bi ruh dibe’ 

Şengul Polat bi bîr xist ku li Rojavayê Kurdistanê çeteyan bi piştgiriya netewdewletan, pêşî êrişî jinan kir û wiha axivî: “Li Rojava êrişî rêxistinbûna jinan kirin. Li Rojava bi jêkirina keziyên jinan bi tundiya li ser bedena jinan em dibînin ku heke şer hebe windakirinên jinan çine û heke civakeke demokratîk hebe wê qazancên jinan çibin. Jin civakê rêxistin dike, civak bi destê jinan bi ruh dibe.”

‘Jin azadiya xwe di azadiya civakê de dibîne’

Siyasetmedar Edîbe Babûr jî bi bîr xist ku heke pêvajoya aştî û civaka demokratîk pêk were wê destkeftiyên jinan zêdetir bibin û got: “Ev pêvajo ji bo me jinan pir watedare ku jinên Kurd ji bo cîhane dibe mînak. Lewma divê em jin di vê pêvajoyê de azadiya xwe pêk binîn. Ji ber ku ev pêvajo bi keda jinê hatiye vê astê. Helbet ev pêvajo birêz Abdullah Ocalan daye destpêkirin lê Abdullah Ocalan jî dibêje ‘azadiya jinê bi azadiya civakê ve girêdayî ye’. Lewma divê em vê pêvajoyê bigihînine serkeftinê. Serkeftina vê pêvajoyê ji bo pêşeroja jinan, zarokan, ciwanan û tevahî civekêye. Jin tenê ji bo xwe azadî û aramiyê na gere. Jin azadîya xwe bi azadî û aramiya tevahî civakê û gelan ve dibîne. Lewma ji bo ev pêvajo serbikeve emê li her qadekê xwe rêxistin bikin û emê bigihînine serkeftinê.”

Edîbe Babûr di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên Kurdistanê û cîhanê kir u got: “Heke jin azadiya xwe bixwazin divê rabin ser pêyan û bi hev re ji bo aramî, azadî û serkeftinê li ber xwe bidin.”

‘Heya jin azad nebe civak jî azad nabe’

Hevşaredara Payîzavayê Mukaddes Karakoç jî bi lêv kir ku bi serkeftina pêvajoya aştî û civaka demokratîk pirsgirêkên hemû qadên civakê wê çareser bibin û got: “Pirsgirêkên qada çand, huner, perwerde, aborî, tenduristî, hwd. wê çareser bibin. Ciwanên û zarokên me yên ku madeyê hişbirê bi kar tinîn wê pêşî li wa bê girtin. Helbet tişta herî giring pêşketina jinê ye ku heke jin azad nebe civak jî azad nabe. Tê zanîn ku heya îro her tiştê jine hatiye deste serkirîn û ne hiştine jin bi vîna xwe dengê xwe bike. Lewma ev pêvajo serbikeve wê di cihanê de bibe mînak. Em dizanin ku tevgera jinê ne tenê jinên Kurd li tevahî jinên cihanê xwedî derdikeve û mafên wan diparezê. Lewma ev pêvajo serbikeve wê aramî û azadî pêk were.”

Etîket: Pêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkTêkoşîna Jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026
Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

Xelkê Amedê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê li pêş bixe

9 ÎLON 2026
Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

3 ÎLON 2026
‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

2 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne