• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Komeleya Wêjekarên Kurd ji Bozarslan re sersaxî xwest

Navenda Nûçeyan /AW

10 SIBAT 2026 - 12:15
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Komeleya Wêjekarên Kurd têkildarî wefata nivîskar Mehmet Emîn Bozarslan daxuyaniyeke sersaxiyê weşand û wiha got: “Keda wî, dê rêya wêjeya Kurdî her dem ronî bike.”

Nivîskar û wergervan Mehmet Emîn Bozarslan ê ku 1934an de li navçeya Licê ya Amedê hatiye dinyayê û bi salan ji bo zimanê Kurdî xebatên bêhempa meşand, di 90 saliya xwe de li bajarê Uppsala ya Swêdê jiyana xwe ji dest da. Komeleya Wêjekarên Kurd bi serenavê “Çiraya me ya hîmdar Mihemed Emîn Bozarslan çû ser dilovaniya xwe” ji bo sersaxiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘Ew di tariyên herî reş de birca ronahiyê ya zimanê Kurdî bû’

Komeleyê di daxuyaniya xwe de got ku “Bi xemgîniyeke kûr em hîn bûn ku kedkarê mezin ê ziman, dîrok û wêjeya Kurdî, nivîskar û lêkolînerê hêja Mihemed Emîn Bozarslan li sirgûnê, li bajarê Uppsalaya Siwêdê koça dawî kiriye” û wiha bi lêv kir: “Mihemed Emîn Bozarslan ne tenê nivîskarek bû; ew di tariyên herî reş de birca ronahiyê ya zimanê Kurdî bû. Bi xebatên xwe yên li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî, bi Alfabeya xwe ya Kurdî, bi çîrokên xwe yên keda gel û bi lêkolînên xwe yên dîrokî, wî bingeha wêjeya modern a Bakurê Kurdistanê xurt kir.”

‘Wefata vî zanyarê mezin ji bo hemû gelê Kurd windahiyeke mezin e’

Komeleyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Ew çinareke zanyariyê bû ku temenê xwe di bin zext û sirgûnê de, lê bi serbilindî di xizmeta miletê xwe de derbas kir. Ked û xebatên wî yên li ser hîmên çand û nasnameya Kurdî, ji bo nifşên nû dê her dem bibe rêber û çavkaniyeke bêhempa. Weke Komeleya Wêjekarên Kurd, em wefata vî zanyarê mezin wekî windahiyeke mezin ji bo hemû gelê Kurd û wêjeya cîhanê dibînin. Em sersaxiyê di serî de ji malbata wî re, ji dost û hevalên wî re û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin. Keda wî, dê rêya wêjeya Kurdî herdem ronî bike.”

Etîket: daxuyaniya sersaxiyêKomeleya Wêjekarên Kurdnivîskar Mehmet Emîn Bozarslan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Ji bo civakek azad bibe divê beriya her tiştî wêjeya wî azad be’

‘Ji bo civakek azad bibe divê beriya her tiştî wêjeya wî azad be’

24 TÎRMEH 2026
Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

14 HEZÎRAN 2026
Serlêdanên pêşbirka ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê’ berdewam dikin

Serlêdanên pêşbirka ‘Bi Çîrokekê Bihar Tê’ berdewam dikin

10 NÎSAN 2026
Li Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo Ehmed Huseynî şîn hate danîn

Li Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo Ehmed Huseynî şîn hate danîn

12 ADAR 2026
Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

Ji bo Ehmed Huseynî dê li Amedê du roj şîn bê danîn

11 ADAR 2026
Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

Li Gimgimê panela ziman: Heta em bi zimanê xwe neaxivin wê talûke bidome

1 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne