• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê Deriyê Murşîdpinarê demildest bê vekirin’

Wan / AW

6 SIBAT 2026 - 16:15
Kategorî: MANŞET
A A
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk têkildarî dorpêça li ser Kobanê daxuyanî da û diyar kir ku vekirina Deriyê Murşîdpinarê ne tene ji bo alîkariya mirovî dê watedar be, di heman demê de ji bo dawîkirina helwesta neyînî ya li dijî Kobanê jî şansekî girîng e.
Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ji bo ku Deriyê Murşîdpinarê bê vekirin û alîkariya mirovî bigihêje Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.  Însiyatîfê di daxuyaniyê de bal kişand ser rewşa sivîlan û da zanîn ku li Sûriyeyê ji ber êrîşan ji sala 2018an heta roja îro bi sed hezaran Kurd koçber bûne û wiha domand:
“Herî dawî di nava meha çile de dîsa bi sed hezaran gelê sivîl neçar man û ji war û malen xwe derketin. Bi zêdebûna hêjmara koçberan li hin bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêdiviya alikariyê jî zêde bûye. Bi taybetî, ji ber dorpêça li ser Kobanê ku 18 roj in didome, nêzikî 500 hezar kes di nava şert û mercên dijwar de dijîn.  Her çiqas êrîşên leşkerî rawestiyan bin jî dorpêça li ser Kobanê hê jî bi dawî nebûye. Heta niha ji ber sermayê 6 zarokan canê xwe ji dest dan, bi sed hezaran sivîl bê av û bê ceyran hatin hiştin û înternet hat qutkirin. Tevî roj bi roj kûrtirbûna qeyrana mirovî li Kobanê rê nehat vekirin ku gelê Kurdistana Başûr û Bakur, alikariya mirovî demildest bigihînin xwişk û birayên xwe yên li Kobanê dijîn.
‘Hikumeta AKPê rê neda ku alîkarî derbasî Kobanê bibe’ 
Di berdewama daxuyaniyê de îşaret bi helwesta AKPê hat kirin û ev tişt hatin gotin: “Di çarçoveya alikariya mirovî de ji aliyê Platforma Piştgirî û Parastina Amedê jî çend roj berê ji bo Kobanê alîkarî hat komkirin. Karwana alîkariyê ku bi barên xwe yên ji av, şîr, betanî, xwarin, kelûpelên paqijiyê yên jinan û mama pêk tên, ber bi deriyê sînor ê Murşîtpinarê ve bi rê ket lê Hikumeta AKPê rê neda ku alîkarî derbasî Kobanê bibe. Heta ku hewldanên alîkariyê ji aliyê parlamanterekî AKPê ve wekî “şova sîyasî” hatin pênasekirin.”
‘Li Kobanê xwedîderketin erkeke neteweyî ye’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hikumeta AKPê di dorpêça Kobanê de bi Hikumeta Demkî ya Şamê re hevkariyê dike û berdawama daxuyaniyê wiha ye: “Em dixwazin bi bîr bixin ku xwedî derketina li Kobanê tenê ne erkeke mirovî û wijdanî ye, di heman demê de ji bo gelê Kurd erkeke neteweyî ye. Lê em dibînin ku Kobanê tenê ne ji aliyê Hikumeta Demkî ya Şamê ve hatiye dorpêçkirin. Lewra dixuyê ku Hikumeta AKPê jî di dorpêça li ser Kobanê de wekî hevkarê Hikumata Demkî ya Şamê tevdigere. Em vê helwestê şermezar dikin û bang li hemû aliyên sîyasî û civakî dikin ku demildest deriyê sînor ê Murşîtpinarê were vekirin.”
‘Divê AKP nêrîn û nêzikatiya xwe ya neyînî biguhere’ 
Daxuyaniya Însiyatîfê bi vî awayî diqede: “Vekirina deriyê Murşîtpinarê tenê ne ji bo alîkariya mirovî dê watedar be, di heman demê de ji bo bidawîanîna helwesta neyînî ya li hemberî Kobanê şansekî girîng e. Em bang li Hikumeta AKPê dikin ku nêrin û nêzikatiya xwe ya neyînî biguhere û ji bo baweriya li pêvajoya civaka demokratîk û aştiyê jî geştir bibe demildest gavên erênî biavêje. Lewra di serî de Kobanê, tevahiya Rojava ji bo hemû gelê Kurd nîşaneyeke hebûn û nemanê ye. Ji ber vê, divê hemû sazî û partiyên sîyasî yên li Tirkiyeyê li gorî vê realîteyê tevbigerin û piştevaniyeke dilsoz a ji bo a gelê Rojava mezintir bikin.”
Etîket: Însiyatîfa Yekitiya DemokratîkMurşîspinarîvekirin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Dev ji hedefgirtina çapemeniya Kurd berdin

Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk: Dev ji hedefgirtina çapemeniya Kurd berdin

22 NÎSAN 2026
Konferansa Bawerî û Gelan: Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên gelan kir

Konferansa Bawerî û Gelan: Tevgera Azadiyê bandorek erênî li ser têkiliyên gelan kir

11 COTMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne