• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Saziyên wêjeya Kurdî: Rojava çavkaniya yekîtiyê ye

Amed / AW

2 SIBAT 2026 - 15:58
Kategorî: ROJANE
A A
PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û YEW Kurd bi daxuyaniyeke hevpar bal kişandin ser geşedanên li Rojavayê Kurdistanê û ragihandin ku parastina Rojava, parastina Amed, Hewlêr û Mehabadê ye û banga yekîtiyê kirin.

Saziyên wêje û çanda Kurdî; PENa Kurd, Komeleya Wêjekarên Kurd û YEW Kurd, derbarê êriş û geşedanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin. Di daxuyaniyê de bang li nivîskar, hunermend û raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li dijî êrişan bibin yek deng.

Banga yekîtiyê

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku rewşa îro li Rojava diqewime, rûbirûbûneke dîrokî ya “hebûn û tunebûnê” ye. Saziyan diyar kirin ku parastina rûmeta neteweyî tenê bi yekîtiyê pêkan e û ev bang kirin: “Dîrokê gelek caran nîşanî me daye ku perçebûn, têkçûn û binketina herî mezin e. Heta ku em wek netewe nebin yek deng û yek helwest, em ê di nav bahozên siyasî yên Rojhilata Navîn de her tim bêparastin û bêstatu bimînin.”

‘Şoreşa Rojava, Ronesansa jinan e’

Daxuyaniyê bi taybetî bal kişand ser rola jinan ya di nav Şoreşa Rojava de û ew wekî “Ronesansa Jinan’ pênase kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku îro pênûsên jinên Kurd ne tenê dinivîsînin, dîrokê jî ji nû ve ava dikin û wiha hate gotin: “Ew pênûsa jina kurd: Bûye mîrasdarê keziyên jêkirî yên jinxasên me ku di oxira rûmetê de canê xwe dan. Bûye dengê wan jinên ku li kolanan, li çeperan û di malan de li ber xwe didin. Bûye nasnameya rûmeta her jineke ku li dijî bindestiyê serî hildide.
Heta jin azad nebe, civak azad nabe lewma em ê rê nedin ku vîna jinan di nav lîstikên qirêj de winda bibe.”

Banga li cîhanê: Bêdengî şirîkatiya zilmê ye

Nivîskar û rewşenbîrên Kurd bang li saziyên navneteweyî û ronakbîrên cîhanê kirin ku li dijî van êrîşên hovane bêdeng nemînin û gotin: “Modela jiyanê ya li Rojava mîrateya hemû mirovahiyê ye ku daxwaza demokrasiyê di wê modelê de tê kirin.”

‘Pênûs dengê civakê ye’

Saziyên wêjeyî di dawiya daxuyaniyê de diyar kirin ku wê bi pênûsa xwe sînoran rakin, bi ruhê şoreşa jinê azadiyê bînin û bi ramanên xwe yekîtiya dilan ava bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de ev dirûşm hate gotin: “Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e!”

 

Etîket: Komeleya Wêjekarên KurdPENa KurdPiştgiriya RojavaRojavaYEW-KURD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne