• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Geverê serketina Rojava pîroz kir: Em ê statuya Rojava biparêzin

Colemêrg / AW

30 ÇILE 2026 - 17:14
Kategorî: MANŞET
A A
Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrişên li ser Rojava li Geverê meşeke girseyî li dar xist û piştgiriya xwe ji bo Rojava anî ziman.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Colemêrgê li dijî êrişên HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava meşek hate lidarxistin. Bi hezaran kes li ber avahiya DEM Partiyê ya Geverê kom bûn û bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” ber bi Navenda Karsaziyê ya Zagrosê ve meşiyan. Di meşê de pankartên ku keziyên jinan û nivîsa “jin jiyan azadî” li ser bû û “Rojava xeta me ya sor e” hatin vekirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, parlementerên DEM Partiyê yên Colemêrgê, Dayikên Aştiyê, TJA û bi hezaran welatî tev li çalakiyê bûn.

‘Em hovitiyê qebûl nakin’

Parlementer Oznur Bartin li ber Navenda Karsaziyê ya Zagrosê axivî û bi bîr xist ku zarokên Kurd ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane û ev tişt anî ziman: “Em vê hovîtiya li dijî gelê Kurd tê kirin qebûl nakin, û em ê li her deverê li ber xwe bidin. Me ji ber gotina ’em aştiyê dixwazin’ bedelên giran da û gelek can winda kirin. Em ê li ser mîrat û têkoşîna kesên ku ji bo vê dozê jiyana xwe dane têkoşînê mezintir bikin. Hûn ji Kurdan çi dixwazin? Em tenê jiyanek aştî û wekhev dixwazin. Parastina Rojava tê wateya parastina mirovahiyê. Em ê şoreşa jinan a li Rojava biparêzin.”

‘Kurd dê lîstokên we têk bibe’

Piştre hevşaredar Abdullah Zeydan bal kişand ser têkoşîna Kurdan û wiha axivî: “Em ê tu carî destûrê nedin ku statuya Rojava were hilweşandin. Gelê Kurd û ciwanên Kurd li wir bedelên pir giran didin. Cenazeyên hevalên me yên jin ji avahiyan têne avêtin û porê wan tê birîn. Em ê li hember vê zilmê li ber xwe bidin. Me ev çete û her kesê ku piştgiriyê dide wan, tevî hêzên navneteweyî hişyar kiriye. Ev hesab xelet e; ev hesab dê ji Kobanê ji berxwedana gelê Kurd vegere. Ev hesabên xelet dê ji Amed, Hewler û Kerkukê vegere. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hişyarî da hemû welatên Rojhilata Navîn û got ku divê destê aştiyê were dirêjkirin. Îro, berxwedana gelê Kurd li qada navneteweyî tê bihîstin. Armanca me statuya Rojava ye. Gelê Kurd dê hemû lîstikên we têk bibe. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo Rojava têbikoşin. Em ê yekîtiya xwe misoger bikin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin heta ku statuya Rojava were naskirin.”

Piştî axaftinan girse careke din bi dirûşman heta avahiya DEM Partiyê meşiya û çalakî bi dawî bû.

 

Etîket: GevermespiştgiriRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Geverê nexweşxane heye lê bijîşk tune ne: Welatî banga çareseriyê dikin

Li Geverê nexweşxane heye lê bijîşk tune ne: Welatî banga çareseriyê dikin

19 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne