• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Starmer û Xi Jinping: Hevdîtin dê hêzê bide aramiya navneteweyî

Navenda Nûçeyan / AW

29 ÇILE 2026 - 10:41
Kategorî: ANALÎZ, CÎHAN
A A
Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer û Serokê Çînê Xi Jinping li paytexta Çînê Pekînê civiyan. Hat gotin ku rojeva wan zehmetiyên jiopolîtîk bûne.

Ji 2018ehê şûn ve yekemîn serdana Çînê ye ku ji aliyê Serokwezirê Îngilistanê ve pêk tê. Ev serdan ji ber ku di vê serdema aloziya navbera Ewropa û Amerîkayê zêdetir dibe de pêk tê hê bêtir balê dikişîne ser xwe. Ji ber ku di vê serdemê de ji ber siyaseta fişarê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump navbera Amerîka û Ewropayê xera dibe û ber bi kaoseke nediyar ve diçe. Serdana Îngilistanê ya Çînê jî wek pêşketina dijberê vê fişarê tê dîtin û siyaseta danûsitandinên dîplomatîk ên di navbera Ewropa û Çînê de her ku diçe li pêş dikeve. Ji ber vê ye ku ev geşedan her diçe zêdetir balê dikişîne ser xwe û dikeve rojeva raya giştî ya cîhanê.

Hevdîtina Serokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer û Serokê Çînê Xi Jinping li Eywana Gel ya Mezin a Çînê pêk hat. Çîn ji bo serdanên girîng vê eywanê bikar tîne. Starmer di hevdîtinê de pesnê Çînê û lîderê Çînê dide û dibêje: “Çîn di hola cîhanê de xwedî risteke diyarker e.”

Starmer: Çîn û Îngilistan diyalogê li pêş dixe

Starmer li gel van axaftinên xwe bal kişand ser nakokiyên navbera Îngilistanê û Çînê jî. Starmer diyar kir ku wan rê li ber pêşxistina derfetan vekir lê ji bo çareseriya nakokiyên navbera her du aliyan jî rê li ber diyalogê hat vekirin.
Serokê Çînê Xi Jinping bal kişand ser aloziya rewşa navneteweyî û got, “pêwîstî bi siyasetên demdirêj ên pozitîf hene û di ser van siyasetên demdirêj de dê têkiliyên hê xurt bên avakirin.”

Xi Jinping: Civîn dê xizmet aramiyê bike

Xi Jinping di civînê de diyar kir ku hevditina wî û Keir Starmer dê xizmeta navbera her du welatan û aramkirina aştiya cîhanê bike. Xî Jinping destnîşan kir ku hevdîtin û diyalog ji bo vê rêbaza herî çêker a siyasetê ye.
Serokê Çînê Xi Jinping di dawiyê de jî bal kişand ser zor û zehmetiyên heyî û got: “Em neçarin ku ji b van zor û zehmetiyan rê û rêbazên çêkirinê ava bikin. Ji bo vê jî hevkarî nebe nabe.” Piştî van hevdîtinan peymanên hevkariya aborî û bergirtina hewldanên navneteweyî yên di navbera aliyan de dibe sedema rageşiyan jî hatin îmzekirin.

Navbera Londra û Pekînê deh sal berê baş bû. Piştî ku Pekînê yasaya ewlehiya Çînê sparte Hong Kongê, ev têkiliyên erênî ji sala 2020ê ve xera bûn.

Trump ji bo serdana Kanadayê ya Çînê bertek nîşan da

Beriya vê hevdîtinê di navbera Çîn û Kanadayê de jî hevditineke di vê astê de pêk hat. Di navbera Çîn û Kanadayê de li gel nakokiyên heyî têkilî hat danîn, peymanên aboriyê hatin îmzekirin û qewlê diyalogê hat dayîn. Li ser vê yekê fişara Serokê Amerîkayê Donald Trump hê zêdetir bû û gef li Kanadayê xwar. Di gefxwarinê de diyar kir ku dê Amerîka cezayê baca ambargoyê ya li se Kanadayê derxe ji sedî sed.

Piştî Serdana Starmer çav li bertekên Trump in

Ji ber vê helwesta Îngilistanê çav li ser helwesat Donald Trump in. Tê payîn ku Trump ji bo vê jî bertekên tund nîşan bide.

Serdana Starmer ya ji bo Çinê piştî fişara Donald Trump ya li ser Gronlandê pêk hat. Serokê Amerikayê Donald Trump dixwaze ku Gronlandê ji Danîmarkayê bistîne. Lê Ewropa vê wek fişareke li ser xwe dibîne û dagirkirina Gronlandê qebûl nake. Ji bo vê jî welatên NATOyê yên Ewropayê ji bo Gronlandê bertek nîşan dan û biryara tatbîkata leşkerî ya hevpar dan û li Gronlandê ev tatbîkat pêk anîn.

Donald Trump gefa pêkanîna cezayê baca gumrikê li van welatên endamê NATOyê yên Ewropayê xwar. Li ser vê gefê Ewropayê paş ve gav neavêt û helwesteke hevpar nîşan da. Lê piştî vê Trump paş ve gav avêt. Lê hê jî nayê zanîn ku aloziya navbera van welatan dê bi çi rengî li pêş bikeve.

Etîket: çînÎngilîstanSerokê Çînê Xi JinpingSerokwezîrê Îngilistanê Keir Starmer
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Arjantîn Îngilîzan têk bir û derbasî fînalê bû

Arjantîn Îngilîzan têk bir û derbasî fînalê bû

16 TÎRMEH 2026
Îngilistanê Pasdarên Îranê xist ‘lîsteya rêxistinên terorîst’

Îngilistanê Pasdarên Îranê xist ‘lîsteya rêxistinên terorîst’

13 TÎRMEH 2026
Serekwezîrê Îngîlîstanî: Ma seba şerêko demderg amadekarî kenê

Hem ji serokwezîriyê û hem jî ji serokatiya partiyê îstifa kir

22 HEZÎRAN 2026
Li Îngilistanê medyaya dijîtal ji bo zarokan tê qedexekirin

Li Îngilistanê medyaya dijîtal ji bo zarokan tê qedexekirin

15 HEZÎRAN 2026
Şerê hegemonan ê li ser teknolojiyê: YE bi Qanûna Çîpan dest datîne ser bazarê

Şerê hegemonan ê li ser teknolojiyê: YE bi Qanûna Çîpan dest datîne ser bazarê

29 GULAN 2026
Li Çînê karesata madenê: Herî kêm 82 karkeran jiyana xwe ji dest dan

Li Çînê karesata madenê: Herî kêm 82 karkeran jiyana xwe ji dest dan

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne