Sky Newsê ragihand ku Îngilistanê Artêşa Pasdaran a Îranê wek “rêxistineke terorîst” îlan kir.
Sky Newsê ragihand ku hikûmeta Îngilistanê biryar da ku Artêşa Pasdaran a Îranê wekî “rêxistineke terorîst” nas bike.
Ajansa Reutersê jî da zanîn ku heke biryar bikeve meriyetê, dê tevlîbûna nava Artêşa Pasdaran an beşdariya civînên wê, an jî rakirina dirûşmên wê li cihên giştî, werin krîmînalîzekirin û li gorî qanûnên welat, ceza lê were birîn.













