• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Heta ku bi paş ve gavê biavêjin em ê li Akdenîzê li ser piyan bin’

Mêrsîn / AW

10 ÇILE 2025 - 17:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Berxwedana gel a li pêşiya Şaredariya Akdenîzê ya di bin dorpêça polîsan de, didome. Di daxuyaniya li ber şaredariyê hate dayîn de wiha hate gotin: “Heta ku bi paş ve gavê biavêjin em ê li Akdenîzê li ser piyan bin. Em vê hiqûqa sûc qebûl nakin. Divê em li dijî faşîzmê bibin yek xwe birêxistin bikin, di aştiyê de israr bikin.”

Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê yên DEM Partiyî Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û hin endamên Meclisa Şaredariyê îro di danê sibehê de di encama serdegirtinên malan de hatin desteserkirin. Bertekên li dijî vê yeke berdewam dikin. Endam û rêveberên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes ên li ber avahiya şaredariya di bin dorpêçê de kom bûn çalakiyên xwe yên protestoyê didomînin. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê, serdana girseya li ber avahiya şaredariyê li ber xwe dide kir û li wir daxuyanî da. Endam, rêveber û parlamenterên DEM Partiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.

‘Operasyona antî demokratîk êrişeke li dijî rêveberiyên herêmî ye’

Di daxuyaniyê de li ser navê platformê Kemal Goçmen metna daxuyaniyê xwend. Goçmen bertek nîşanî binçavkirina hevşaredaran, endamên meclisa şaredariyê û hewldana qeyûm da û diyar kir ku dê destûrê nedin vê bêhiqûqiyê. Kemal Goçmen, diyar kir ku weke Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê vê operasyona antî demokratîk û bêhiqûqî û tayînkirina qeyûm êrişeke li dijî saziyên demokratik û rêveberiyên herêmî dibînin.

Cîgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û parlamenterê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî diyar kir ku gelê Akdenîzê û Mêrsînê vê bêhiqûqiyê qebûl nake û wiha got: “Em rewabûna xwe ji piştgiriya gel digirin. Gel vîna xwe danî holê û biryar da ku Şaredariya Akdenîzê DEM Partî bi rê ve bibe. Lê desthilata siyasî, siyaseta qeyûman didomîne. Dema sala 2016an de çîrokek gotin. Gel di sala 2019an de ji qeyûman re got na. Pişt re dîsa çîrokek gotin. Naxwazin gelê kurd xwe bi rê ve bibe. AKP vê siyaseta xwe didomîne. Gel di sindoqê de bersiv da desthilatê û ji qeyûman re got na. Desthilat heman siyaseta xwe didomîne û bi çîrokên cûda şaredariyên me xesp dikin. Dibêjin derbarê wan de lêpirsîn heye. Em dizanin ku dozgerên we çawa lêpirsînên kûmpasan bi rê ve dibin. Em vê qebûl nakin. Ev bêhiqûqî ye. Gel tercîha xwe kir. Em ji desthilatê dixwazin ji vê yekê re rêzê bigirin.”

‘Em ji serê sibê ve li vir in’

Ruştu Tiryakî da zanîn ku şaredarî bi barîkatan hatiye dorpêçkirin, nahêlin xebatkar û endamên Meclisa Şaredariyê bikevin hundir û wiha got: “Em ji serê sibê ve li vir in. Heta ku bi paş ve gavê biavêjin em ê li Akdenîzê li ser piyan bin.”

‘Em ê ji bo aştiyê têbikoşin’

Ruştu Tiryakî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em dixwazin pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk were çareserkirin. Desthilata siyasî peyamên aştiyê dide. Heke li aliyekê peyaman bidin û li aliyê din qeyûman tayîn bikin, hûn nikarin vî gelî ji vê pêvajoyê re bidin bawer kirin. Hûn ê zirarê bidin hêviya aştiyê. Em li dijî qeyûm û siyaseta qeyûm in. Em ê ji bo aştiyê têbikoşin.”

‘Îro roj roja hevgirtinê ye

Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca ku pişt re axivî, diyar kir ku serê sibê dîsa bi opreasyoneke xespê hişyar bûn û wiha got: “Sûcek tê kirin. Bêhiqûqiyek û hiqûqa dijminatiyê heye. Polîs dibêjin ferman girtine ku nikarin kesê bigirin hûndir. Ev sûc e. Em vê hiqûqa sûc qebûl nakin. Îro roj roja hevgirtinê ye. Divê em li dijî faşîzmê bibin yek xwe birêxistin bikin, di aştiyê de israr bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî îradeya gelê kurd” , “Bêdeng nebe biqîre, ji qeyûm re na” , “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” , “Bijî xwişk û biratiya gelan” bi dawî bû.

Etîket: akdenizHoşyar SariyildizMêrsînNuriye AslanQeyûm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

Hunermend Nuarîn hat binçavkirin

12 TEBAX 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026
Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

Banga Mitînga Azadiyê: Divê mitîng bibe bersiva pêvajoyê

26 HEZÎRAN 2026
Hevşaredarên Akdenîzê: Heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bikeve

Hevşaredarên Akdenîzê: Heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê bi pêş bikeve

11 HEZÎRAN 2026
Li Mersînê komkujî: 6 kes hatin kuştin 8 kes jî birîndar bûn

Li Mersînê komkujî: 6 kes hatin kuştin 8 kes jî birîndar bûn

19 GULAN 2026
Qeyûmê berê yê Xelfetiyê sewqî edliyeyê kirin

Qeyûmê berê yê Xelfetiyê sewqî edliyeyê kirin

27 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne