• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Dixwazin Ocalan bêîtîbar bikin lê nikarin’

Riha / AW

28 ÇILE 2026 - 14:37
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser şerê taybet ê li dijî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Dixwazin Ocalan bêîtîbar bikin lê nikarin. Em ê xwedî li paradîgmaya birêz Ocalan a li Rojava hatiyê avakirin derbikevin.”

Platforma Saziyên Demomratîk, tekildarî êrişên HTŞ, DAIŞ, SMO û komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê yên ser Rojava, li navçeya Girêsor a Rihayê meş li dar xist. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, endam û nûnerên partiyên siyasî û saziyên giredayî platformê tevlî meşe bûn.

Girseya li parqeke navçeyê kom bûn û li wir heta ber deriyê avahiya DEM Partî ya navçeya Girêsor meşiya. Di çalakiyê de pankarta “Bijî biratiya Gelan” û “Xwedî derketina Rojava xwedî derketina mirovahiyeyê” hat vêkirin. Her wiha gelek kes di meşe de dovîzên li ser, “Yan kefenekî sor an jiyaneke azad” û “Rojava rûmeta me ye” dinîvîsand rakirin. Di daxuyaniyê de gelek caran “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava Rojhilatê Kurdistan yek Welat e”, “Yek yek e gelê Kurd yek”, “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan azadî” hatin berzkirin.

Piştî meşê, li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî hat dayin. Di daxuyaniyê de ewilî hevseroka Rihayê ya DEM Partî Ayşe Surucu axivî. Ayşe Surucu berxwedana Rojava silav kir û got ku heta dawiyê ew ê ji bo Rojava piştgiriyê bikin.

‘Deriyê sînor vekin’

Hevseroka DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî destnîşan kir ku li dijî êrişan her derê gelê Kurd di çalakiyê de ne û wiha got: “Heta niha li Rojava hemû gel û bawerî li ser paradîgmaya azadiya jinê dijîn. Ya ku ne li gor mutabakata 10ê Adarê tevdigerin HTŞ û yên piştgiriyê didin wan in. Sînor nekare berxwedana me rawestînê. Li Başur û Bakur gel li ser pêyan e. Em bang li dewletê dikin; cihê ku hûn lê disekinin şaş e. Cihek hûn bisekinin ne HTŞ ye, li rex serkêftina gelê Kurd e. Gundên Kobanê hatinê dorpêçkirin. Dixwazin Kurd têk biçin. Lê Kurd têk neçûn û dê têkneçin. Em li dijî êrişan dibêjin Rojava ne tenê ye û bijî berxwedana Rojava. Polîsên li vir pêşiya gelê Kurd digirin, çima pêşiya HTŞê nagirin. Çima deriyê sînor venakin. Qey li bendê ne ku behtir zarok bimirin.”

‘Berê xwe bidin banga birêz Ocalan’

Çîgdem Kiliçgun Uçar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê taybet ê li dijî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê dê çû: “Êrişî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan dikin. Dixwazin bê îtîbar bikin. Lê nikarin. Pergala Rojava ji bo hemû Rojhilata Navîn çareseriyek bû. Ji bo wê jî em dibêjin parastina paradîgmaya birêz Ocalan weke deyne stuyê xwe dibînin. Kurd dev jî azadiya xwe, aştî û demokrasiyê û Rêbertiya xwe bernadin. Bila Tirkiye berê xwe bide banga 27ê Sibatê. Bila berê xwe bidin birêz Ocalan. We dev jî muzakereyê berdaye ne birêz Ocalan e dewlet bixwe ye. Berê xwe bidin çareseriya demokratîk. Piştî vê seatê dev jî vê yekê bernedin. Em ê aştî û azadiyê li Rojava mezin bikin. Yek yek yek e gelê Kurd yek e.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû

Etîket: Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun UçarPlatforma Saziyên DemomratîkRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

2 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne