• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Komîna Fîlman: Bi piştgiriyê Şoreşa Rojava mezin bikin

Navenda Nûçeyan /AW

28 ÇILE 2026 - 12:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komuna Fîlm a Rojava bi daxuyaniyekê bang li hemû sînemageran kir ku piştevaniyê bidin Şoreşa Rojava û got: “Di mihrîcan, komxebat û platformên xwe de cih bidin têkoşîna Şoreşa Rojava.”

Komîna Fîlm a Rojava bi daxuyaniyekê bang li sînemageran kir ku piştgiriyê bidin Şoreşa Rojava. Komînê xwest sînemager di mîhrîcan, komxebat û platformên xwe de cih bidin Şoreşa Rojava û têkildarî mijarê li ser hesabên xwe parvekirinan bikin.

‘Tovên jiyana nû bi israra avdanê şîn bûn’

Komînê bal kişand ser zehmetiyên têkoşîna Şoreşa Rojava ya li hember DAIŞê hatiye dayîn û wiha got: “Rojava bi bîr xist ku ev hovên ku dixwestin vê barbariya serdema navîn li ser hemû mirovahiyê bixin jî, dikarin werin têkbirin, û divê qencî ji xerabiyê netirse. Bi Rojava re, li Rojhilata Navîn, tovên rizgariya jinan, jiyana hevbeş a mirovan, jiyana ekolojîk û demokrasiya rasterast, her çend bi xwînê hatibin avdan jî, bi israrî dest bi şînbûnê kirine.”

‘Şer jiyan çand û hêviyê jî hedef digire’

Komînê diyar kir ku hêzên navneteweyî, Tirkiye, DAIŞ û HTŞ naxwazin ku li Rojava pergaleke demokratîk ava bibe û wiha got: “Ne tenê qirkirina fîzîkî, di heman demê de qirkirina jiyan, çand û hêviyê jî hedef digirin. Parastina van nirxan û Rojava berpirsiyarî û erkê hemû mirovên xwedî wijdan e. Divê cîhan nîşan bide ku ew ev berdêla mezin a Kurd û şoreşgerên li Rojava ji bo parastina nirxên mirovahiyê û rizgarkirina cîhanê xwedî kedeke mezin in.

‘Em rastiyan nebêjin dê derew bibin dîrok’

Em wek Komuna Fîlm a Rojava, dizanin ku heta ku em rastiyên xwe nebêjin, derewên yên din dê bibin dîrok. Lê em ne bi tenê ne. Ev têkoşîn têkoşîna hevpar a hemû mirovahiyê ye. Û sînema zimanê herî gerdûnî yê vê têkoşînê ye.”

Banga piştgiriyê

Komînê di berdewama daxuyaniya xwe de beng li hemû çêkerên fîlm yên welatparêz, şoreşger û demokrat, hilberînerên fîlmên serbixwe, senarîst, derhênerên fîlman, edîtor û hunermendan kir ku Şoreşa Rojavayê bi piştgiriyê mezin bikin û daxwazên xwe wiha bi rêz kirin:

“* Werin, em hevgirtina xwe xurt bikin.

* Zilma DAIŞ, HTŞ û dewleta Tirk û têkoşîna bi rûmet a li dijî wê, têxin rojeva raya giştî ya cîhanê.

* Di mîhrîcan, platform û komxebatên xwe de cih bidin têkoşîna Rojava.

* Zanebûna xwe ya teknîkî, ezmûn û hêza xwe ya afirîner ji bo parvekirina kolekîf bikin beşek.

* Peyamên xwe yên bidîmen ên piştgiriyê li ser platformên dîjîtal parve bikin.

‘Em şervanên dîmenên heqîqetê ne’

Komîn herî dawiyê ev tişt gotin: “Em şervanên dixwazin bi hêza dîmenan haqîqetê bînin ziman in. Çekê rastiyê, ji ya derewan tûjtir e, û em vê taritiyê dê bi ronahiya ku bi hev re diavirînin ji holê rakin. Hevgirtina me ronîkere herî bi hêz e ku dê perdeya berxwedana me ronî bike. Bijî berxwedana Rojava!, Jin, jiyan, azadî!, Bijî sînemaya azad!”

Etîket: Banga Piştgiriya ŞoreşêdaxuyanîKomîna Fîlm a Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan

19 MIJDAR 2026
TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

12 MIJDAR 2026
Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

10 MIJDAR 2026
Li ber Wezaretê bang kirin: Aştî ji Îmraliyê dest pê dike

Li ber Wezaretê bang kirin: Aştî ji Îmraliyê dest pê dike

5 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

2 MIJDAR 2026
Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

Daxuyaniyên Kobanê: Divê îradeya Kobanê bibe hîma pêşeroja demokratîk a Rojhilata Navîn

1 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne