• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kobanê neket, azad bû: Saet sisê kêm deh deqîqe

Omer Demîr / AW

26 ÇILE 2026 - 10:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Wateya Kobanê ji bo her kesî cuda ye. Ji bo gelê Kurd warê berxwedanê, ji bo çeteyên wek DIAŞê têkbirina berxwedana azadiyê ye bû û dixwestin wir bikin bajarek cîhadîst. Di meha Çileya 2015an de bi gotina “Saet sisê kêm deh deqîqe” Kobanê bi temamî ji çeteyên DAIŞê hate rizgarkirin û piştî 11 salan niha jî di van rojan de vê carê jî çeteyên HTŞê hewl didin Kobanê dagir bikin.

Di 26ê Çileya 2015an de şervenakî YPGê dihat pêşberî kamerayê û li saeta destê xwe dinêrî û bi kêfxweşî û gotinên, “Erê heval îro 26ê meha Çile 2015 Kobanê rizgar bû, saet sisê kêm deh deqîqe” azadiye Kobanê radigihand. Ev 11 sal in gelê Kobanê xwe bi xwe birêve dibe. Li ser têkbirina DAIŞê re 11 sal derbas bûn, piştî 11 salan Kobanê dîsa di nava dorpeçê de ye û tê xwestin bê dagirkirin. Xeyala DAIŞê niha jî HTŞ dixwaze pêk bîne. Gelê Kurd li dijî êrişên HTŞê, DAIŞê û hêzên cîhadîst seferber bûne û li çar aliyên Kurdistanê û gelek welatên cîhanê li ber xwe didin.

Berî 11 salan li Kobanê çi bûbû?

Çeteyên DAIŞê di salên 2013 û 2014an de li Rojhilata Navîn metirsiyekê mezin bi xwe re anî. Êrişî her derî dikir û dagir dikir. Tu hêz li pêşiya DAIŞê nesekinî û artêşên welatê wek Iraqê û Sûriyeyê nebûn asteng. DAIŞ di 15ê Îlona 2014an de êrişî Kobanê kir. Kobanê yek jî kantonên Rojava bû. DAIŞ3e derdora Kobanê dorpêç kiribû û bi pêkanînên xwe yên hovane êrişî Kobanê dikir.

‘Çalakiya Arîn Mîrkan’

Li dijî êrişên DAIŞê gelê Kobanê dest bi amadekariya şer kir. Bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî DAIŞê şer û berxwedanek man û nemanê hat kirin. DAIŞ di 5ê Cothmehê de Girê Miştenûrê dagir kir û ket navenda bajêr. Di 5ê Cotmehê de fermandara YPJê Arîn Mîrkan li dijî DAIŞê çalakiyek fedaî li dar xist. Bi çalakiya Arîn Mîrkan carek din hate dîtin ku gelê Kurd ji tu hêzan natirse û fedaîtî û lehengiya xwe nîşanî cîhanê kir. Arîn Mîrkan bi çalakiya xwe li tevahiya cîhanê deng veda. Berxwedan û lehengiya şervanên Kurd ket rojeva cîhanê û gelê Kurd ji aliyê Kurdistanê û ji gelek welatên cîhanê enternasyonalîst berê xwe dan Kobanê û tev li berxwedana Kobanê bûn.

Banga seferberiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan

Di 10ê Tirmeha 2014an de heyeta HDPê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû. Di hevdîtinê de Abdullah Ocalan li dijî DAIŞê banga seferberiyê kiribû û gotibû, “Ev kesên ku rê didin van çeteyan, hêsaniyê ji bo wan temîn dikin û dixwazin van çeteyan bikar bînin divê zanibin ku di serî de aştiya herêmê û siberoja gelên herêmê bixin talûkeyê.”

Di 6ê Cotmeha 2014an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin pêk anî û diyar kiribû, “Divê heta dawiyê berxwedan çêbe.”

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd berê xwe da Kobaniyê. Bi hezaran kes ji bo derbasî Kobanê bibe derbasî Pirsûsê bûn û li ser sînorê dest bi çalakiya nobedê kirin. Li Kobaniyê jî berxwedana YPJ, YPG destan dinivîsand. Kesên ku dixwestin derbasî Kobanî bibin rastî êrişên leşkerên Tirk dihatin. Di heman demê de jî DAIŞiyan ji sînorê Tirkiyeyê derbasî axa Rojava dibûn û êrişî Kobanî dikirin.

Armanca DAIŞê: 4ê Cotmehê

4ê Cotmeha 2014an Cejna Qurbanê bû. Çeteyên DAIŞê xwestin di roja cejnê de Kobanê bi giştî dagir bikin û nimêja cejnê li Mizgefta Navendî ya Kobanê bikin. Lê ev xeyala DAIŞê rastî berxwedana gelê Kurd hat û xeyala DAIŞê pêk nehat.

Berxwedana 6 û 8ê Cotmehê

Di 6ê Cotmeha 2014an de di serî de Bakurê Kurdistanê li her deverê cîhanê Kurd rabûn ser pêya û xwedî li Kobanê derketin. Di 7ê Cotmehê de Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayîp Erdogan li Dîlokê axivî û got “Vaye Kobanî jî ket, dikeve.” Ev axaftina Erdogan hin bêtir hêrsa gelê Kurd rakir. Gelê Kurd li derî daket qadan. Ji zarokan bigire heta kal û pîran gelê Kurd li qadan nerazîbûna xwe nîşan da. Li 3 bajar û 29 navçeyan qedexeyê derketina derve hat ragihandin. Di çalakiyan de 47 kesên ku wek HDPyî dihatin zanîn bi giştî 54 kesan jiyana xwe ji dest da, 682 kes birîndar bûn û 323 kes jî hatin girtin. Çalakî bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sekînin. Piştî çalakiyan Peşmerge bi ser Bakurê Kurdistanê re derbasî Kobaniyê bûn.

Êdî navê Kobanê li her derê cîhanê olan dide û çav, guh û ruhê her kesî li Kobanê bû. Kobanê bû destan, çîrok, stran, helbesta li ser zar û zimanê her kesî.

‘Saet 3 kêm 10 deqîqe’

Ji bo xwedîderketina Kobanê tevahî cîhan li ser pêyan bû. Piştî berxwedana şervanên Kurd êrişên DAIŞê hat şikandin. Girê Miştenur û rêya Helincê ket destê hêzên YPJ û YPGê. Li ser berxwedana YPGê û YPJê, Koalîsyona Navneteweyî li dijî DAIŞê êrişên hewayî pêk anî. DAIŞ çend caran bi êrişên giştî xwest berxwedana hêzên Kurd bişkîne lê her carê têk çû. Dema dîrok bû 26ê Çileya 2015an dîmenekî şervanê YPGê hat parvekirin. Şervanê YPGê digot “Erê heval; 26ê meha Çile 2015. Kobanê rizgar bû. Saet 3 kêm 10 deqîqê.” 134 roj hêz û şervanên Kurd li ber xwe dan û bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan. Bi berxwedana şervanên Kurd re DAIŞ li Kobanê têk çû. Kobanê ji DAIŞê hat paqijkirin.

Êdî Kobaniya rizgarkirî û azad li benda her kesî bû ku ji nûve were avakirin. Çimkî Kobanê di rojeva cîhanê de bû. Berxwedan û destana Kobanê ji bo yekîtiya Kurdan jî bû bingehek. Kobanê dilê hemû Kurdan kir yek û ew der bû sembol û warê berxwedan û lehengên Kurd.

‘DAIŞ tek çû’

Piştî ku DAIŞ li navenda Kobanê têk çû, şervanên YPJê û YPGê dest bi êriş û azadkirina gundên Kobanê kir. Piştre jî di 15ê Hezîrana 2015an de Girê Spî hat rizgarkirin û Kontona Firat û Cizîrê gihîşt hev. Di 17ê Cotmeha 2017an de Reqa ku DAIŞê wek paytex ji xwe re pênase kiribû, hat rizgarkirin.

Etîket: Kobanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026
‘Dê mafên xwendekaran û kadroyên perwerdeyê bên mîsogerkirin’

‘Dê mafên xwendekaran û kadroyên perwerdeyê bên mîsogerkirin’

23 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne