• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Li hember dorpêça li ser Kobanê pêwîst e mirovahî bi erka xwe rabe’

24 ÇILE 2026 - 22:07
Kategorî: ROJANE
A A
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku ji bo dorpêça li ser Kobanê pêwîst e mirovahî bi erka xwe rabe û bang li tevahiya raya giştî ya cîhanê kir ku li hember dorpêça li ser Kobanê û êrîşên li ser Rojava bikevin nav tevgerê.

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîş û dorpêçkirina Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji 6ê çileyê ve Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê di encama plan û komployeke navneteweyî de rastî êrîşên herî hovane tên. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çeteyên HTŞ, DAIŞ yên girêdayî dewleta Tirk bêyî ti exlaqekî mirovî li ber çavan bigirin êrîşên xwe berdewam dikin û wiha hate gotin: “Ew êrîşên dirinde û hovane dibin sedema gelek sivîl jiyana xwe jî dest bidin. Ligel êrîşan li hember bajarê Kobanê yê bi sedhezaran mirov lê hene dorpêçeke giran heye. Ji ber vê dorpêçê têkildarî dabînkirina pêdiviyên jiyanî yên civakê zehmetiyên mezin hene. Heya niha pênc zarokan ji ber bêderfetiyan jiyana xwe ji dest daye. Ev jî rewşeke pir xerab a tundrewiyê ye û sûcê şer e. Ji bo li Kobanê karesatên mirovî yên mezintir rû nedin, divê gelên cîhanê xwedî li nirxên xwe yên însanî derkevin û rayedarên xwe li hember van kiryaran bixin nav tevgerê.”

‘Dê çete li hember tofana berxwedana Kurdistanê têk biçin’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku gelê rojavayê Kurdistanê bi gel, şervan û gaziyên xwe re biryara berxwedanê dane û wiha domand: “Lê ew çeteyên tundrew ên ti nirxekî merdbûnê li cem wan nîne dixwazin bi dorpêç û destdirêjiyên li hember nirxên me êrîşan bidomînin. Eger ev çete û hêzên li pişt wan wer dihizirin ku bi wan kiryaran gelê me yê azadîxwaz teslîm bigirin, em diyar dikin ku dê ev ji bo wan tenê weke xeyalekî qet pêk nayê bimîne. Em teqez dikin ku wê ew çete û yên piştgiriya wan dikin li hember tofana berxwedana Kurdistanî têk biçin.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Tevî van hemûyan ji bo dorpêça li ser Kobanê pêwîst e mirovahî bi erka xwe rabe. Em careke din bang li tevahiya raya giştî ya cîhanê dikin ku li hember dorpêça li ser Kobanê û êrîşên li ser Rojava bikevin nav tevgerê. Divê were zanîn ku berxwedana li Rojava berxwedana ji bo hemû nirxên mirovatiyê ye. Lewma gelên azadîxwaz bi piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd re pêwîst e dîwarên bêdengiya navneteweyî hilweşînin.”

Etîket: banggazîKobanêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne