• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Erzirom û Bazîd ji bo Rojava derketin qadan: Em ê dengê xwe bilindtir bikin

Wan / AW

23 ÇILE 2026 - 18:50
Kategorî: ROJANE
A A

Kurdên Erzirom û Bazîdê li dijî êrişên li ser Rojava derketin qadan û peyama piştgiriyê dan.

Li Erzirom û navçeya Bazîdê ya Agiriyê têkildarî êrişên çeteyên HTŞ û SMOyê yên li ser Rojava daxuyanî hatin dayîn û meş hatin lidarxistin. Welatiyên her du bajaran bi dirûşman bertekên xwe yên li dijî êrişan anîn ziman û peyama piştgiriyê dan.

Li navçeya Bazîd a Agiriyê, polîsan rê li ber girseya ku ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava meşiya, girt. Piştî astengkirina meşê, girse kom bû û bi dirûşmeyan nerazîbûn nîşan da. Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag li cihê kombûnê daxuyaniyek da. Heval Bozdag diyar kir ku êrişên li ser Rojava ne tenê gelê Kurd, lê di heman demê de pêşeroja hemû gelên herêmê jî hedef digire û got ku ev êriş ji hêla polîtîkayên hêzên navneteweyî û dewletên herêmî ve kûrtir dibin. Bozdag bi bîr xist ku gelê Rojava bi salan li dijî DAIŞê ji bo mirovahiyê bedelên giran daye û got: “Îro li Rojava tiştê ku tê hedefgirtin îradeya hevpar û wekhev a gelan e. Armanca van êrîşan tunekirina destkeftiyên gel e.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.

Erzirom

Platforma Saziyên Demokratîk a Erziromê li dijî êrişên li ser Rojava li Erziromê meşek li dar xist. Beriya meşê, polîsan Navenda DEM Partiyê ya Erziromê ya li Mahallebaşiyê bi barîkatan dorpêç kir. Tevî astengiyan jî, girse meşiya. Di meşê de girseyê dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin û heta Meydana Bajêr meşiyan. Di meşê de, pankartên bi Tirkî û Kurdî yên bi nivîsa “Rojava wijdan e, azadî ye, berxwedan nayê teslîm girtin” hat vekirin. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn.

‘Kurdan tu carî serî netewandiye’

Hevberdevka HDKê Meral Daniş Beştaş di civînê de axivî û diyar kir ku Kurd bi hestên hevpar li dijî êrişên li ser Rojava rabûn ser piyan. Meral Daniş Beştaş wiha berdewam kir: “Kî dikare li vir rehet be dema ku xwişk û birayên me di xetereya komkujiyê de bin? Ez li gelek bajarên Tirkiyeyê geriya me. Dilê her kesî li heman cihî lêdide, bi taybetî li Stenbol û Îzmîrê. Ger yekîtiyek rêxistinî ya wisa hebe ne hewce ye ku meriv siyasetê bike. Kurd îro nikarin bi aramî li malên xwe razên, nikarin serê xwe deynin ser balîfên xwe. Heke me dest ji têkoşînê berdaba, em îro li vir nedibûn. Gelê Kurd tu carî serî li ber tu kesî netewandiye û natewîne jî. Gelê Kurd niha li Rojava di bin xetereya komkujiyê de ye û em ê li dijî vê yekê dengê xwe bilindtir bikin.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

 

Etîket: BazîddaxuyanîErzirompiştgiriRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne