• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nesrîn Ebdullah: Gelê me biryara berxwedanê daye

Navenda Nûçeyan / AW

22 ÇILE 2026 - 21:05
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Fermandara YPJê Nesrîn Ebdullah diyar kir ku gelê Kurd li Kobanê li dijî her cure êrîşan li ber xwe bide û hişyarî da ku agahiyên li ser amadekariya destwerdana leşkerî ya dewleta Tirk girtine û ev yek dikare bibe sedema komkujiya bi deh hezaran sivîlan.

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah ji bo nirxandina rewşa dawî ya Kobanê, bi beşdariya çapemeniya navneteweyî û rojnamegeran bi rêya Zoomê civîneke çapemeniyê pêk anî. Nesrîn Abdullah a ku ji Kobanê beşdar bû êrîşên zêde yên li ser Kobanê û Rojava, giraniya rewşa mirovî û rîskên destwerdanên nû nirxand.

Nesrîn Abdullah bal kişand ku gelê Rojava û Kobanê di pêvajoyeke giran re derbas dibe û wiha got: “Ez li Kobanê me. Her kes dizane ku em di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin. Gelê Rojava û gelê Kurd di serdemeke pir zehmet de ye. Li seranserê Sûriyeyê pêvajoyeke giran heye. Ev êrîş ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî xewnên demokrasî, dadwerî û azadiyê yên hemû gelên Sûriyeyê ne. Niha em bi rewşeke girantir re rû bi rû ne. Li Rojava, Cizîr û Kobanê pêvajoyeke pir giran tê jiyîn. Efrîn û Serêkaniyê jixwe di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ne û rewşa li wir hîn xirabtir e. Di vê pêvajoyê de em wek gelê Kurd di bin êrîşên siyasî, leşkerî û wijdanî de ne.

‘Gundiyan xwe spartin Kobanê’

Nesrîn Abdullah anî ziman ku êrîş li ser Kobanê zêde bûne û wiha domand: “Kobanê erdnigariyeke piçûk e. Ji aliyê coxrafî ve ji Cizîrê qut e. Ji ber vê yekê êrîşî vir dikin û hesabên xwe li ser vê yekê ava dikin. Ev bajarê ku nikare piştgiriyê bigire, ji aliyê dijmin ve wekî firsend tê dîtin û dibe armanca êrişan. Niha enî li Sirrînê ye û şer pir giran e. Navbera Sirrîn û Kobanê xeteke 30 kîlometreyî ye. Di vê xetê de gelek gund hene. Gel ji tirsê komkujiyê gundên xwe terk kirin û xwe spartin navenda Kobanê. Ev qerebalixî dê bibe sedema pirsgirêkên giran ên mirovî.”

‘Bi amblemên DAIŞê êrîşî me dikin’

Abdullah diyar kir ku şer bi dijwarî berdewam dike û komên çete pabendî qaîdeyên agirbestê nabin û ev agahî parve kirin: “Tabloya li eniyê wiha ye: Weke ku fethê bikin, bi çekên giran, bi her cure çekên Tirk û piştgiriya teknîkî, bi mirinê êriş dikin. Bi hezaran çeteyên bi çek hatine anîn. Ev komên ku di destpêka DAIŞê de bi wê re tevdigeriyan, niha bi al û amblemên DAIŞê dîsa derketine holê û êrîşî me dikin. Yên ku ji xwe re dibêjin ‘em Sûrî ne’, êrîşî gelê Sûriye û Kurdan dikin. Di welatê xwe de kî, çi feth dikin? Bi her cure taktîkên şerê qirêj û çekên giran êrîş dikin. Armanca wan qirkirin û komkujî ye. Ne tenê êrişên leşkerî hene; av birîn, elektrîk birîn. Li Kobanê hemû rê girtin. Stokên xwarinê diqedin. Tê payîn ku berf bibare. Mirovên ku ji gundan tên dê li ku û çawa bi cih bibin? Di bin van êrîşan de raya giştî ya cîhanê divê rastiyan bizane.”

‘Li ser Kurdan komployeke navneteweyî tê meşandin’

Nesrîn Abdullah diyar kir ku li ser Sûriye û bi taybetî li ser gelê Kurd komployeke navneteweyî tê meşandin: “Sûriyeyê diqedînin, rastiya Sûriyeyê dikujin. Heke gelê Kurd li vir têk biçe, heke HSD têk biçe, Sûriye êdî nabe Sûriye. Serkeftina têkoşîna gelê Kurd dê bibe qezenca Sûriyeyê. Îro Sûriyeyî jî mixabin her çend dereng be jî, bi vê yekê hesiyan. Heke komkujiyên li ser gelê Kurd berdewam bikin, ev çete dê deriyekî felaketek mezin ji bo Sûriyeyê vekin. Dewleteke DAIŞê tê avakirin. Hemû êrişên ku îro diqewimin, êrîşên DAIŞê ne. Ev êrîşên li dijî mirovahiyê ne. Rêbazên DAIŞê hîn sîstematîktir bûne, tenê navên wan kirine ‘Artêşa Azad a Sûriyeyê’. Nexwe mafên mirovan, rûmeta mirovahiyê û wijdan li ku ne? Ya xuya dike ev e: Dixwazin DAIŞ’eke modern biafirînin.

‘Wekî hêzeke fedaî em dikarin li ber xwe bidin’

Dema em wek mirov li dîmenên êrîşan dinêrin, em nikarin jê bawer bikin. Serê şervanên me yên jin jê dikin. Ev çi mirovahî ye? Jêkirina biskên şervaneke jin û pêşkêşkirina vê wekî serkeftin, dikare bibe çi cure serkeftin? Em dikarin vê hovîtiyê çawa pênase bikin? Ji bo ku komkujî çênebin, em ji gelek cihan vekişiyan. Ji bo sivîl neyên qetilkirin, em li gelek cihan paşve çûn. Hevalên me ji bo sivîl neyên qetilkirin, dîl ketin. Em ne wek wan in. Wekî hêzeke fedaî em dikarin li ber xwe bidin, lê dê komkujiyên mezin pêk bihata. Ji ber ku hêza me êrîşî sivîlan nake, wan diparêze.

‘Berxwedana me, berxwedana rûmetê ye’

Lê belê îro Kobanê tevî gelê me xeta me ya sor e. Em vir diparêzin û em ê qet tawîzê nedin. Hin dewlet pesnê vê hovîtiyê didin. Divê mirov bipirse ka ew çi diparêzin: Komkujiyê an hovîtiyê? Piştî ku erdnigarî bi mirovahî û wijdan neyê birêvebirin, çi wateya wê heye? Îro li vir êrîşên bêsinc tên meşandin. Şervanên me yên jin dîl hatine girtin, bi vîdyoyan têne firotin. Ma ji vê bêexlaqiyek mezintir heye? Em li dijî vê hişmendiyê mirovahiyê diparêzin. Em vê bi zelalî dibêjin: Namûs ne di por an di biska me de ye; di hiş, wijdan û berxwedana me de ye. Berxwedana me, berxwedana rûmetê ye.

‘Amadekariya dewleta DAIŞê tê kirin’

Artêşa Sûriyeyê li her herêma ku dikevê de, alên DAIŞê hildide û vê bi vîdyoyan belav dike. Di rastiyê de avabûneke DAIŞa modern tê amadekirin. Ev ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo hemû herêmê û cîhanê xeternak e. Ev serjêkirin û komkujî dê li her derê cîhanê pêk werin. Divê her kes bizanibe em bi çi re têdikoşin. Dewlet piştgiriyê didin vê. Banga min di serî de ji bo jinan û ji bo raya giştî ya cîhanê ye.”

‘Di êrişên dewleta Tirk de hevalên me şehîd bûn’

Nesrîn Abdullah paşê bersiva pirsên rojnamegerên ku beşdarî civîna Zoomê bûn da. Li ser pirsa rojnamegerekî ya derbarê êrişên li ser Kobanê de wiha got: “Çekên giran û teknîka ku dewleta Tirk dide çeteyan heye. Di nav hêzên ku Kobanê dorpêç kirine de têkiliyên DAIŞê hene. Komên wekî Siltan Mirad, Hemze û Emşat û hin avaniyên eşîran hene. Çekên van koman ên dewleta Tirk in. Dixwazin Kobanê ji aliyê leşkerî û mirovî ve hilweşînin. Di êrîşên SÎHA yên dewleta Tirk de hevalên me şehîd dibin. Berî du rojan şeş hevalên me di êrîşên SÎHAyan de şehîd bûn. Kobanê ne tenê ji aliyê leşkerî, ji aliyê mirovî û jiyanî ve jî tê xwestin ku were hilweşandin. Bi girtina bendavê re av û elektrîk hatin birîn. Bajar di bin ambargoyeke tam de ye. Nexweşxane dê bê elektrîk bimînin. Ji ber nebûna avê rîska nexweşiyên vegirtî zêde dibe, stokên sotemenî û xwarinê gihîştine xala qedandinê. Berf dibare; sivîl ji derfetên stargeh û germbûnê bêpar in.”

‘Dewleta Tirk amadekariya destwerdana Kobanê dike’

Nesrîn Abdullah tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê ya li ser sînorê Kobanê jî nirxand û diyar kir ku agahiyên li ser amadekariya Tirkiyeyê ya ji bo destwerdana rasterast girtine û wiha got: “Li ser xeta Pirsûsê wesayîtên zirxî û leşker hatine bicihkirin. Dîmenên van jî hene. Ev geşedan nîşan didin ku dixwazin çembera Kobanê berfireh bikin û Tirkiye amadekariya şerekî bi rêya hewayî û bejayî dike. Em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin: Di rewşeke wiha de dê bi deh hezaran mirov were qetilkirin. Encamên destwerdaneke wiha dê bibe felaketeke mirovî.”

Etîket: BerxwedanKobanêNesrîn AbdullaYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

Mahîr Dogan: Ji sêdarê ber bi maseya mizakereyê ve xeta berxwedanê biser ket

17 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne