• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kanada û Çîn civiya dê Trump çi bêje!

Navenda Nûçeyan / AW

16 ÇILE 2026 - 11:44
Kategorî: ANALÎZ, CÎHAN, MANŞET
A A
Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney piştî 8 salan le gel muxalefeta Serokê Amerîkayê Donald Trump jî çû serdana Pekînê û Serokê Çinê Xi Jinping re hevdîtin pêk anî.

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney piştî 8 salan çû serdana Çînê. Serdan di 16ê Çileya 2026an de pêk hat. Li paytexta Çînê li Pekînê bi Serokê Çînê Xi Jinping re hevdîtin kir. Sedema ku ev serdan zêdetir bû rojev, nakokiyên di navbera Amerîka û Kanadayê de ne.

Donald Trump di kampanyeya hilbijartina dawî ya Amerîkayê de qala dagirkirina Kanadayê kir û piştî hat bijartin jî baca gumrikê ya li ser malên Kanadayê pir zêde kir. Ji ber van gengeşeyan nakokiyên nava her du welatan her diçe kûr dibe.

Hevkariya her du peravên Zerya Mezin

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney di hevdîtina bi Serokê Çînê Xi Jinping re pesnê vê hevdîtinê da û diyar kir ku ev hevdîtin piştî 8 salan pêk hat. Her wiha bi vê hevdîtinê ew “havkariyeke nû ya stratejîk” ava dikin.

Dostaniya pişt dijberiyê tê germkirin

Berya ku ev hevdîtin pêk bê aloziyên zêde di navbera Kanada û Çînê de hebû. Her du welatan li dij hev misîlemeyan kirin. Di vê çarçoveyê de Kanadayê li ser nav û hesabê Amerîkayê welatiyên Çînê girtin û Çînê jî ji bo bersivdayînê welatiyê Kanadayên kirin binçavan. Ev bersivên li dijî hev di qada bazirganiyê de hê zêdetir pêk hatin. Heta demeke dirêj di nava her du welatan de nakokî û aloziyên dîplomatîk rû dan.

Çîn û Kanada stratejiyê dirêsin

Serokwezêrê Kanadayê Mark Carney di civîna li Eywana Mezin ya Gel ya Çînê de xwest ev hevdîtin bibe sedema pêşxistina yekîtiya her du welatan ên stratejîk.

Xi Jinping: Rûpeleke nû dest pê dike

Serokê Çînê Xi Jinping di civînê de bal kişand ser civîna Cotmeha 2025an ya APECê û da zanîn ku ev civîn ji bo her du aliya xwedî roleke mîladî ye. Xi Jinping eşkere dike ku civîna sala borî ji bo pêşketina navbera her du welatan bû rûpeleke nû. Xi Jinping ji ber vê pêşketina erênî bextewariya xwe anî ziman.

Civîn û naveroka civînê bextewarî û razîbûna her du welatan destnîşan dike. Lê dixuye ku filaşekirina van hevdîtinan wateyên xwe yên din jî hene.

Stratejiya navbera Kanada û Amerîkayê diheje

Kanada û Amerîka 8 hezar 891 kilometre sînor parve dikin, endamên NATOyê ne, berdewama çanda Ewropayê ne û mutefîkên stratejîk in. Hevkariya pergala aborî û pergala leşkerî jî parçeyeke vê stratejiyê ne. Piştî siyaseta Serokê Amerîkayê Donald Trump danûstandinên navbera Kanada û Amerîkayê jî serobin dibe.

Piştî hevdîtina Mark Carney û Xi Jinping çav li siyaseta Amerîka û taybet jî li Donald Trump e. Li gorî hin derdorên pîspor dê Donald Trump li dij vê hevdîtinê siyaseta xwe ya li dij Kanadayê tûjtir bike. Li gorî hin analîstan jî dê encama vê lêgerîna Kanadayê bandor li Donald Trump bike û siyaseta xwe ya li dij Kanadayê û mutefîkên xwe yên din li ber çavan re derbas bike.

Raboriya gengeşiya Çîn û Amerîkayê

Kanadayê li se daxwaza Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) qîza Damezrînerê şîrketa telefonên Huaweiyê girt û Çînê jî ji bo bersivdayînê du welatiyê Kanadayê bi hinceta casûsiyê girt. Piştî van her du bûyeran ji sala 2018an û şûnve têkiliyên her du welatan her ku çû xira bû.

Piştî siyaseta Donald Trump Amerîkayê baca gumrikê ya li ser malê Kanadayê yên wek hesin, aleminyum, alavên teknîkî û keresteyan pir zêde kir. Li ser vê biryara Washingtonê, Kanada neçer ma ku hin rê û rêbazên din ji bo xwe peyda bike.

Etîket: AmerîkaçînDonald TrumpKanadaSerokê Çînê Xi JinpingSerokwezîrê Kanadayê Mark Carney
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

4 COTMEH 2026
Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

Serokwezîrê Iraqê: Hêzên Hevpeymaniyê dawî li erka xwe anîn

30 ÎLON 2026
Pentagon: Di hikumeta Şamê de komên terorîst hene

Pentagon: Me dawî li ‘Operasyona Biryardariya Xwezayî’ ya li Iraqê anî

30 ÎLON 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

20 ÎLON 2026
Pezeşkiyan gef li Amerîkayê xwar

Pezeşkiyan gef li Amerîkayê xwar

13 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne