• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Graham hişyarî da Şam û Enqereyê: Kurd hevpeymanên me ne

Navenda Nûçeyan / AW

16 ÇILE 2026 - 11:10
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Endamê Kongreya Amerîkayê Lindsey Graham hişyariyeke da hikûmetên Sûriyeyê û Tirkiyeyê û got ku Kurd hevpeymanên Amerîkayê ne.

Piştî êrişên çeteyên HTŞê û SMOyê yên li dijî taxên Kurdan ên Helebê, êrişên niha yên li derdora Dêr Hafir û Meskeneyê didomin, rayedarên Amerîkî dilgiraniya xwe tînin ziman û ji bo Kurdên li Sûriyeyê, hişyariyan didin Şamê û Enqereyê. Endamê Kongreya Amerîkayê ango senator Lindsey Graham li hesabê xwe yê Xê ragihand ku eger êrişên li ser Kurdan zêde bibin, ew dê li dijî vê yekê derkevin û diyar kir ku tenê Kurd dikarin girtiyên DAIŞê di bin kontrolê de bigirin.

Lindsey Graham da zanîn ku dilgiraniya xwe ya li ser hevkariya hikûmetên Sûriye û Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan anî ziman û wiha got: “Wekî ku min berê jî gotibû, ez her ku diçe zêdetir dilgiran dibim ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê bi Tirkiyeyê re lihevkirinekê dike da ku hêza leşkerî li dijî Kurdên Sûriyeyê bi kar bîne. Kurd di têkbirina mayînde ya DAIŞê ya li Sûriyeyê de hevpeymanên me yên herî xurt in.”

Derbarê endamên DAIŞê yên girtî de hişyarî da

Graham bal kişand ser metirsiya girtiyên DAIŞê ku di destê HSDê de ne û wiha got: “Kontrola nêzîkî 9 hezar girtiyên DAIŞê yên herî xeter di destê wan (HSD) de ye. Ji bo berjewendiya ewlehiya me ya neteweyî ya jiyanî girîng e ku ev girtî venegerin qada şer.”

Graham diyar kir ku ew piştgiriyê didin ku şansek ji bo hikûmeta demkî ya Sûriyeyê were dayîn û ev hişyarî kir: “Lê belê eger êrişên hêzên Sûriyeyê yên bi piştgiriya Tirkiyeyê li dijî Kurdan zêde bibin, ev dê dînamîkeke nû biafirîne. Ez bawer dikim ku dê piştgiriyeke berfireh û kûr a her du partiyan (Komarî û Demokrat) hebe da ku li dijî kiryareke wiha derkevin.”

Graham di dawiya peyama xwe de bi awayekî zelal red kir ku girtiyên DAIŞê radestî Tirkiye an Sûriyeyê bên kirin û got: “Eger kesek bawer dike ku ez an hevkarên min di vê qonaxê de dê rihet bin ku girtiyên DAIŞê li şûna Kurdan ji aliyê artêşa Sûriyeyê an Tirkiyeyê ve werin kontrolkirin, hûn gelekî şaş in. Bi aqilane hilbijêrin.”

Etîket: AmerîkaDAIŞHikûmeta Demkî ya Şamêhikûmeta TirkiyeyêLindsey GrahamRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026
Ûkraynayê plana xwe ya ‘bidawîkirina’ şer radestî Amerîkayê kir

Ûkraynayê plana xwe ya ‘bidawîkirina’ şer radestî Amerîkayê kir

12 TEBAX 2026
Pentagon xwest çek zûtir werin çêkirin û teslîmkirin

Pentagon xwest çek zûtir werin çêkirin û teslîmkirin

10 TEBAX 2026
Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêş kir

Îranê ji bo vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêş kir

9 TEBAX 2026
Netanyahu plana Trump red kir

Netanyahu plana Trump red kir

5 TEBAX 2026
Berwarî: Metirsî li ser Başûrê Kurdistanê heye divê yekîtiya neteweyî pêk were

Berwarî: Metirsî li ser Başûrê Kurdistanê heye divê yekîtiya neteweyî pêk were

4 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne