• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

PJAK: Dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê

Navenda Nûçeyan / AW

11 ÇILE 2026 - 22:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
PJAKê ragihand ku rejîma Îranê li dijî xwepêşandanên fermana komkujiyê daye û got, “Em bawer dikin ku biryardarî, îrade û fedakariya mezin a ku ciwan û jinan li dijî hikûmeta zordar nîşan dane dê berhemê bide û dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê.”

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) derbarê xwepêşandanên li Îranê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serhildana gelê Îranê ya li dijî rejîmê bi biryardarî û îrade li seranserê welêt berdewam dike û wiha hat gotin: “Gelên azadîxwaz kolanên bajarên bakur, başûr, rojhilat û rojavayê Îranê li dijî hêzên rejîmê yên zordar kirine qadên pevçûnan. Pêla xwepêşandanên gel gav bi gav berfireh dibe, rejîmê bêçare û matmayî dihêle. Rêveberên Komara Îslamî ji her kesî çêtir dizanin ku zilm û zordariya ku li ser gelên vê axê kirine, lê ew ne amade ne ku ji vê rêya wêranker gavek jî paşve bavêjin. Ji ber vê yekê gelê Îranê bi hêrs û îradeyek xurttir, serhildanên xwe yên demokratîk û şoreşgerî didomînin û rejîmê gav bi gav ber bi hilweşînê ve dibin.”

‘Xwepêşandan dê teqez bi ser bikevin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rejîm hîs dike ku ew li ber hilweşînê ye û rêveberên hikûmetê û Xameney biryar dane ku gelê serhildêr ê Îranê bikujin û tune bikin. Di xauyaniyê de hat gotin ku hewl didin bêyî agahdariya cîhanê komkujiyan bikin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzên rejîmê di çarçoveya bicihanîna fermanên kuştinan de înternet qut kirine û wiha domand: “Ji ber vê yekê, wan xetên înternet û telefonê qut kirine û hewl didin pêşiya agahdarkirina derve bigirin. Tevî ku hikûmetê ragihandina di navbera Îran û cîhanê de qut kiriye jî, dengê gelê Îranê yê azadîxwaz bi tu awayî nayê çewisandin. Hin nûçe û agahiyên ku ji cîhana derve re têne şandin nîşan didin ku hêzên hikûmeta zordar li gelek bajar û herêmên Îranê komkujiyan dikin, her cûre çekên sivik û giran bikar tînin da ku welatiyên xwepêşander bikujin. Çend wêneyên ku ji van komkujiyan hatine weşandin nîşan didin ku hêzên hikûmeta zordar bi tundî û hovîtî êrîşî xwepêşander û serhildêran dikin. Ev hewldana Komara Îslamî mînakek eşkere ya sûcê li dijî mirovahiyê ye û berpirsiyariya vê yekê bi tevahî di stûyê rêveberên vê hikûmetê de ye. Hêzên zordar ên rejîmê rasterast gule li ser gelên Tehran, Kerec, Îsfehan, Xorasan, Loristan û herêmên Kurdistanê yên wekî Îlam, Kirmaşan, Şebad, Gîlan-e Gharb, Kamyaran, Selmas û Xoyê reşandin û gelek sivîl kuştin. Îran niha bûye cihekî ku agir, serhildan û xwîn lê dikele. Di çarçoveya zanyarên me yên derbarê vê hikûmetê û xwezaya wê de ew e ku xuyaye wê çarçoveya van komkujiyan berfireh bike. Em van kiryarên hovane û dermirovî yên rejîma Komara Îslamî şermezar dikin û radigihînin ku ji bo piştgiriyê bidin gelê xwe yê ku li seranserê Îranê li azadiyê digere çi ji destên me bên em ê bikin. Em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku li hember van komkujî û kuştinên hovane bêdeng nemînin û ji bo piştgiriya gelê Îranê demildest tevdîrên pratîkî bigirin. Em bang li hemû Îraniyên ku li derveyî welat, azadîxwaz û xwedî wijdan dikin ku di van kêliyên dîrokî yên dijwar de bibin dengê gelê Îranê li çaraliyê cîhanê û piştgiriyê bidin serhildana şoreşgerî ya gelê bindest ê Îranê. EEm bawer dikin ku biryardarî, îrade û fedakariya mezin a ku ciwan û jinan li dijî hikûmeta zordar nîşan dane dê berhemê bide û dê li ser axa Îranê roja azadiyê hilê.”

Etîket: AzadihilêÎranPJAKrojxwpêşdan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

20 ÎLON 2026
Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

16 ÎLON 2026
Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne