• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Deh hezaran welatî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrerfiyê silav kir

Qamişlo / AW

11 ÇILE 2026 - 16:07
Kategorî: ROJANE
A A
Berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd a li hemberî êrişên komên çeteyên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê didomin, li 4 bajarên kantona Cizîrê hat silavkirin. Di meşan de peyama domdarkirina têkoşînê li hemberî hemû cureyên tundiya dagirekeriyê hate dayîn.

Şêniyên bajarên Til Hemîs, Girkê Legê, Dêrik û Holê yên kantona Cizîrê bi çalakiyên cûda berxwedana gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ya li hemberî êrişên komên çete yên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker silav kir û piştgiriya xwe anî ziman. Şêniyên bajarê Til Hemîsê ji bo şermezarkirina êrişên li ser her sê taxan û silavkirina berxwedana gel meşek li dar xist. Girseya ji pêşiya avahiya meclisa bajar ber bi çerxerêya qeracê ve meşiyan, wêneyên ku sûcên çeteyên yên li dijî welatiyan kirine rakirin û pankartên “Dest kuştina zarokan berdin” û “Kanê rêxistinên mafên mirovan?” vekirin.

Berxwedana dîrokê hate silavkirin

Girse li çerxerêya qeracê deqeyek rêz girt û piştre axaftin hatin kirin. Ji rêveberên Kongra Star Melka El Mihemed axivî û got: “Em bejna xwe li hemberî yek ji mezintirîn berxwedanên dîrokî ditewînin, berxwedana ku bi xwîna şehîdan û sebra gel hatiye nivîsandin, îspat kir ku îradeya azad ji hemû amûrên kuştin û dorpêçkirinê xurttir e.” Hevseroka Navenda Perwerdehiyê ya Til Hemîsê Lîdiya El Îsa jî got: “Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê berdewama berxwedana Bendava Tişrînê ye û tiştê ku diqewime ne pevçûnek asayî ye, lê êrişek li ser jiyan û rûmeta mirovan e.”

‘Êrişan biryardariya me xurtir kir’

Meşa Dêrikê ji Qada Azadî dest pê kir, beşdaran wêneyên şehîdên berxwedana her du taxan hilgirtin. Dema ku gihîştin Navenda Kongra Star li bajêr û piştî deqeyek rêzgirtinê, li ser navê koçberên Efrîn û Şahbayê, Meryem Mehmûd axivî û berxwedana şênyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir. Meryem got, “Em ê neşikên, berevajî vê biryardariya me dê xurttir bibe û em ê li dijî hemû komployan bisekinin.” Xwepêşandan bi dirûşmeyên şermezarkirina komkujî û êrişên li dijî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi dawî bû.

Gel bi berxwedanê serbilind e

Li bajarê Girkê Legê, meşa ku şêniyên bajar, bajarokê Rimêlan û koçberên ji Efrînê beşdar bûn, ji Qada Şehîd Xebat dest pê kir û li kolana sereke berdewam kir. Beşdaran pankartên “Bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê” vekirin. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji rêveberên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Îdrîs Mela Şerîf axivî û berxwedana gelê Şêxmeqsûd û Eşrerfiyê silav kir û diyar kir ku gel bi vê berxwedanê serbilind e.
Endama Meclîsa Bajarê Qamişlo, Menal El Elî diyar kir ku sûcên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatine kirin binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan e. Menal bang li civaka navneteweyî kir ku hesabê ji sûcdaran bipirse û piştgiriya şêniyên her du taxan bike.

Meş bi dirûşmên silavkirinê berxwedanê bi dawî bû

Derbarê heman mijarê de li bajarê Holê jî daxuyaniyek ji hêla hevseroka Meclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya Holê, Fatma El Hisên ve hate xwendin. Bi dehan şênî û endamên partiyê tev li çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de berxwedana şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat silavkirin û hat gotin ku ev êriş nîşan dide ku hikûmeta demkî peymanên 10`ê Adarê û 1`ê Nîsanê binpê dike.

Etîket: DêrikEndama Meclîsa Bajarê QamişloFatma El HisênGirkê LegêHevseroka Navenda Perwerdehiyê ya Til Hemîsê Lîdiya El ÎsaHolêKantona CizireMeclisa Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya HolêMenal El ElîMeryem MehmûdTil Hemîs
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Rojava dibistana şanoyê ya zarokan tê vekirin

Li Rojava dibistana şanoyê ya zarokan tê vekirin

10 GULAN 2026
Klînîkên gerok ên Heyva Sor li Dêrik û Qamişloyê xizmetê didin

Klînîkên gerok ên Heyva Sor li Dêrik û Qamişloyê xizmetê didin

19 NÎSAN 2026
Li Amûdê û Girkê Legê bangawaziya serbestberdana dîlgirtiyan

Li Amûdê û Girkê Legê bangawaziya serbestberdana dîlgirtiyan

7 NÎSAN 2026
Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

Li Girkê Legê, Dêrikê, Kobanê û Amûdê pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin

21 ADAR 2026
Li Rojava kêliyên rengîn ên Newrozê

Li Rojava kêliyên rengîn ên Newrozê

21 ADAR 2026
Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

Li Rojava gel pêşiyê çû pakrewangehan

20 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne