• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji sînor peyam şandin: Şertê ewil azadiya Abdullah Ocalan e

Mêrdîn /AW

4 ÇILE 2025 - 19:02
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Nisebîn û Qamişlo hatî destpêkirin 23 roj li pey xwe hişt. Girseya ku îro daxuyanî da gotin: “Ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet şertê yekemîn azadiya Birêz Ocalan e.”

Çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişlo yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî destpêkirin 23 roj li pey xwe hişt. Girse ji saetên sibehê ve li qadê kom bû bi dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Jin Jiyan Azadî” govend gerand. Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayîgît û Mahmut Dîndar serdana nobetê kir. Di nobetê de pankarta “Bi rihê seferberiyê em ê şoreşa Rojava biparêzin” vekirin.

Di nobeta îro de Hevserokê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) a Mêrdînê Fettah Tekîn axivî û got: “Li Rojava sûc tê kirin. Em careke din bang dikin ku dev ji van polîtîkayên çeteyan berdin. Ev çete serê zarokan jê dikin, tecawizê jinan dikin, dixwazin pergala li wir hatiye avakirin têk bibin. Em heta dawiyê li cem gelê Rojava ne û heta dawiyê em ê destkeftiyên wan biparêzin. Beriya ku çete derkevin û êriş bi dawî bibin em ê li vir bin.

‘Şertê yekemîn azadiya Abdullah Ocalan e’

Piştre parlamenter Kamuran Tanhan axivî û diyar kir ku Rojava di dîrokê de qada parastinê ya cidî ye û bal kişand ser girîngiya Rojava ji bo Kurdistanê. Kamûran Tanhan bal kişand ser hevdîtina Îmraliyê û got: “Birêz Abdullah Ocalan ji sala 1993yan ve gotiye ‘Ez ji aştiyeke bi rûmet re amade me’. Li Rojava ji sala 2011an û vir ve li derdora paradîgmaya Birêz Abdullah Ocalan jiyanek hatiye avakirin û bi salan e gel bi hev re di nava aştî û aramiyê de dijîn. Şertê yekem ji bo aştiyeke mayînde û bi rûmet ew e ku birêz Abdullah Ocalan di zûtirîn dem de azad bibe. Birêz Abdullah Ocalan bi gel, rojnamevan, rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedaran re bibe yek. Hevdîtinên bi Birêz Abdullah Ocalan re bi salan bi hincetên cuda tên astengkirin. De werin, deriyên girtîgehê vekin da ku aştiyeke bi rûmet û mayînde pêk were. Destê aştiyê bernedin.

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanFetah tek^niKamûran TanhanNisêbînQamişloTekîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne