• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

 Li Rojhilat li her derê serhildan li her derê daxwaza azadiyê

Wan / AW

9 ÇILE 2026 - 22:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên ku ji ber qeyrana aborî dest pêkiribûn veguherîn daxwaza azadî û mafên bingehîn. Serhildan li seranserî welat belav bûne. Di roja 13emîn de gelek avahiyên fermî yên rejîmê ji aliyê gel ve hatin şewitandin.

Serhildana gel a li Îran û rojhilatê Kurdistanê ku di 28ê Kanûnê de dest pê kir û niha di roja xwe ya 13an de ye, ji pêla xwepêşandanên ji ber krîza aborî veguherî tevgereke mezin a dijî rejîmê. Serhildan bi daxwaza azadî, mafê jinan, wekhevî û ji holê rakirina polîtîkayên çewisandin, îdam û kuştinan li seranserî welêt belav bûye.

Rewşa gelemperî

Li paytext Tehranê, ​​rageşî di asta herî bilind de ye. Bazirganên li Bazara Mezin bi girtina dikanên xwe grevê didomînin. Bi beşdariya xwendekarên zanîngehê, di serhildannan de tenê ne qeyrana aborî, daxwazên siyasî jî dên ziman; li kolanan rasterast dirûşmeyên wekî “Mirin ji bo Dîktator” tên qîrîn. Hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina xwepêşanderan li meydanên sereke yên Tehranê gaza çavsoj û guleyên rastîn bikar tînin.

Eyaleta Kurdistanê

Ji 8ê Çileyê ve, li bajarên wekî Îlam, Kirmaşan û Sine, piştî banga komên siyasî yên Kurd, greveke giştî hate ragihandin. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin bi taybetî ji Abdanan û Melekşahê, nîşan didin ku xelkê herêmê hin xalên kontrolê yên hêzên rejîmê xistine bin kontrola xwe. Li Kirmaşanê û gelek bajarên din pevçûn di navbera Pasvanên Şoreşê û xwepêşanderan de berdewam dikin.

Meşhed û Îsfehan

Li Meşhedê, bajarekî ku bi karekterê xwe yê muhafezekar tê nasîn, bi hezaran kes daketin kolanan. Li Îsfahanê, teqawid û karker pêşengiya xwepêşandanan dikin.

Rewşa kuştî û birîndaran

Hejmara kesên ku di êrişên hêzên rejîmê de hatine kuştin û birîndar bûne ku ji hêla rêxistinên mafên mirovan (HRANA û Amnesty International) ve hatine parvekirin wiha ne:

Kesên ku hatine kuştin: Di navbera 42-45 kesan de ku di nav de zarok jî hene.

Kesên birîndar: Hejmara birîndaran ne zelal e, li gor agahiyên cuda bi sedan kes jî birîndar in.

Kesên ku hatine binçavkirin: Heta niha ji 2200 kesan zedetin hatine binçavkirin.

Herwiha rejîma Îranê ji bo ku gel xwe rêxistin neke û organîze nebe li tevahî bajarên mezin înternet qut kiriye. Ruxmê hemû êriş û zextên hêzên rejîma îslamî ya Îranê jî gel paş ve gav navêje û di daxwaza azadiyê de bi israr e. Vê carê ne tenê gelê Kurd û Belûc, Farsan bi xwe jî li dijî rejîmê serî hildaye û li gorî ku dixuyê rewşa rejîmê pir pir zehmet e.

Rruxmê qutkirina înternetê jî di saetên êvarê de li ser hesabên medyaya dîjîtal dîmen û agahiyên nû hatin parvekirin.

Navenda Îslamî ya Melayan hat şewitandin

Li gor agahiyên ku li ser hesabên medyaya dîjîtal tên parvekirin îro di serê sibehê de heta niha li gelek bajaran serhidanan berdewam kiriye. Di dîmenan de jî dixuyê ku Navenda Îslamî ya Melayan û Walitiya Gurganê ya navende rêveberiya eyaleta Gulistanê ji aliyê gel ve hatiye şewitandin. Dîsa di dîmenan de dixuyê ku gelek avahiyên fermî yên rejîma Îranê ji aliyê gel ve hatine şawitandin.

Îddaya ku 15 leşkerên rejîmê hatine kuştin

Li gor agahiyên ku hatine bi destxistin Rejîma Îranê ji bo tepisandina serhildana gel Lîwaya Nebî Ekrem li Kirmaşanê bi cih kir. Li gorî agahiyan, dema ku gel li dijî êrîşan bersiv da, 15 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Etîket: ÇalakîdidominÎranRojhilat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

20 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne