• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJA: Em piştgiriyê didin çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê

Amed / AW

7 ÇILE 2026 - 10:13
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – TJAyê derbarê xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyaniyeke nivîskî da. TJAyê bang li rayedarên Îranê kir ku li gorî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan tevbigerin û wiha got: “Daxwazên jinan ji bo wekhevî û azadiyê rewa ne; divê ev daxwaz ne bi rêya tundî û îşkenceyê bi rêya diyalog û rêbazên mafparêz werin çareserkirin.”

Xwepêşandana ku ji 28ê Kanûna 2025an ve li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê li dijî krîza aborî, pirsgirêkên siyasî û civakî dest pê kirine, bênavber dewam dikin. Tevî ku rejîma Îranê bi awayekî tund êrişî xwepêşanderan dike jî xwepêşandan berfirehtir dibin û didomin. Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyaniya Tevgera Jinên Azad (TJA) wiha ye:

“Divê tundî û çewisandina dewletê ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ya li ser jin û zarokan bi dawî bibe û gel xwedî mafên demokratîk be.

Ji 28ê Kanûnê ve, herî kêm 990 kes hatine binçavkirin, 19 sivîl hatine qetilkirin

Geşedanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji 28ê Kanûna 2025an vir ve nîşan didin ku krîza siyasî û civakî ya li welat kûrtir dibe bi taybetî ji bo jinan û gelê Kurd, encamên giran bi xwe re tîne. Serhildana gel, ku li dijî krîza aborî û tepisandina siyasî dest pê kir, bi tevlibûna jinan zû veguherî daxwaza azadî û edaletê; rejîmê bi girtinên berfireh, tundiya bêdawî û komkujiyan bersiv da. Jinan di vê pêvajoyê de roleke girîng girtin ser xwe. Jinên Rojhilat û Îranê her li ber xwe dan dewletê jî ew xistin navenda polîtîkayên ewlehiyê. Ji ber vê yekê, divê ev destwerdan ne wekî tesadufî, wekî encama nêzîkatiyeke siyasî ya taybetî were hesibandin. Ji 28ê Kanûnê ve, herî kêm 990 kes hatine binçavkirin, 19 sivîl hatine qetilkirin û zêdetirî 50 kes jî birîndar bûne. Piraniya kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ne. Ev yek jî polîtîkayên ewlehiyê yên li ser Rojhilat têra xwe nîşan dide û binpêkirinên mafên mirovan yên li vir radixe ber çavan. Di nav kesên hatine qetilkirin de jin û zarok hene. Jin di bin bandora vê pêvajoyê de mane. Herî kêm 40 jin di dema xwepêşandanan de bi awayekî kêfî li mal, zanîngeh û hwd hatine binçavkirin.

Astengkirina jinên birîndar a xwe gihandina xizmetên tenduristiyê û gefa li ser mafê wan ê tedawiyê veguheriye amûrekî zextê û ev yek ji aliyê mafê jiyan û mafên bingehîn binpêkirinên cidî derdixe holê. Qetilkirina Sager Etemadi ya 22 salî ku di dema xwepêşandanan de bi guleyên hêzên ewlehiyê hatibû kuştin, bi awayekî berbiçav giraniya rewşê nîşan dide. Berdewamiya tundiya li ser jinan bi vî rengî tengezariya civakî zêde dike û îmkanên çareseriyê qels dike.

Divê daxwaz bi rêya diyalog û rêbazên mafparêz werin çareserkirin

Ji sala 2022yan vir ve, daxwaza ku jinan bi ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ tînin ziman, xwesteka jiyanek bêtundî, birûmet û wekhev e. Ev daxwaz ne tenê ji bo pêşeroja jinan lê ji bo pêşeroja tevahiya civakê bendewariyekê nîşan dide. Em weke Tevgera Jinên Azad, bang li rayedarên Îranê dikin ku li gorî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan tevbigerin. Divê girtin û çewisandina jinan bi dawî bibe; jinên ku ji ber beşdarbûna di xwepêşandanan de hatine girtin û hemû girtiyên siyasî werin berdan. Bikaranîna hêza kujer ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, îşkence û gefên tundîtûjiya cinsî divê bê rawestin; û binpêkirinên ku diqewimin divê bi awayekî zelal, bibandor û serbixwe werin lêkolînkirin. Divê civaka navneteweyî li hember van binpêkirinên giran ên li dijî jinên li Îranê bêdeng nemîne. Daxwazên jinan ji bo wekhevî û azadiyê rewa ne; divê ev daxwaz ne bi rêya tundî û îşkenceyê bi rêya diyalog û rêbazên mafparêz werin çareserkirin.

Em piştgiriya xwe ya ji bo jinên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomînin. Em bang li hemû jinan, raya giştî ya demokratîk û aktorên navneteweyî dikin ku ji bo parastina mafê jiyanê û azadiya bingehîn ên jinan helwestek zelal û bi biryar nîşan bidin.”

Etîket: daxuyanîÎranrojhilatê KurdistanTevgera Jinên Azad (TJA)xwepêşandan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

5 COTMEH 2026
Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

20 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne