• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Rejîma Îranê 10 jin binçav kir û jinek jî bi giranî birîndar kir

Navenda Nûçeyan / AW

4 ÇILE 2026 - 15:43
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Rejîma Îranê zextên yên li ser jinan didomîne. Rejîmê li bajarên cûda yên Îranê 10 jin binçav kirin û jinek jî birîndar kir. 

Komîsyona Jinan a Encûmena Nîştimanî ya Parastina Îranê, di derbarê zextên rejîma Îranê yên li ser jinan de agahiyên nû parve kir. Li gor agahiyên hatine pervekirin, di du rojên borî de leşker û milîsên rejîma Îranê bi cilên sivîl bi ser beşa wargeha jinan (yurd) a Zanîngeha Nîştimanî ya li Tehranê de girtin. Sê xwendekarên jin li gel Sekretera Encûmena Xwendekarên Kolêja Yasa û Zanistên Siyasî Serîra Kerîmî binçavkirin.

Leşkeran avêtin ser zanîngehê jî

Hat diyarkirin ku xwendekara zanîngehê û girtiya berê ya siyasî Mehşad Keşanî dema ku li bajarê Esfehanê tevlî xwepêşandanê bûye, ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin. Li gor heman agahiyê, Mehnaz Qasimî ya xelkê bajarê Gîlan ku li bajarê Reşt dimîne, dema tevlî xwepêşandanan bûye, ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin.

Jin û zorokan girtin û îşkence li wan kirin

Li navçeya Sebzewarî ya ser bi parêzgeha Xuzistanê jî jinên ciwan yên bi navên Nazenîn Zehra (17) û Zehra Mehdewî (17) hatine binçavkirin û şandine girtîgeha Meşhedê. Hat diyarkirin ku li bajarê Kerec jî du çalakvanên mafên jinan yên bi navên Yekta Derzade (20) û Suheyla Hîcab ji aliyê hêzên rejîmê ve bêy fermana dadwer hatin binçavkirin û di dema binçavkirinê de êşkence li wan hatiye kirin. Hat gotin ku her du jin şandine girtîgeha Kerecê.

Gule barandin û jinek birîndar kirin

Di dema xwepêşandanên li navçeya Fars a li parêzgeha Çar Mehel hêzên rejîmê gule li xwepêşanderan barandin. Di encamê de jina ciwan Sexer Îtimadî ji serê xwe bi giranî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê. Hatiye eşkerekirin ku di dema xwepêşandanan de jina bi navê Zehra Îzdinya (26) a xelkê navçeya Yasuc Kuhgiluye, her wiha jina bi navê Boyer Ehmed hatine binçavkrin û şandine girtîgeha Yasuc.

Heta niha bi sedan welatiyên Kurd û Îranî hatin girtin û binçevkirin

Xwepêşandan roja 28ê Kanûna 2025an li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji ber qeyranên aborî, siyasî û civakî li dijî rejîma Îranê destpêkir. Hêzên rejîmê jî mîna her carê bi girtin, gulebaran û êşkenceyê êrişê xwepêşandêran kir. Li gor agahiyan heta niha bi sedan welatiyên Kurd û Îranî hatine binçavkirin û gelek kes jî di xwepêşandanan de hatine kuştin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn HATE NÛKIRIN

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne