• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Merwanî: Azadî û aştî ji bo me weke hibira pênûsê ye

Abdullah Esen / AW

30 KANÛN 2025 - 10:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Herdem Merwanî têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” axivî û got: “Azadî û aştî ji bo me weke hibira pênûsê ye. Bangewaziya me ew e ku her nivîskar, hunermend û rewşenbîrên civakê li vê pêvajoyê xwedî derkevin.”

Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de dabû destpêkirin gelek tişt bi xwe re guhertin û rê li ber gelek tiştan vekir. Pêvajo gihîştiye asteke ku nîqaş li ser çêkirina rêziknameyên qanûnî yên pêwîst dest pê kirine. Di 4ê Çileyê de mitînga “Hêvî û Azadiyê” bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dar bixe. Di mîtîngê de ku dê li Qada Îstasyonê ya Amedê were lidarxistin. Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd, Nivîskar Herdem Merwanî têkildarî pêvajoyê de axivî û balê kişand ser mitîngê û got: “Em jî weke Komeleya Wêjekarên Kurd piştgirî didin vê pêvajoyê û em ê jî li qadê bin.”

‘Azadî û aştî û weke nan û avê hewce ne’

Herdem Merwanî anî ziman ku “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin her tim di rojeva wan de ye û wiha got: “Ev xapandin roj bi roj gelek nakokiyan bi xwe re dide avakirin. Bi vê pêvajoyê re hêviyeke mezin di nav civakê de zindî bû. Êdî em dixwazin gavên şênber bêne avêtin. Azadî û Aştî weke nan û avê hewce ne. Dema ku gavên şênber neyên avêtin dibe ku sedemeke neyînî jî bi xwe re bide avakirin. Ji bo ku ev gumanên di nava civakê hatine avakirin bêne rakirin em li benda gavên şênber in. Gelek caran partiyên siyasî daxuyaniyan didin jî, lê dîsa kêm dimîne. Aştî ne ew e ku di carekê de bê avakirin, helbet bi demê re tê avakirin. Lê divê berbirsyar jî êdî gavên şênber biavêjin. Aştî bi yek alî nayê meşandin, dema ku bi yek alî be, bêhêvîtiyê bi xwe re tîne. Weke nivîskarên Kurd em jî dibêjin hewceye êdî gav bêne avêtin. Jixwe em dizanin ku aştiya şerekî 50 sal in tê domandin ne hêsan e.”

‘Ev pêvajo gelek pîroz e, dibe ku careke din ev firsend nekeve destê me’

Herdem Merwanî bal kişand ser şert û mercên ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn û diyar kir ku ev şert û mercên heyî civatê têr bike û hêvî bide. Herdem Merwanî destnîşan kir ku divê her kes bi awayekî zêde xwedî li pêvajoyê derkeve û wiha domand: “Ya din jî di 4ê Çileyê de li Qada Îstasyonê mitînga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dê were lidarxistin. Em jî weke Komeleya Wêjekarên Kurd piştgirî didin vê pêvajoyê û em jî dê li qadê bin. Azadî û aştî ji bo me weke hibira pênûsê ye. Bangewaziya me ew e ku her nivîskar, hunermend û rewşenbîrên civakê li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Dema ku fikir û raman ne azad bin, bi mirarî bin mirov nikare bikeve xizmeta civaka xwe û ya xwe ya şexsî. Ji bo careke dinê canê kesekî neêşê divê em li pêvajoyê xwedî derkevin. Ev pêvajo gelek pîroz e, dibe ku careke din ev firsend nekeve destê me. Niha êdî barê giran ketiye ser milê dewletê ku êdî gavên şênber biavêje, êdî civak vêya dixwaze. Her du aliyan jî gelek bedel dane û xesarên mezin dîtine û êşên mezin kişandine. Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan gavên şênber û wêrek avêtiye. Di cihekî weke Rojhilata Navîn de her kesî şer diaxivî îro Kurd aştiyê diaxivin. Ev jî bi saya Rêberê Gelê Kurd e.”

Etîket: Herdem MerwanîMîtînga Hêvî û AzadiyêPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026
Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

Xelkê Amedê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê li pêş bixe

9 ÎLON 2026
Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

3 ÎLON 2026
‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

2 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne