• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rêveberên OHDê: Divê her kes xwedî li azadî û aştiyê derkevin

Fexredîn Kiliç - Gulîzar Turkoz / AW

27 KANÛN 2025 - 08:03
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Rêveberên Şaxa OHDa Amedê Mehmet Sonmez û Gulbahar Ateş, têkildarî girîngiya mitînga “Hêvî û Azadiyê “ axivîn û wiha gotin: “Divê her kes tev li mitîngê bibin û xwedî li azadî û aştiyê derkevin.”

Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) li gelek bajaran têkildarî girîngî û beşdariya mitînga “Hêvî û Azadiyê” ku dê di 4ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê were lidarxistin, daxuyanî dan. OHDê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku sepandina mafê hêviyê; dabînkirina azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan; bidawîanîna hiştina derveyî hiqûqê ya Kurdan û hemû beşên civakê û avakirina hiqûqa entegrasyona demokratîk, şertê bingehîn ê aşitiyeke rastîn û mayinde ye. Yek ji van şaxan jî ya Amedê bû. Rêveberên Şaxa OHDa Amedê Mehmet Sonmez û Gulbahar Ateş jî têkildarî girîngiya mitîngê û bicihanîna “Mafê Hêviyê” ji ajansa me re axivîn.

Armanc ew e ku mijara ‘Mafê Hêviyê’ têxin rojeva dewletê

Mehmet Sonmez diyar kir ku bi lidarxistina mitîngê armanca wan ew e ku mijara “Mafê Hêviyê” têxin rojeva dewletê jî wiha got: “Dema ku di mijara Mafê Hêviyê de çareseriyek nebe, li ser vê yekê rastkirinek an jî qanûneke nû neyê çêkirin û ev maf nekeve meriyetê; bi tu awayî hiqûqa Tirkiyeyê jî rasterast nabe hiqûqeke demokratîk. Mafê hêviyê bi giranî bi birêz Ocalan tê penasekirin. Jixwe rasterast bi wî re eleqedar e. Lê wekî din, ji bilî wî ev mafê gelek kes û mirovên din heye. Ji ber vê yekê pêwîst e, di derheqê Mafê Hêviyê de sererastkirinek çêbibe û bibe qanûn û bikeve meriyetê.”

‘Em hêvî dikin ku mitîng bibe wesîleya pêkhatine mafê hêviyê’

Sonmez, da zanîn ku wekî OHD xebatên wan ên têkildarî mitîngê li kolanan didomin û wiha berdewam kir: “Em xwe digihînin gel, qala giringiya mijarê dikin. Gelek kes dixwazin di derheqê vê mijarê de gotina xwe û hêviya xwe bînin ziman. Ji xwe her kes di ferqa vê mijarê de ye. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê vê mijarê de du caran biryara binpêkirinê daye. Ji bo wê yekê jî gelek hêvî hene, ji ber wê hêviyeke mezin heye ku Mafê Hêviyê bi cih were. Em jî hêvî dikin ku ev mitîng bibe wesîleya ku ev tişt pêk were. Gelên Kurdistanê dibêjin kesê ku vê pêvajoyê bi rê ve dibe birêz Abdullah Ocalan e, dema ew azad nebe ev pêvajoya tê meşandin rast nameşe.”

Banga tevlibûnê

Sonmez, di dawiya axaftina xwe de ji bo mitîngê ev bang kir: “Em hêvî û em daxwaz dikin ku gelê me xwedî li mitîngê derkeve û tevlîbûneke pir zêde xwe di nav mîtîngê de cihê xwe bigire û di vê mîtîngê de jî, daxwaz û hêviyên xwe bîne ziman.”

Biryara DMMEyê

Gulbahar Ateşê jî bal kişand ser biryara DMMEyê ya derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de û wiha got: “Lê mixabin heta niha ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo bicihanîna vê biryarê hêj tu gav nehatine avêtin.”

Girîngiya lidarxistina mitîngê

Ateşê têkildarî girîngiya lidarxistina mitîngê ev tişt gotin: “Wekî rêzdar Ocalan diyar dike; prensîba hêviyê gavek e ku hewce ye dewlet biavêje ye. Ne tenê ji bo şexsiyeta wî, ji bo hemû gelan. Mafê hêviyê hemû civakê eleqedar dike. Ji ber ku prensîba hêviyê li cihekî parastina mafê mirovan e ji bo civakê, divê em vê girîngiyê li ber çavan bigirin. Em jî weke Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) dibêjin ku; bicihanîna Mafê Hêviyê, bi dabînkirina azadiya birêz Ocalan pêkan e.”

‘Divê hemû gel xwedî li aştî û azadiyê derbikeve’

Gulbahar Ateşê jî têkildarî mitînga “Hêvî û Azadiyê” ev bang kir: “Em weke OHD bang li hemû gelê xwe û hevalên xwe yên hiqûqnas dikin ku di 4ê Çileyê de tev li vê mitîngê bibin. Xwedî li aştî û azadiyê derbikevin. Wê berpirsyartiyê bigirin ser mile xwe. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ji bo ev pêvajo bi awayekî hiqûqî pêş bikeve, hewce ye desthilatdarî hîn gavên hiqûqî jî bavêje. Di serî de di şexsê Birêz Ocalan de, hemû girtiyên siyasî û hevalên ku di girtîgehan de bi awayekî bêhiqûqî têne girtin, divê bigihîjin azadiya xwe ya fîzîkî. Mafê Hêviyê ji bo hemû civakê girîng e.”

 

Etîket: AmedaştîAzadiHevîMîtîngOHD
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

TUHAD-FED: Dest ji astengkirina berdana girtiyan berdin

5 COTMEH 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

5 COTMEH 2026
Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne