• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

OHDa Amedê: Heqaretên li dijî Leyla Zana bi organezîkirî pêk tên

Amed / AW

22 KANÛN 2025 - 14:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komîsyona Jinan a OHDa Amedê têkildarî heqaret û çêrên li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana şermezar kir û Komîsyonê got ku ev heqaret û êriş bi awayek organîzekirî hat kirin û xwest TFF û rayedarên darazê dest bi lêpirsînek bi bandor bikin.

Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê bi boneya heqaeret û çêrên li dijî siyasetmedara Kurd Leyla Zana di maça Bursasporê û Somasporê de hatin kirin, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da û şermezar kir. Rêveberên partiyên siyasî, Dayikên Aştiyê, saziyên jinan û rêxistinên sivîl piştgirî dan daxuyaniyê. Di daxuyaniyê de pankart “Leyla Zana rûmeta me ye” hat vekirin û dirûşmeya “Leyla Zana rûmeta me ye” hate berzkirin.

Daxuyanî Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter bi Tirkî hate xwendin.

‘Bursaspor nefretê li ser nasnameya Kurdan dike’ 

Ekîn Yeter diyar kir ku heqaretên li Leyla Zana hatine kirin nayê qebûlkirin û got: “Em vê heqaretê weke êrişek organîzekirî ya ku pergala serdest a mêr û kodên nijadperestî dibînin. Êriş û heqaretên nijadperestî bi alîgirên Bursasporê hate destpêkirin, li gelek maçên din jî berdewam kir. Ev yek nîşan dide ku ev pratîk beşek ji polîtîkayên lînckirinê yên sîstematîk in, bi zanebûn û plankirî ne. Gruba alîgirên Bursasporê demek dirêje bi liv û tevgerên xwe yên nefretê li dijî nasnameya Kurdan didomînin.”

Bang li TFFê û darazê hate kirin  

Ekîn Yeter da zanîn ku ew ê dest ji vê meseley3e bernedin û bang li TFFê û rayedarên darazê kir ku li dijî van heqaret û êrişan dest bi lêpirsînek bi bandor bikin.

Endamê OHDê Gulbahar Ateş jî derheqê mijarê de bi Kurdî ji ajansa me re axivî.

‘Ev heqaret li dijî hemû gelê Kurd bû’

Piştî daxuyaniyê Endama OHDê parêzer Gulbahar Ateş derheqê bûyerê de axivî û wiha got: “Ev heqaret û neheqî li ser medyaya civakî jî gelek hate belavkirin. Di 16ê Kanûnê de navbera Bursasporê û Somasporê maçek hate lîstin. Di vê maçê de alîgirên tîman bi awayekî nijadperest, zayendperest, heqaret li ser şexsiyeta Leyla Zana kirin. Lê em baş dizanin ku ev heqaret ne tenê ji bo şexsê Leyla Zana bû, ev heqaret li dijî îradeya gelê Kurd û jinan bû. Heqareta ku hatiye kirin di şexsê Leyla Zana de li ser hemû gelê Kurd hate kirin. Em dizanin ku di ji bo van heqaretan ew faîl nayên cezakirin. Necezakirin rê li ber heqaretên din vedike. Em jî wek Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê şopdarê vê pêvajoyê ne.”

Etîket: Komîsyona Jinan a OHDa AmedêLeyla Zana
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan serdana şîna Zana kir: Mehdî Zana berxwedan û helwest e

Bakirhan serdana şîna Zana kir: Mehdî Zana berxwedan û helwest e

31 TEBAX 2026
Erdogan ji Leyla Zanayê re sersaxî xwest

Erdogan ji Leyla Zanayê re sersaxî xwest

31 TEBAX 2026
Leyla Zana: Gel Serok Apo li vir dixwaze

Leyla Zana: Girava Îmraliyê êdî girava Aştî û Azadiyê ye

22 ADAR 2026
Ji Newroza Amedê hin wêneyên bi heybet

Leyla Zana: Gel Serok Apo li vir dixwaze

21 ADAR 2026
Guleryuz: Em li bendê ne ku peyama bi dîmen a Ocalan li Newrozê bê nîşandan

Bernameya Newrozên Amed û Stenbolê diyar bûn

20 ADAR 2026
Maç diyarî Leyla Zana hate kirin: Amedspor bû lîder

Maç diyarî Leyla Zana hate kirin: Amedspor bû lîder

28 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne