• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Dewlet mafên zarokan binpê dikin’

Wan / AW

16 KANÛN 2025 - 19:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di çarçoveya hefteya mafên mirovan de li ser mijara “Di çarçoveya xebatên saziyên sivîl de mafên zarokan” panelek hat lidarxistin û hat gotin ku dewlet hemû mafên zarokan binpê dikin.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), KESK, TMMOB, OHD, Baroya Wanê û Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê di çarçoveya hefteya mafên mirovan de li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê li mijara “Di çarçoveya xebatên saziyên sivîl de mafên zarokan” hat lidarxistin. Di panelê de parêzer Medîne Turantaylak Ozkaçmaz weke moderator, Xebatkara Civakê (Sosyal Çalişmaci) Dîcle Yucekaya Goren û Dr. Mehmet Şîrîn Zorkol weke axiver cih girtin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li panelê bûn.

‘Ji aliyê hemû dewletan ve mafên zarokan tên binpêkirin’

Parêzer Medenî Gur ewilî axivî û diyar kir ku ji aliyê hemû dewletan ve mafên zarokan tê binpêkirin. Medenî Gur anî ziman ku derbarê zarokan de gelek mevzûat û qanûn hene, lê belê binpêkirina mafên mirovan her ku diçe zêdetir dibe û wiha pê de çû: “Tirkiye ji bo mafên neteweyên cuda yên li Tirkiyeyê dijîn, nedin, çend xalên Peymana Zarokan a Cenewreyê qebûl nekir. Di van xalan de mafên zimanê dayikê, olî hwd. hebûn. Ew rastîya ku zarok ji ber şer li ser rêyên koçberiyê jiyana xwe ji dest didin, dibin qurbanên kuştinên bê daraz, bi zanebûn û bi mebest têne bombebarankirin û îdamkirin. Wesayîtên leşkerî li Kurdistanê her sal dibin sedema mirina gelek zarokan û ev hemû careke din nîşan didin ku çiqas ji tiştên me li ser nîqaş kirine tenê teorîk mane.”

‘Divê saziyên sivîl çalaktir bin’

Xebatkara Civakê Dîcle Yucekaya Goren anî ziman ku Tirkiye ji bo mafên zarokan biparêze gelek peyman îmze kirine û ev tişt got: “Ji aliyê binpêkirinê de herî zêde zarok li hemberî îstîsmara fîzîkî tê. Dû re îstîsmara zayendî tê û di medyayê de jî gelek cîh digire. Îstîsmara zayendî tenê bi fîzîkî nabe, gelek hêlên vê mijarê hene û divê mirov baldar be. Piştre îstîsmara hestiyarî heye û di vir de teyîtkirina îstîsmarê gelek zehmet e. Ji sedî 72ê zarokan di nav malê de rastî îstîsmarê tên. Saziyên civaka sivîl divê di çareserkirina binpêkirinên mafên mirovan de çalaktir bin.”

‘Niyetên baş bi tenê têrê nakin’

Di dawiyê de Dr. Mehmet Şîrîn Zorkol axivî û got: “Pêdivî ye ku ji her kesî re were bibîrxistin ku mafên zarokan berpirsiyariya her kesî ye, ne tenê ya dewletê. Pirsa herî girîng li vir ev e ku gelo rêxistinên sivîl, rojnamevan û aktivîst bi nêzîkatiyek navendî ya zarokan dixebitin, an jî zarok dibin tiştên ‘projeyên mezinan ên bi niyeta baş’. Em jî karên bi niyeta baş dikin, lê em weke tiştan behsa zarokan dikin. Girîng e ku were destnîşankirin ka çawa zarok-navendî tê pîvandin. Li şûna ku em bipirsin ‘Hewcehiyên zarokan çi ne?’, divê em bipirsin ‘Divê em ji bo zarokan çi bikin?’. Di lêkolînên têkildarî zarokan de sê xalên şikestinê hene; yekem, çavdêrî heye lê daneyên wan tune ne. Ya duyemîn, xizmet li ser bingeha xêrxwaziyê ne li ser bingeha mafan têne peyda kirin. Ya sêyemîn, nêzîkatiyên proje-navendî. Niyetên baş bi tenê têrê nakin.”

Piştî axaftinan panel bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

    

Etîket: mafPanelWanzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

9 ÎLON 2026
Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

Dosyaya Rojîn Kabaîş: Di wesayîtekê de çend kes hatine tespîtkirin

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne