• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ebdî û Erdogan li ser Peymana 10ê Adarê axivîn

Navenda Nûçeyan / AW

13 KANÛN 2025 - 14:44
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Fermandarê giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî anî ziman ku peymana 10ê Adarê dîrokî ye û dê bibe esasê hêza Sûriyeyê. Serokkomarê Tirk Erdogan jî diyar kir ku dê pêkanîna Peymana 10ê Adarê dê îradeya gelên Sûriyeyê bi hêz bike.

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî beşdarî pîrozbahiya salvegera 10emîn a damezirandina Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bû. Pîrozbahiya salvegerê li bajarê Hesekê hat lidarxistin.

Mazlûm Ebdî di pîrozbahiyê de axivî û têkçûna rejîma Baasê wek destpêka projeya Sûriyeya nû bi nav kir û got rejîma Esed di encama biryardarî û têkoşîna dehan salan a tevahiya pêkhateyên Sûriyeyê de ket.

Mazlûm Ebdî got: “Ketina Esed qonaxa pêşîn a şoreşê bû. Kêfxweşiya Sûriyeyê dê temam nebe heta ku daxwazên wan bi cih neyên. Armanca gelê Sûriyeyê ji xistina rejîmê avakirina sîstemeke nû ya li ser esasê azadiyê bû. Ji bo armancên şoreşê pêk werin divê sîstemeke nû ya li ser bingeha azadiyê were avakirin. ”

Ebdî di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku rejîma Baasê rejîmeke zordest bû li ser esasê yekrengiyê kar dikir, li hemberî vê yekê divê tevahî pêkhateyên Sûriyeyê welatê xwe ava bikin û bi rê ve bibin.

Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku civata navneteweyî bi ketina rejîma Baasê kêfxweş e û derfet da Sûriyeyê da ku cihê xwe di qada navneteweyî û Rojhilata Navîn de bigire, her kes kar dike da ku Sûriye gavan biavêje. Her wiha got: “Em dizanin dê kî Sûriyeyê vegerîne cihê wê yê girîng, ew jî eniya hundirîn a Sûriyeyê bi xwe ye.”

‘Peymana 10ê Adarê dê bibe hêza Sûriyeyê’

Fermandarê giştî yê HSDê bal kişand ser peymana 10ê Adarê ku bi hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re îmze kir û ev tişt got: “Bi armanca ku Sûriyeyeke nû bi rêya lihevkirinan ava bibe û şer were rawestandin, par mîna van wextan em bi hikumeta veghêz re ketin nava têkiliyan. Di encamê de bi alîkariya hin dostên me hevdîtin çêbûn û peymana 10ê Adarê hat îmzekirin. Ji demekê ve em li gorî peymanê kar dikin.”

Ebdî, peymana 10ê Adarê wek bingeha Sûriyeya nû bi nav kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Bendên peymanê bendên dîrokî ne. Dê bibin bingehên hêza Sûriyeyê. Civata navneteweyî û herêmî piştgiriyê didin peymanê. Em wek HSD û Rêveberiya Xweser ji her kesî bêtir pabend in. Em dizanin ku peyman bingeha Sûriyeya nû ye.”

‘Peyman welatên derdorê jî eleqedar dike’

Mazlûm Ebdî diyar kir ku pêvajo ne pêvajoyeke normal e, lê hestiyar e û wiha dom da axaftina xwe: “Pêşketin hene. Peyman welatên cîran jî eleqedar dike. Welatên cîran wekî berê ne li dijî me ne. HSD ne hinceta şeran e. Em ji çareseriyq li gorî peymana 10’ê Adarê re amade ne. Em ji her kesî dixwazin ku piştgiriyê bidin pêvajoyê. Wek HSD û hêzên asayîşê me di çaçroveyeke giştî de li hev kir û şandeyên me detayan nîqaş dikin.”

Erdogan: Pêkanîna Peymana 10ê Adarê dê îradeyê bi hêz bike

Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan di vegera ji Turkmenistanê de di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivand.

Tayyîp Erdogan bal kişand ser Peymana 10ê Adarê ya di navbera HSDê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de û got: “Li Sûriyê pêkanîna peymana 10ê Adarê pêvajoyek dahatûya herêmê ji nêz ve eleqedar dike ye. Ku peyman bigihe armancên xwe dê ji bo Sûriyê encamên gelek qenc bide. Bi pêkhatina peymanê dê yekpariya axê, yeîtîk, hevirî, îstîkrar û meşa Sûriyê ya ber bi pêşerojê ve qewî bibe. Derket holê ku cudabûn, şer û pevçûn tiştek bi Sûriyê nade qezençkirin. Girîng e ku rêvberiya Sûriyê bi vîzyona ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê re digire nav xwe tevbigere. Ev nêzîkatiyek nirxbûhaye û divê piştgirî lê bê kirin. Mimkûn e ku xeyal û planên gelek derdoran ji bo Sûriyê hebe. Lê ya girîng hevpariya pêşerojê ya gelê Sûriyê ye. Xeyalên rasteqîn ji hêla gelê Sûriyê yê cefakar ve tê dîtin. Bi pêkhatina peymanê dê lîstikên derdorên dafikan datînin vala derxe. Em bêyî ferq û cudahî aramî û aştiya Ereb, Kurd, Sunî û Nusayrî dixwazin. Bêguman pêkanîna Peymana 10ê Adarê dê vê îradeyê bi hêz bike.”

Etîket: Hikûmeta Demkî ya ŞamêHSDMazlum EbdîPeymana 10ê AdarêTayyîp Erdogan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

Zimanê Kurdî hate qebûlkirin: Ebdî dibe musteşar Îlham Ehmed dibe parlamenter

27 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne