• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji Ersînan heta Ezîzan şopa heqîqetê didome’

Stenbol / AW

3 KANÛN 2025 - 12:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji bo bîranîna rojnameger Ersîn Yildiz û şermezarkirina bombekirina rojanmeya Ozgur Ulkeyê çalakî hate lidarxistin û wiha hate gotin: “Ji Ersîn Yildizan heta Ezîzan şopa heqîqetê didome.”

Rojnameya Yenî Yaşamê, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), bi boneya salvegera 31emîn a bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê, li semta Kadirgayê ya navçeya Fatîhê ya Stenbolê ku avahiya rojnameyê li wir bû, çalakiya protestoyî û bîranîna Ersîn Yildiz li dar xist. Gelek rojnameger, nûnerên sendîkayan, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.

Di bîranînê de dovîzên ji manşetên Ozgur Ulkeyê pêk dihat ên “Ev agir dê we jî bişewitîne”, “Çapemeniya azad gelê azad”, “Em ê serî netewînin” û wêneyên rojnameger Ersîn Yildiz ku di êrişê de jiyana xwe ji dest dabû hatin hilgirtin. Herwiha pankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hat hilgirtin û dirûşma “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” hat berzkirin.

‘Heqîqet mîsogeriya aştiyê ye’

Ji xebatkara berê ya rojnameyê siyasetmedar Gultan Kişanak di bîranînê de axivî û got: “Ji bo ev rûpelên tarî careke din neyên jiyîn, em mafê xwe yê nejibîrkirinê bi kar tînin. Ozgur Ulkeyê bi dirûşma ‘Dê rastî di tariyê de nemînin’ dest bi weşanê kir. Mixabin bi fermana serokwezîra demê Tansu Çîllerê hemû hejmarên rojnameyê hatin komkirin û desteserkirin. Kedkarên çapemeniyê û hemû kesên ji heqîqetê bawer, tevî zextan jî heqîqet nivîsandin. Tansu Çîllerê fermana bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê da. Di nîvêşevekê de rojnameya me bombe kirin. Xwestin rojnamegerên ji heqîqetê bawer tune bikin. Lêbelê dîrokê careke din nîşan da ku yên heqîqet dinivîsandin nehatin tunekirin. Vî agirî bi salan ev welat şewitand. Heqîqet, misogeriya aştiyê ye. Heqîqet çiqas derkeve holê em ê ewqas nêzî aştiyê bin.”

‘Faîl nehatin darizandin’

Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHDê Eren Keskîn jî wiha got: “Ji bo rojnamegeriya çapemeniya azad me gelek mirovên xwe winda kir. Yek ji van jî Gurbetellî Ersoz bû. Tenê çapemeniya azad valakirina gundan, cînayetên kiryarnediyar dida. Teqîneke pir plankirî û organîzeyî bû. Ji wê rojê heta niha em li vir in. Yek kes nehate darizandin. Faîl nehatin eşkerekirin.”

‘Pêvajo ji bo heqîqet derkeve holê girîng e’

Ji şahidên demê rojnameger Zekîne Turkerî jî ev yek anîn ziman: “Dema wê demê rojnameya me hat bombekirin û 23 kes bi giranî birîndar bûn. Ersîn Yildiz jî jiyana xwe ji dest da. Aqilê dewletê yê wê demê ev kir. Di demên şer de nivîsandina rastiyan pir zehmet e. Ji bo nivîsadina rastî û heqîqetê bedelên giran hatin dayin. Ji bo heqîqet derkeve holê ev pêvajo girîng e.”

‘Me serî netewand û em ê netewînin’

Metna daxuyaniyê, ji hêla xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê Ezgî Çardirci Karabey ve hat xwendin. Ezgî Çardirci Karabey diyar kir ku Ozgur Ulke dengê kurdan, gelên bindest, kedkar, jinan bû û got: “Digotin qey wê rojê her tiştek qediya û dawiya Çapemeniya Azad hat. Lê xwe xapandin. Kesên li pey heqîqetê bi dirûşma ‘Rastî dê di tariyê de nemînin’ rêya xwe domand. Di sibeha wê rojê de her kes ser karê xwe bû. Bi manşeta ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ meşa xwe domand. Buroya me tune bû lê em bêxwedî nebûn, em bûn pir kes, em zêde bûn. Tevî hempîşe û dostên xwe yên deriyên xwe li me vekirin, yên li cem me sekinînin, mil dane milên me, me got ‘Xwedî li Ulkeya xwe derkeve’, me li ber xwe da û em li ser şopa heqîqetê meşiyan. Di vê rêyê de me gelek can dan lê me tu caran serî netewand.”

‘Ji Ersînan heta Ezîzan…’

Ezgî Çardirci Karabey anî ziman ku wan şahidiya her kêliya têkoşîna man û nemayê ya gel kiriye û hemû êrişên li dijî Çapemeniya Azad bêencam mane û wiha axivî: “Çapemeniya Azad tu caran bêdeng nema. Salên 90î salên tarî bûn. Lîsteya hevalên me yên hatin kuştin roj bi roj dirêj bû, hevalên me yên çûn nûçeyê lê venegeriyayîn hebûn. Binçavkirin, îşkence, girtin, sirgun, doz, KHK, qeyûm û hwd. tu caran kêm nebûn. Dewletê wê demê çi ji gelê kurd re rewa dîtibe, heman tişt bi serê Çapemeniya Azad ku deng, çav û guhê wan bû jî kir. Lêbelê Çapemeniya Azad her tim ev kevneşopiye domand. Em ji Apê Musayan, Gurbetellî Ersoz, ji Ersînan, Ayferan, Denîzan, Nûjiyanan, ji Nagihan, Gulistan, Hero, Nazim, Cîhan, Ezîzan hîn bûn. Em ji mamosteyê xwe Huseyîn Aykol ku bi rojan e di nexweşxaneyê de ye hîn bûn. Di demeke jiyaneke wekhev, azad û demokratîk li vê xaka ku em şahidiya her kêliya wê ya biêş kiriye tê hûnandin jî em ê dîsa bi gelan re bin. Em ê dîsa dengê wan bi cîhanê re parve bikin.”

Herî dawî jî beşdaran qerenfîl danîn cihê komkujî lê hatiye kirin.

Etîket: DFGEren KeskînErsîn YildizGultan KişanakMKGRojnameya Ozgur Ulkeyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026
DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

3 COTMEH 2026
DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

22 ÎLON 2026
MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

6 ÎLON 2026
Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

Dayikên Şemiyê: Kujerên Fethî Ildir li ku ne?

5 ÎLON 2026
Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

Eren Keskîn: Divê li gorî Peymana Cenevreyê rêz ji şîn û bîranînan re were girtin

5 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne