• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan bersiva Ozel da: Heke em pirtûka celadên xwe vekin hûnê deyndar derkevin

Enqere / AW

2 KANÛN 2025 - 14:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de bersiv da gotinên Ozgur Ozel û got: “Em celadên xwe baş nas dikin. Heke em pirtûka celadên xwe vekin hûn ê deyndar derkevin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê yê Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de derbarê geşedanên di rojevê de ne li Meclîsê axivî. Tuncer Bakirhan ji bo Dîlan Karaman ku çend roj berê jiyana xwe ji dest dabû sersaxî ji malbatê re xwest û dest bi axaftina xwe kir.

Tuncer Bakirhan bi bîr xist ku di 3ê Kanûnê de li Stenbolê salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê û got ku rojnameger Ersîn Yildiz di wê bombekirinê de jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Rojnameger Huseyîn Aykol wê rojê wisa pênase kiribû; ‘Ew jî di ferqê de nebûn lê wê rojê me dîsa rojnameyek derxist û kir mîrateyek. Çi dikin bila bikin rêwîtiya me heta dawî wê bidome’. Bi vê minasebetê em ji Huseyîn Aykol li nexweşxaneyê tê tedawîkirin re selametî û şîfayê dixwazin.”

Welatiyên Roman jî tev li civîna DEM Partiyê ya li Meclîsê bûn. Tuncer Bakirhan bi zimanê Romankî xêrhatina mêvanan kir û got ku welatiyên Roman bi neheqiyê re rû bi rû ne û ew bi awayekî sîstematîk mehkûmî xîzaniyê tên kirin. Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê neheqiyên li ser welatiyên Roman bê bi dawî bibe û ew jî bi ziman û çanda xwe bi awayekî welatiyên wekhev bijîn. Tuncer Bakirhan bi bîr xist ku 3ê Kanûnê Roja Astengdaran a Navneteweyî û ev roj li astengdaran pîroz kir.

‘Dema avêtina gavan e’

Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser çûyîna Komîsyona ya Girava Îmraliyê û wiha axivî: “Hevdîtina heyeta Komîsyonê bi birêz Abdullah Ocalan re pirr girîng bû. Ev serkeftina aqilê çareseriyê yê Tirkiyeyê ye. Yanî beriya vê hevdîtinê qiyamet rakirin. Yanî Komîsyon çû giravê, çi bû? Tirkiye çi winda kir? Berovajî wê çûyîna Komîsyonê li Girava Îmraliyê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de merhaleyek din li pêş xist. Ew gava bi wêrek dê bingeha pêvajoyê xurttir bike. Di 4ê Kanûnê de Komîsyon dê careke din bicive. Heyet dê girtekên hevdîtinê di civînê de parve bike. Birêz Ocalan heta niha ji civakê tiştek veneşartiye. Birêz Ocalan jî dibêje divê pêvajo bi awayekî zelal bi rê ve biçe. Em jî ji bo zelaliya pêvajoyê dixwazin ev girtek bên parvekirin. Desthilat jî divê xwedî li aştiya civakî derbikeve û di vê mijarê de gavên pêwîst ên hiqûqî biavêje. Êdî ne dema gotinan e. Dema gavavêtinê ye. Êdî berpirsyarî ya Meslîsê ye. Berpirsyarî ya Komîsyonê ye. Em bawerin dê Komîsyon vê berpirsyariya xwe pêk bîne.”

‘Em celadên xwe baş nas dikin’

Tuncer Bakirhan bersiva gotinên Ozgur Ozel ku gotibû, “Sendroma Stocholmê” û “Ji celadên xwe hez nekin” da û wiha got: “Em jî dipirsin. Dema ku em li parlamentoyê qanûnên aştiyê nîqaş dikin, dema ku em hewl didin ku bi her hevkarê xwe re li kolanan aştiyê civakî bikin, çima hûn gotinên heqaretê li ser gelekî dibêjin, birêz Ozel? Em partiyek têkoşîn û danûstandinê ne ku li ser çareseriyek demokratîk û siyasî ye, em danûstandinan dikin. Ji roja ku em hatine damezrandin heta îro em têkoşînek bi rûmet dimeşînin. Gelê me dixwaze di nava aştî, wekhevî û azadiyê de bijî. Miletekî wiha bi sendromê pênase kirin, gelo siyaseta demokratîk e? Ez dixwazim ji ji vir bipirsim; Em wekî gel, bawerî, şoreşger, gelên bindest û karkerên vê herêmê, celadan piir baş nas dikin. Em celadên xwe ji goristanên xwe, miriyên xwe yên faîl nediyar, gundên me yên şewitî û zindanên ku me lê li ber xwe da pirr baş nas dikin. Bila kes bi metaforên erzan nêzîkî vê bîranînê nebe.”

‘Heke hûn li dijî pêvajoyê ne bi zelalî bêjin’

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku divê hemû partiyên siyasî piştgiriya pêvajoyê bikin û axaftina xwe wiha domand: “Gelek kesan xwest bibin celadên me. Gelek kesan xwest me bikin qurbanî. Lê hêza kesî têr nekir, wê têr neke. Bila her kes pirr baş bizanibe, heke em pirtûka celadên xwe vekin hûn ê deyndar derkevin. Ez bang li her kesî dikim ku dev ji zimanê polemîk û nelihev berdin û beşdarî çareserî û aştiyê bibin. Bi zelalî biaxivin. Heke hûn li dijî çareseriya vê pirsgirêkê ne bi eşkereyî bêjin. Lê heke hûn ji bo aştî û demokrasiyê ne, bi zelalî biaxivin. Werin em bi hev re şer bikin. Werin em bi hev re biguherînin. Werin em bi hev re aştî û demokrasiyê ava bikin. Heke partiya sereke ya muxalefetê ji bo kesên li dijî pêvajoyê ne bibe navendek dê xeletiyek mezin bike. Heke bi vê stratejiyê bêjin em ê bibin desthilat dê têk biçin. Di serî de partiya muxalefet û hemû partiyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêkê divê destê xwe bixin bin vî barî.”

Komkujiya li dijî Elewiyan

Tuncer Bakirhan derheqê komkujiyên li ser civaka Elewî ya li Sûriyeyê jî destnîşan kir ku divê di raya giştî ya navneteweyî bertekên tund nîşan bide û wiha axivî: “Divê li dijî vê komkujiyê hikumeta Şamê bê hişyarkirin. Divê Tirkiye wan hişyar bike ku dev jî vê komkujiyê berdin. Welatiyên Elewî ne li Sûriyê û ne jî li Tirkiyeyê ne bi tenê ne. Ji aliyê din ve divê Tirkiye destê dostaniyê dirêjî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Divê ev dest bê girtin.”

‘Hatina Îlham Ehmed pêşwazî bikin’

Tuncer Bakirhan bal kişand ser vexwendina Îlhem Ehmed konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî ya dê li Stenbolê 6-7ê Kanûnê bê lidarxistin û got: “Me Îlham Ehmed vexwendiye konferansê. Wê jî qebûl kiriye. Em li bendê ne ku bi awayekî erênî ev daxwaz bê pêşwazîkirin û Îlham Ehmed bê Tirkiyeyê. Pirsgirêk bi rûniştin, diyalog û muzakereyê û axaftinê dikarinbên çareserkirin. Dûrketina ji çareseriyê, redkirina desthevgirtinê bi Kurdan re, an jî dijberiya her destkeftiyek ku Kurd dikarin li Sûriyeyê bi dest bixin, dê sûdê nede tu kesî. Berovajî vê, em bawer dikin ku diyalog û danûstandin dê hem herêmê û hem jî me hemûyan aram bike û em ji hikûmetê hêvî dikin ku ji bo serdana Îlhan Emed bi erênî nêz bibe û pêşwazî bike.”

Tuncer Bakirhan di dawiya axaftina xwe bal kişand ser rewşa aboriyê û budçeya sala nû û got ku li Tirkiyeyê pirsgirêka debarê ya welatiyan heye û divê ev pirsgirêk bêçareser kirin û meaşê asgarî yê herî baş were were eşkerkirin.

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîHevserokê DEM Partiyê Tuncer BakirhanÎlham EhmedKomcivîna DEM PartiyêKomîsyona Demokrasî Xwişk-Biratiyê û Hevgirtina Milîpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

Sezaî Temellî bertek nîşanî qedexekirina çapemeniya Kurd da

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026
Çavkaniyên DEM Partiyê: Nûçeyên xwe disipêrên derdora desthilatê bêbingeh in

Çavkaniyên DEM Partiyê: Nûçeyên xwe disipêrên derdora desthilatê bêbingeh in

1 TÎRMEH 2026
DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

1 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne