• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo ku malbatan aciz bikin cenazeyan nadin’

Fexredîn Kiliç / AW

27 MIJDAR 2024 - 08:09
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Mehmet Emîn Kiliç ê derbarê serlêdanên malbatên ku cenazeyên wan radestî wan nayên kirin de axivî, da zanîn ku ji bo ku dewlet malbatan aciz bike cenazeyan nade malbatan û bang li malbatan kir ku ji bo wergirtina cenazeyan serî li wan bidin.  

Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) alîkariya hiqûqî dide malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest didin û ji bo kar û barê wergirtina cenaze heta definkirina wan ji malbatan re dibe alîkar. Gelek malbat hene ku cenazeyên zarokên xwe yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane û li goristanên bêkesan hatine veşartin newergirtine. Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Mehmet Emîn Kiliç der barê serlêdanên malbatên ku cenazeyên wan radestî wan nayên kirin de ji ajansa me re axivî.

Mehmet Emîn Kiliç qala pêvajoya serlêdanên malbatan kir û wiha got: “Wexta ku malbat tên serî li me didin,  dibêjin me di çapemeniyê de an jî bi awayekî bihîstiye ku zarokê/a me jiyana xwe ji dest daye. Em jî rê nîşanî wan didin ku dê çawa cenazeyê xwe wergirin. Em weke alîkariya hiqûqî parêzer didin wan. Em palpiştiya wan dikin.”

‘Qanûnên xwe qet bi cih naînin’

Mehmet Emîn Kiliç diyar kir ku dewlet weke li her qadê dema wergirtin û definkirina cenazeyan de jî qanûnan binpê dike û wiha domand: “Qanûnên xwe qet bi cih naînin. Ji me re dibin asteng. Heta ji malbatan re dibêjin heke MEBYA-DER bi we re be em cenazeyî nadin. Bi her awayî malbatan mijûl dikin, diêşînin, disekinînin, aciz dikin. Tiştên ku em ji malbatan re bikin pir in lê ji ber ku pergal nahêle em gelek hindik ji malbatên xwe re dibin alîkar. Ev jî ne di destê me de ye pergal nahêle. Xebata me ya sereke ew e ku em rê nîşanî malbatên xwe didin ku dê çawa cenazeyên xwe bigirin.”

‘Armanc acizkirina mirovan e’

Mehmet Emîn Kiliç bal kişand ser hejmara malbatên ku ji bo cenazeyê xwe bigirin serî li wan dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hejmareke diyar nikarim bidim lê gelek malbat hene. An dewlet li wan geriya ye, an di çapemeniyê de dibînin ku zarokê/a wan jiyana xwe ji dest daye. Kesên ku dewlet li wan negeriya be ji xwe qet îtîbarî wan nakin. Yên ku di dîjîtal medyayê de an jî di çapemeniya azad de derketibin dewlet qet wan qebûl nake. Hinek malbatên ew li wan geriyane jî hene ku 3-4 salan kar û barên wan ên radestkirina cenaze dirêj dikin û cenaze nadin wan. Bizanebûn dikin. Ji ber ku car heye testa DNA’yê di 3 saetan de derxistine. Bersiveke ku nayê qebûlkirin didin malbatan. Dibêjin hêj testa we ya DNA’yê derneketiye. Guh nade wan. Dema em lê dinêrin armanc acizkirina malbatan e. Ne ku karûbarê wan pêk nehatine. Heta deqîqa dawî dijminatiya xwe ya bi malbatan re didomînin. Bi awayekî bêexlaqî ku mirov nikare şirove bike vê yekê dikin.”

Banga ji bo wergirtina cenazeyan

Mehmet Emîn Kiliç bang li malbatên ku cenazeyên zarokên wan ji Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê hatin derxistin û birin Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê. û ev tişt got: “282 cenaze li wir bûn. Em dixwazin bi rêya ajansa we dengê xwe bigihînin gel. Bila bên serî li me bidin em ê rê nîşanî wan bidin û bibin alîkar ku di demekî kurt de cenazeyê xwe bigirin. Bila malbat serlêdanên xwe bikin. Hevalên me li Stenbolê jî hene dê ji wan re bibin alîkar. Malbat tenê serî li me bidin em amade ne ku rê nîşanî wan bidin.”

Xebateke diyarkirina cenazeyan dane destpêkirin

Mehmet Emîn Kiliç, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Colemêrg û herêma Serhedê xebateke diyarkirina cenazeyan dest pê kiriye. Li vir em jî hewl didin ku dest bi xebatekê bikin ka çend cenaze li goristanên bêkesan hene û li kîjan bajarî ne. Xwegihandina malbatan jî zehmet e. Divê malbatên ku dizanin zarokên wan winda ne jê bêxeber in ew werin xwe bigihînin me û em ê bikaribin ji wan re bibin alîkar û bipirsin.”

Etîket: cenazeGoristana XerzanêmalbatMEBYA-DERMehmet Emîn Kiliçzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

16 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Berîvan Meryem Uzkaş bi girseyî hat bîranîn

16 TEBAX 2026
MEBYA-DERa Sêrtê Yekemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist

MEBYA-DERa Sêrtê Yekemîn Kongreya xwe ya Asayî li dar xist

9 TEBAX 2026

Di Mîhrîcana Tetwanê de zarok têra dilê xwe kêfxweş bûn

2 TEBAX 2026
Konsera Atolyeya Muzîkê ya Gerok li gundê Zoravayê bû

Konsera Atolyeya Muzîkê ya Gerok li gundê Zoravayê bû

1 TEBAX 2026

Li Misircê 12 cangorî bi girseyî hatin bibîranîn

1 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne