• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji bo du fermandarên HPGê mewlûd hat dayîn

Wan / AW

25 MIJDAR 2025 - 15:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji bo endamên Konseya Fermandariyê ya HPGê Fetîh Şarlatan û Bedîrhan Abo yên ku navê wan hat ragihandin di dîrokên cuda de li Herêmên Parastinê yên Medyayê jiyana xwe ji dest dane, li Taxa Xaçortê mewlûd hat dayîn.

Ji bo endamên Komîteya Navendî ya PKKê û endamên Konseya Fermandariyê ya HPGê Sabrî Tendurek (Fetîh Şarlatan) û Masîro Xabûr (Bedîrhan Abo) yên ku hatibû ragihandin di salên 2016 û 2020an de li Herêmên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest dane, li Taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê mewlûd hat dayîn. Endam û rêveberên MEBYA-DER, TUHAY-DER, DBP û DEM Partî, aktîvîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û DPBê, KURDÎGEH, Komeleya Meleyan, Parlmaneter Gulderen Varli, Hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan, hevserokên navçeyan ên DBP û DEM Partiyê beşdarî mewlûdê bûn.

Ji bo kesên di têkoşîna azadiyê û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Paşê fatîhe û mewlûd hate xwendin.

‘Bi saya cangoriyan kes nikare Kurdan înkar bike’

Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay di mewlûdê de sersaxî ji malbatan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re xwest. Gonul Ûzûnay diyar kir ku gelê Kurd her tim jiyaneke bi rûmet jiyaye û got: “Bi saya vê tevgera azadiyê û şehîd û qehremanan, em dikarin vê jiyanê bijîn. Îro, kes nikare Kurd û Kurdistanê înkar bike. Kurd li çaraliyê cîhanê bi tîpên zêrîn hatine nivîsandin. Navên Kurdan di dîrokê de hatine nivîsandin. Tevahiya gelê me, bi taybetî dayikên me, bedelên giran dane. Di dîroka Kurdan de, rêber û qehremanên mezin an hatine îdamkirin an jî hatine qetilkirin. 26 sal berê, wan dixwest di şexsê Abdullah Ocalan de hemû Kurdan tune bikin, lê bi saya helwesta Abdullah Ocalan û qehremanên Kurd, ev yek têk çû. Di vê gavê de dewlet çûye cem Abdullah Ocalan û ev ji bo Kurdan serkeftinek mezin e.”

‘Divê em aştiya navxweyî ava bikin’

Gonul Ûzûnay di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku berxwedana gelê Kurd, cangoriyan û Abdullah Ocalan gihîştiye qonaxa danûstandinan. Gonul Ûzûnay anî ziman ku gelê Kurd ê ku bi sedsalan hatiye înkarkirin, niha tê qebûlkirin û wiha got: “Em dikarin li ser banga Abdullah Ocalan a ji bo aştî û demokrasiyê aştiyê pêk bînin, lê ya herî girîng, divê em aştiya xwe ya navxweyî bi dest bixin. Divê em tifaqa xwe berfireh bikin. Divê em banga aştî û demokrasiyê hembêz bikin. Divê em xwe birêxistin bikin û ji bo vê yekê binesaziyê ava bikin. Tifaqbûn ji bo gelê me yê Kurd pir girîng e. Divê em ziman û çanda xwe biparêzin. Sersaxiyê ji Rêber Apo, gelê me û malbatên me re dixwazim. Wekî ku şehîd Çiyager gotiye, çi dibe bila bibe, dawî wê bi heybet be.”

Piştî axaftinê xwarina mewlûdê hat danîn.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG NRÇ) Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPGê Sabrî Tendurek di 18ê Gulana 2016an de, Endamê Komîteya Navendî ya PKKê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPGê Masîro Xabûr jî 27ê Gulana 2020an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane.

Etîket: HPGmewlûdpkk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

14 TEBAX 2026
Li Stenbolê ji bo Çaginli û Ozmaya şîn hat danîn

Li Stenbolê ji bo Çaginli û Ozmaya şîn hat danîn

2 TEBAX 2026

Li Misircê 12 cangorî bi girseyî hatin bibîranîn

1 TEBAX 2026
Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

Ji bo Denîz Poyraz mewlûd hat dayîn

18 HEZÎRAN 2026

HPGê Pêngava 1ê Hezîranê pîroz kir: Em ê dest ji armanca azadiya Rêbertî û gelê xwe bernedin

1 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne