• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gelê Tebqa û Cizîrê li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan

Navenda Nûçeyan /AW

28 KANÛN 2024 - 19:05
Kategorî: ROJANE
A A
Xelkên kantonên Tebqa û Cizîrê li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter meşiyan û piştgirî dan HSDê.

Bi hezaran welatî li Kantona Cizîrê û Kantona Tebqayê kom bûn û li dijî êrîşên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê meşiyan û piştevaniya xwe dan HSDê.

Kantona Cizîrê

Meclisên bajarên Til Temir û Zirganê ji bo piştgiriya HSDê û şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê yên li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan. Meş ji pêş Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê bi hildana alên HSD, YPG, YPJê, alên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir. Pankartên “HSD nûnertiya me dike” ,”HSD hêviya me ye” vekirin. Meş li kolanên sereke yên bajêr heta bi rêya M4 dirêj kir. Li wir hevseroka Komeleya Perwerdehiyê ya Til Temirê Ayhan Yûnis axivî û got: “Em gelê Til Temir û Zirganê bi hemû pêkhateyên xwe bi mezin û biçûkên xwe li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li pişta QSDˋê ne.”

Hevserokê Komeleya Perwerdehiyê ya Til Temirê Xidir El Ilêwî axivî û got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê me bi terorîstê bi nav dikin, li hember wê jî zarokan qetil dikin û şêniyên resen koçber dikin. QSDˋê ji bo parastina ewlehî û xakê bi hezaran şehîd da. Ew hêviya yekane ya gelan e.” Meş bi diruşmên “Bijî berxwedana HSDˋê” ,”HSD hêviya gelan e” bi dawî bû.

Kantona Tebqayê

Di heman çarçoveyê de xelkê kantona Tebqa û nûnerên ji Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Leşkerî ya Tebqa, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Rêxistinên Civaka Demokratîk û nûnerên ji Meclisa Rêveber a kantonê beşdarî meşê bûn. Meş ji pêş avahiya Meclisa Edaleta Civakî dest pê kir. Li Çerxerêya Şehîdan a taxa duyemîn a Tebqa meş vegerî mîtîngê. Li wir hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Tebqa Hind El Elî axivî û got: “Em îro destpêka pêvajoyeke nû piştî hilweşîna rejîma Baasˋê dijîn. Pêdiviya vê pêvajoyê bi hev re xebatekê ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk heye.”

Li aliyekî din jî serokê Hevgirtina Al El Beyt a Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Tebqa Ednan Ilêwî axivî û got: “Ev êrişa ku dewleta Tirk bi rê ve dibe temamkirina tiştên şaneyên rêxistin DAIŞˋê dest pê kiriye. Armanca wê dagirkirina Sûriyeyê û pêkanîna sînorê Mîsaqî Millî ye.”

Ilêwî bang li tevahî xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku yek ji armancên vî dijminî têkbirina hêviyên Sûriyeyiyan ên jiyana azad û rûmet e. Ilêwî di dawiyê de banga hevgirtina pêkhateyan, xurtkirina yekitiya nîştimanî û hembêzkirina QSDˋê kir.

Meş bi diruşma “Bi rihê bi can em bi te re ey HSDê.”

Etîket: CizîrHSDkantonmesTebqa
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

Li Amedê dê di 1ê Îlonê de meş bê lidarxistin

28 TEBAX 2026
Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

Roja 2yemîn a bîranîna Cizîrê bi tevilbûna hezaran bi dawî bû

27 TEBAX 2026
Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

Gelê Nisêbînê bi meşê derbasî cihê bîranînê bû

27 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: HSDê erka parastinê pêk anî, derbasî erka avakirinê dibe

Mazlûm Ebdî: HSDê erka parastinê pêk anî, derbasî erka avakirinê dibe

25 TEBAX 2026

Dayikên Aştiyê û ciwan bi meşê serdana şîna şehîdan kirin

25 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne